PKK’ê bang li PDK, Goran û YNK’ê kir

PKK’ê bang li PDK, Goran û YNK’ê kir

Komîteya rêveber a PKK’ê, di daxuyaniya xwe ya bi wesîleya salvegera 15`emîn ya komploya navneteweyî ya li dijî rêberê PKK`ê Abdullah Ocalan de, bang li PDK, Goran û YNK’ê kir ku firsenda kongreya neteweyî ya navbera Kurdan, baş binirxînin.”

Di daxuyaniya xwe de PKK’ê ev bang kir: “Di vê qonaxa girîng a dîrokê de Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê, firsenda mezin e ji bo avakirina jiyana azad û wekhev a gelên herêmê. Weke PKK, di serî de PDK, Goran û YNK em bang li hemû hêzên Kurdistanî dikin ku ne li ser bingeha berjewendiyên partiyî, li ser bingeha berjewendiyên neteweyî nêzî Kongreya Neteweyî bibin û vê kongreyê bikin bingehek xurt ji bo azadî û yekitiya neteweyî.”

Her weha di beşek din ya daxuyaniyê de li hemberî pakêta demokratîbûnê a ku serokwezîrê Tirkiyê Receb Teyîb Erdogan ragihandibû ban li gelê Kurd kir diyar kir ku PKK’ê li dijî polîtîkayên mijûlkirinê yên AKP’ê bang li gelê Kurd kir ku her qadên xweseriya demokratîk gav bi gav ava bike.

ANF