Wir verwenden Cookies zur anonymisierten Website Analyse. Das hilft uns bei der Verbesserung dieser Seite.
Dawîn hat dîtin 53 sal berî
"Metîn Eser, li gundekî bi navê "Ûzev"ê ya bi navçeya Depê û bajarê Xarpêtê re girêdayî ye, Xwedê daye. Li gundê xwe destpê dibistanê dike, dema 6 salî ye bavê wî li gund muxtar bûye, lêbelê bavê wî weke pirraniya Kurdên derveyî welêt, ji ber zilm û zextên dewletê bêgav dimîne û berê xwe dide Ewropayê. Salek û nîv li navçeya Depê dimîne û li wir xwendina xwe berdewam dike. Di meheya gulanê ya sala 1998an de, bi dê û birayê xwe bar dike û dihere Belçîkayê li cem bavê xwe. Di havîna heman salê li Belçîkayê xwendina li dibistana seretayî berdewam dike, piştî çend salên zor û zehmet yên li dibistanê ku bi taybetî ji kêm zanîna/axaftina zimanê Hollandî(Flamankî) pêk dihat, xwendina xwe ya li dibistana navîn diqedîne. Piştî perwerdehiya ya li dibistana amadehiyê, serî li perwerdehiya bilind dide lêbelê çîroka wî ya perwerdehiya bilind zû bi zû bidawî dibe. Di havîna sala 2007an de, li cem kardêrekî Belçîkayî destpê karê tornekariya elektronîk dike. Heft salan li cem wî kardêrî dixebite û ji dawiya sala 2015an û şûnda li cem kardêrekî din heman karê xwe berdewam dike. Di payîza sala 2011an de, dema betlaneya xwe li welêt dibihurîne, rastî keçikekê tê û li wir biryara zewacê digire. Di sala 2012an de dizewice û kurekî xwe heye. Bi malbata xwe re li bajarê Antwerpen/Anversê dijî. Ji destpêka sala 2016an û şûnda ji malpera felsefevan.org ê re lêkolînên zanistî amade dike, hin wergerên wî li ser malperê hatiye weşandin.