Putîn 10 general ji wezîfê girt

Putîn 10 general ji wezîfê girt

Serok dewletê Rusyayê Vladimir Putin deh general û hind berpirsên din jî ji wezîfê girt. Hate gotin ku kesên ku wezîfeya wan hate sekinandin di erkên giring de jî cîh digirtin.

Li gor daxuyaniyeke fermî ya ji wezareta navxweyî, serok dewletê Rusyayê wezîfeya 10 generalên di wezareta karê navxweyî de erkdar bûn, sekinand.

Di nava erkdarên ji wezîfeyê hatine girtin de generalê berpirsê wezîrê navxweyî İgor Poddubnıy wezîrê navxweyî ya herêma Uralê Aleksandr Popov û wezîrê navxweyî yê herêma Stavrapol Yuriy Suponev jî heye.

Derbarê sedema ji kar girtinê ya generalan de jî agehî nehate dayîn.