PKK’ê ji bo Rojava banga serhildanê kir

PKK’ê ji bo Rojava banga serhildanê kir

Partiya Karkerên Kurdistanê PKK, der barê êrîşên komên çete yên îslamî ku li herêma Til Eran û Til Hasil yên Helebê li dijî mirovên medenî pêk dihîne daxuyaniyek belav kir. PKK’ê di daxuyaniyê de bang kir ku li hember vê rewşê li her derê rabin serhildanê.

Li gor nûçeya Ajansa Firatê Komîteya Rêveberiya PKK’ê der barê êrîşên li dijî Rojavayê Kurdistanê û komkujiyên li hemberî Kurdên medenî daxuyaniyek belavkir û diyar kir ku hêzên dijber yên dixwazin şoreşa Rojava têk bibin, êrîşên hovane pêktînin. Daxuyaniyê de weha hate gotin: “Gelê me ku bi komkujiyek mezin re rû birû ye, ev rewş seferberiyê dike neçarî û pêwîste bi hişyarbûnekî awarte û hevgirtinekî navnetewî peywira xwe bicih bînin.”

Daxuyaniya Komîteya Rêveberiya PKK’ê wiha ye:

“Li dijî şoreşa Rojava ya gelê me bi vîn û hêza xwe ya cewherî pêkaniye êrîş her roja ku diçin zêde dibin. Hêzên dij-şoreşê ji bo gelê Kurd weke koleyan jiyan bike çi pêwîst bike dikin, her roja ku diçe ji bo vîn û tekoşîna gelê Kurd, Ereb, Suryanî û gelên din ên li herêmê jiyan dikin bişkênin êrîşên xwe ên hovane zêde dikin.

Îtifaqa dij-şoreşê dibînin ku Şoreşa Rojava dê netenê bi Rojava ve sinordar bimîne, şoreş dê kûr bibe, weke ku li parçeyên din ên Kurdistanê çêbûyî, her ku diçe dê şoreşên Rojhilata Navîn tetîk bike û bibe xwedî vîn. Ji ber vê sedemê di hêzên navnetewî bi çeteyên bipere armanc dike ku gelê me di komkujiyan re derbaz bike.

Di van demên dawî de çeteyên navnetewî ên li ser Tirkiyeyê re derbazî Rojavabûne, êrîşên wan ên li ser gelê sivîl, herêmên Ereb û Kurd lê dijîn, dîsan hinek hêzên li Îran û Başûr ên ji bo şoreş sernekeve xebatek taybet didin meşandin, beriya vê qetilkirina Endamê Desteya Bilind ya Kurd û endamê Dîwana Meclisa Gelê Kurd Îsa Huso, dîsan jî herî dawî bêy ku bêjin ev jin-zarok-zilam-ciwan-kale li Til Eren û Til Hasil ên girêdayî Helebê bi dehan kes qetilkirin. Ev rewş vê rastiyê radixe berçavan.

Em di kesayeta bi sedan Kurdên li Helebê hatine revandin û dîsan jî bi dehan jin û zarokên kurdan bi awayek hovane qetilkirin didin diyarkirin ku, ev tevgerekî dij-şoreşê ya li dijî şoreşa Rojava, hemû Kurd û gelên Rojhilata Navîne. Di heman demê de armanc dike ku gelan bi hev bide kuştin, şerê Kurd-Ereb li darxîne û her wiha li dijî pêvajoya çareseriyê ya Rêber Apo daye destpêkirine û vala derxistina wê ye. Ji ber vê jî pir girînge ku pêwîste li hemberî vê rewşê helwesta xwe diyar bikin.

Li ser vî esasî ji ber ku gelê me bi qetlîameke mezin re rû bi rû ye seferberiyeke mecbûrî, hişyariyeke awerte û wezîfeya piştevaniyeke navnateweyî jî pêwîst dike. Dema ku şoreş û gelê şoreş pêk anî di nav dorpêçkirineke navneteweyî de be ruhekî seferberiyê pêwîst dike.

Ev wezîfe ku tenê ne ya Kurdên li her çar parçeyên Kurdistanê ne, di heman demê de divê bê zanîn ku wezîfeyeke enternasyonalîst a gelên Îran, Sûriye, Irak û Tirkiyeyê ne.

Wezîfeya herî acil û rojane ev e. Exlaqê enternasyonalîst, piştevanî û biratiyê vê îfade dike. Roj roja ku kesên mazlum piştevaniya hevdu bikin, bi hev re hereket bikin, li hemberî munafiqên ku gelan û birayan berdidin hevdu, li hemberî Mislimanên sexte yên maskeya Îslamê dane ber rûye xwe û li ser xwîna birayan temenê desthilatdariya xwe dirêj dikin û li hemberî zalimên ku hewl didin xwîna gelan vexwin roja bi awayekî hevpar pêşxistina têkoşînê ye. Roj roja ku mirov qetlîam û qirkirinên zaliman rawestîne li ser esasê rêgezên gelan ên demokratîk û azadiyê rêveberiyên xwe ava bike.

Li hemberî hin hêzên herêmê û çeteyên bi wan re di nav têkiliyan de ku hewl didin Şoreşa Rojava tesfiye bikin û nîzama xwe ya bêhnpêketî ji nû ve ava bikin, ji bo hesabê cinayet û qetlîamên li dijî gelê me ji wan bê pirsîn ligel gelê me yê Rojava cihgirtin wezîfeya herî mezin a welatparêziyê ye. Ji bo hesabê zarokên Kurdan, jinên serê wan ji bedena wan hatine jêkirin, zilamên Kurd ên bi awayekî hovane hatine serjêkirin bê pirsîn yek ji wezîfeya welatparêziyê ya nebe nabe ye ku mirov her cihî veguherîne qadeke têkoşîn, serhildan û îsyanê.

Li ser vî esasî ji bo gelê Kurd û dostên wan, ji bo em gelê me yê Rojava di têkoşîna azadî û rûmetê de ya li hemberî çeteyan û hêzên tarî yên navneteweyî de tenê nehêlin em dibêjin hîn zêdetir ROJAVA û em bang dikin da ku ev şoreş li tevayî Rojhilata Navîn were belavkirin û em qetlîma li dijî gelê me yê li Til Hasil û Til Aran pêk hatiye bi tundî şermezar dikin.”

Jêder ANF