PYD: rêjîm û dûvikên wê dijminahiya gelê Kurd dikin

PYD: rêjîm û dûvikên wê dijminahiya gelê Kurd dikin

Pariya Yekîtiya Demokratîk (PYD) diyar kir ku rejîmên desthilatdar û  dûvikên wan ku xwe wek Opozîsyon nişan didin, di derbarê dijminahiya gelê Kurd de xwediyê heman hişmendiyê ne.

Komîteya Rêvebir ya Partiya Yekîttiya Dimokratîk (PYD) daxuyaniyeke nivîskî weşand û da zanîn ku muxalefeta di nava Koalisyona Sûriyê de dixwest me têxe bin siya xwe û projeya me ya netewî têk bibe. Di daxuyaniyê hate diyar kirin ku rejîmên desthilatdar û  dûvikên wan ku xwe wek muxalefet nişan didin, di derbarê dijminahiya gelê Kurd de xwediyê heman hişmendiyê ne.

Di daxuyaniya Komîteya Rêvebir ya PYD’ê de ev tişt hatin gotin:” Di pêvajoya dirêj ya têkoşîna rizgariya netewî de li seranserî Kurdistanê û ji bo pêkanîna jiyana hevbeş û aşîtiyane bi hemû gelê herêmê re, me nêrînên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan yê ku dibêje “Em têkiliyên xwe bi gelê Ereb re ne bi rejîman re ava dikin” ji xwe re wek rêbaz hilbijart û li ser bingeha Netewa Demokratîk û jiyana hevbeş têkiliyên xwe yên biratî bi hemû gelan û pêkhateyên civakî û olî re avakin.”

Di dewama daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: ” Muxalefeta di nava Koalisyona Sûriyê de ku li gor siyasetên Partiya AKP’ê ya Tirkiyê û hin dewletên Kendavê tevdigerin, dixwestin me têxin bin siya xwe û projeya me ya netewî têk bibe û herêmên me bikşînin nava şerên navxweyî.”

PYD’ê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku piştî berxwedana lehengî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û rizgarkirina herêmên Rojavayê Kurdistanê. Her wiha piştî  serkeftinên diplomasî  ku PYD’ê li qada navnetewî bi dest xistine û hewil dide ku doza Kurdan bibe civîna Cenevreyê, van komên di nava Koalisyonê de dest bi êrîşên reşkirinê kirin û rastiya xwe ya dijmiahiya gelê Kurd aşkere kirin.

Daxuyaniya PYD’ê wiha dewam dike: “Ev hêz nîjadperest in û alîgirên DAIŞ’ê û El-Nusra ne û di bin siya dewleta Tirk û dewletên Kendavê de tedigerin. Pêwîste Gelê Kurd, kesayet û partiyên ku di nava Koalisyonê de ne rastiya van komên ku li dijî bejewendiyên gelê Kurd û gelên Sûriyê ne, bibînin.”

Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku piştî ragihandina rêvebiriya demî, van hêzan PYD’ê bi dijminahiya şoreşê tewanbar kiriye û wiha dewam kir: “Dema ku Komên DAIŞ’ê û El-Nusrayê êrîşî gelê Kurd dikirin van hêzan ti helwest nîşan nedan, lê dema ku YPG’ê bajarê Tilkoçerê rizgar kir van hêzan daxunanî weşandin û banga şerê li dijî YPG’ê  kirin. Ew bi vî awayî serkêşya şerê li dijî destkeftiyên gelê Kurd dikin. Niha jî ji ber ku me bi pêkhateyên herêmê re rêveberiya xwe ya demî ragihandiye, van hêzan rêxistina me wek dijminê şoreşê tewanbar kiriye.”

Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku pêwîste hemû kesayet û partiyên di navan Koalisyonê de li hember van lîstokên li dijî gelê Kurd hişyar bin û wiha dewam kir: ” Ev hêz piştgirî û alîkariya hêzên tarî yên dijminê gelê  Kurd dikin, lewma ev hêz bûne hevparê komkujiya Kobanê ku gelek zarok û sivîlan tê de jiayna xwe jidest dan.”

Di dawiya daxuyaniya PYD’ê de bang li hemû partiyê Kurd û Ereb ên di nava Koalisyonê de hat kirin ku xwe ji nava Koalisyonê vekişînin û wiha dewam kir:” Em bi navê PYD’ê bang li hemû gel, hêz û pêkhatetên Sûriyê dikin ku li hember van bazirganên şer hişyar bin. Ev hêz êdî xema wan ne Sûriyê û gelê Sûriyê ye, ev bûne destekên siyasetên derve û bazirganiyê bi êşa gel dikin.”

ANHA