Qedemguhestina Babaşêx

Qedemguhestina Babaşêx

Qedemguhestina Babaşêx.

Her ku yek ji ilimdar û xilmetkarê vê ola qedîm ji nav me koç dike, tirs û saweke nediyar xwe li bejn û hişê min radipêçe. Rihspî, xilmetkar û oldarê me, hîm û stûnên ola Êzî yê ruhî û parçeyên girîng yê dîrok û edeba zindî ne. Bi wan re dara me ya olê pela diweşîne û ezmanê bê stêr û ronî dimîne. 

Şêx û Pîrên Ola Êzî, dayik û bavê ruhî yê ola Êzî ne. Lewma ew weke Da û Baba tên binavkirin û qebûl kirin. Bi rastî jî oldarên me dayik û bavê vê civakê bûn û hêjî bê wan ol ruh dimîne. Derî û dilê wan ji her kesî re vekiriye. Lê ew kesên bêalî û dikarin tevaya civakê hemêz dikirin û tên pejirandin roj bi roj kêm dibin.

Gava meriv li dîroka Êzdiyan dinêre, dê meriv bibîne ku welatê Xalta navenda ilm û xasên ola êzî bûn. Lewma hema meriv dikare bi hêsanî bêje tevaya şêx û pîra xaltî ne. Li herema Xalta bi sedan Qewlbê, xilmetkar û xasên Êzîdiyan hebûn. Cejn û cemayî bi wan xasan li dar diketin.Mixabin îro zêde zêde kêm bûne, yên heyî jî ji aliyê tevaya Êzîdiyan ve nayên dîtin û qebûl kirin. Û asta qelbêjî û xasîtiyê roj bi roj kêm dibe. 

Li herema Torê û Çolê jî rewşa Êzîdî û dunavên Êzîdî îro ji hemû demê lawaztir e. 

Li herêma Wêranşar'ê jî û Êzîdî yên ji wê heramê ji aliyê ruhî ve û nasnameya olî ve ji berê bêhtir qels bûne.

Li herêma Efrînê berê Qewlbêjên Êzî hebûn û ji aliyê êzîdiyan û misilmanê wê herêmê dihatin pejirandin hebûn. Îro hebin jî ne xuya ne mixabin. 
Helbet rewşa Êzdiyên Cerihê, Hisiça û Serêkaniyê ne baştire ji heremên din.

Li Başûrê Kurdistanê, yan li tevahiya Iraqê oldar û xizmetkarên ola Êzî ketine ber lehiya propagandaya hev reşkirin û pûç kirinê. Kesên ji aliyê tevaya êzîdiyan ve tên pejirandin û hebandin kêm dibin. Eve tirs û metirsiya li ser ola kevnar û civaka bê star xurtir dike. 

Ol hêz û peymana ruhî ye. Gava di aliyê ruhî de qels bibe, şikestin û tunebûn bilez dibe. 

Em deyndarên xilmetkar, xas û babçakên xwe ne. 
Em kêmin Xwedê û Tawisî Melek temam e.
Xwedê ruhê te şad bike û stêra te li ezmanê me her tim geş be BABAŞÊX!
Serê Mîr, diwana Ruhanî, Malbata wî, tevaya Êzîdiyan û hezkiriyên vê ol û civakê sax be..