Putîn soz da ku pêwendiyên Rusya û Çînê pirr baş bike

Putîn soz da ku pêwendiyên Rusya û Çînê pirr baş bike

Serok dewletê Rusyayê Vladîmîr Putîn digel wezîrê karên derve yê Çînê Yang Jiechi hevdîtinek pêkanî û soz da ku ew dê pêwendiyên her du welatan di astek pir bilid de baş bike.

Serokê dewleta Rusyayê Vladîmîr Putîn li Mokovayê digel wezîrê karên derve yê Çînê Yang Jiechi hevdîtinek pêkanî. Di hevdîtinê de mijarên derbarê hevkariya qada parastinê, pêwendiyê her du aliyan, civîna G20’an ya ku li Rusya pêk bihêt nîqaş kirin.

Putîn diyar kir ku di warê teknolojiya leşkerî de hevkariya her du welatan pir serkeftiye û ew dê pêwendiya xwe der bixin astekê jortir.

Wezîrê karên derve yê Çînê Yang jî diyar kir ku ji bo civîna ku di 5-6’ê Îlonê de li Rusyayê pêk bihêt, serkeftî be çi ji destê wan bihêt dê bikin.