Qenatê Kurdo - Dr. Ali Kilic

Qenatê Kurdo - Dr. Ali Kilic

Dr Ali KILIÇ
BO BIRANINA ZANYARE NEMIR
Prof.Dr. Qanatê Kurdo

Sala 2009’an bila bibe sala Prof. Dr. Qanatê Kurdo
(12-09-1909 li gundê Sûsiz 31-10-1985 li  Lênîngradê,)

Îro seba-bo dirok, weje-edebîyat nîvisandin u zimanzanistiya Prof.Dr.Qanatê Kurdo famzanista min de çar mana derdikevin holê, eşkere dibin.
Yekemin pirsa zimanzanîstî hen Fusei (fusei) ye  (natura), hen ki  nomw(nomo)(zagon) ye. Pirsa ku were pirsîn, natura(xezaya) ziman çîye? Ziman tabiye(naturel)e, yan ku sistema zagoneye? Li çavên sofistan de du karaktere zanistik hene; yekemin pragmatik e, duyemin teknik e. Herdu bûn  prinsibê qanuna sisteme zagonê. Zanistik; ne fenomene qanun e. Fenomene sisteme ziman, bere zagone ye.
Duyemin;ziman qiseyek mordemiyetê-merîtîyê ye. Bi gotina, şîroveya Platoni; nomoV(nomos) yêkîtîya bingeye famkirinê, bi xatirê wî kategorîyên mezine ziman hatin peydakirin.
Sêyemin; prensibê mantiqê  nomoV  (nomos) ye. Li ser bingeha yekitîya ziman analize  nomoV (nomos) û lectum(xandin) ye. Herdu fama ziman didin.
Çaremîn; jîyana  zanyare zimanzanîstîye. Çawa profesora zimanzan Zera Ûsiv dinivîse; “Di çareserkirina pirsgirêkên rêzimana kurdî, ên mezin da, Qanatê Kurdo yê yekmîn e.” Bi vê manê zimanzanîstîya Prof.Dr. Qanatê Kurdo hem teorîke, hem jî pratîk e.
Pratîke, çunkî zanîst çalekîye pratîka aqil e. Zanîsta ku li fenomenên zimanan, tecruban, serborînan  derdikeve rê hem xezaya-natura ziman, hem jî zagona gola ramanêde tenî cem, ber hev.
Prof.Dr. Qanatê Kurdo çêkerê kanunên zimanê kurdî ye. Teorîsyene zanîsta gramera kurdîye. Ew nav dîroka Kurdistanê da nav zimanzanîstên yêkemîn da ye. Sedemê sersala mirina Wî dîtînen Wîyên hêla-alê  ziman, dîrok, wejeyê de vekirin min re weku berpirsîyarîyeke, kareke. Min qezî dabûn Wî şehsîyetî nemir. Vê gotarê de ezê bi kurtasî, kin behsa mijara jîyan, zimanzanîn, dîroka wejeyê-edebîyatê de çalekîyên, xebatên Wî bikim.
Prof.Dr. Qanatê Kurdo zimanê Kurdan li dîrok û civaknasîya Kurdan cûda nagire dest. Civaknasîya Prof.Dr.Qanatê Kurdo dîyalektîk e. Gora Wî dîroka wejeya-edebîya Kurdan, dîroka civata Kurdan e. Li xebatên teorîkî ya wejaya-edebîyata Kurdî de projeya xelasbûna, rizgarbûna civata Kurdî dîtîn mimkine.
Ser vê mijarê ez dîtîna xwe, pêşniyara xwe Pen a Kurd re dibêm; Em weku rêxistin sala 2009’an, sala  Prof.Dr. Qanatê Kurdo îlan bikin. Nav van sê salan de nivisên ku hêla Prof.Dr. Qanatê Kurdo ve hatine nivisandin û heta îro nahatina çapkirin, hemîyan-gîştîyan berhevkinê û bidin çapê, çapbikinê. Yên ku berê hatine çapkirin nûva çapbikinê. Bi konferansek navnetevî Wî şexsîyetî bi bîrbînînê. Bi civatên nav neteva Kurd de jî gora pêwîstîyê bidinê naskirin. Ew şexsîyet wan projeyan heqdike.
Ew pirsgirekên, gotibêjên ku îro ser mijara ziman tên gotin. Ewê bi gotinên, tespîtên Prof.Dr. Qanatê Kurdo davî bibin. Ew şexsîyet mijarê pir rind-baş dizane, pêşniyarên balkêş dike. Xwastina min ew e ku kesên bi mijarê eleqederin berhemên Wî bixwînin, nîqaşan devlimend bikin, bigêşin encamê. Loma mijara wê gotarê Prof.Dr. Qanatê Kurdo e.

I. Li ser jîyana Prof.Dr Qanatê Kurdo
Prof.Dr.Qanatê Kurdo  12 yê Îlona sala 1909’an li gundê Sûsizê, ku bi Qersê va girêdayî bû, di malbeteke cotkaran da ji dayîk bûye. Salên Cenga Cihanê ya Yekemîn de, malbeta Qanatê Kurdo jî mîna bi hezaran malbetên kurdên êzdî mal û milkê xwe, welatê kal û dapîrên xwe berdidin, diterikînin û li ber zilma Roma Reş bardikin, direvin Armênîstanê. Wê demê Armênîstan bi xwe wêrankirî û bi penaberên ermenî va tijî bû ye. Loma ew li wir nasekinin û terin Tilbîsê .
Malbata Qanat li ber şer û hovîtî û xwînrêjiya ordûyên osmanî mecbûr mane herda-axa bav û dayikên xwe biterikînîn û ber bi Bakur ve herin. Ew pêş da, berê li Çinkanîyê (Koblaxê), di navçeya Aparanê cîwar dibin. Koça xwe datînîn. Lê pêşveçûna leşkerên osmanî mihacirên kurdî mecbûr dibin ku dûrtir herin. Her dûr dikevin. Merîyên Prof.Dr. Qanatê Kurdo, di dawiyê de, digêşin Tîflîsê. Li wir sala 1921’de bavê Oanat, Keleş dimire. Mala wan belangaz û şerpeze dimîne.
Sala 1922’an bi însîatîva nivîskarê Kurd Ahmedê Mîrazî, ewledê gelê Ermenî, dost û xêrxwazê gelê me Lazo (Hakob Xazaryan)(2) û hinekên din, li bajarê Tilbîsê ji bo wan zarokên Kurd dibistan vedikin. Di dibistanê de zaroka him dixwînin, him hînî kar dibin, him jî tê de radikevin. Qanat dibe şagirtê wê dibistanê.
Tev Qanatê Kurdo  ji wê dibistana xwendina xwe dest pê kirin usa jî zimanzanê Kurdî bi nav û deng, doktorê fîlologyê Çerkez Bakayêv, nivîskar, berpirsyarê rojnama Riya Teze yê ewlin Cerdoyê Gênco, Mêr xwesê Yekîtya Sovyêtê Semend Syabendov û gelekên din.
Ew di îlon 1928 de diçe Lenîngradê û Ii wir, Ii ber destên A.A. Frejman û I.A. Orbelî, çêtirîn rohelatnasên sovyetî yên wê demê û hîmdarên kurdnasiya sovyetî, dibe xwendekarê irannasiyê. Ew wisa jî Ii cem 1.1. Zarubîn fêrî belûçî û zimanên pamîrî û tevî N.Y. Marr hînî zimanevaniya giştîdibe. Hê xwendina wî xelas nebûye ku O. Kurdo di 1934 de, dibe mamosteyê kurdî, pêşiyê Ii Fakulta Fîlolojiyê û dûre jî Ii Enstîtuya Xebatkaran.
Sala 1922’an bi însîatîva nivîskarê Kurd Ahmedê Mîrazî, ewledê gelê Ermenî, dost û xêrxwazê gelê me Lazo (Hakob Xazaryan)  û hinekên din, li bajarê Tilbîsê ji bo wan zarokên Kurd dibistan
Ew di îlon 1928 de diçe Lenîngradê û Ii wir, Ii ber destên A.A. Frejman û I.A. Orbelî, çêtirîn rohelatnasên sovyetî yên wê demê û hîmdarên kurdnasiya sovyetî, dibe xwendekarê irannasiyê. Ew wisa jî Ii cem 1.1. Zarubîn fêrî belûçî û zimanên pamîrî û tevî N.Y. Marr hînî zimanevaniya giştîdibe.

Sala 1928 an bi pêşnîyazîya Erebê Şemo,(1) Komîta Navendî ya Partîya Komûnîste Armênîya 8 xortên kurd ji bo xwendinê dişîne Lênîngradê, (Sankt Pêtêrbûrga niha); ji wan xortan yek, Qanatê Kurdo bû. Berê ew di fakûltêta karkira ya înstîtûta zimanên rojhilatê yên zêndî de dixûne, paşê xwendina xwe li ûnîvêrsîtêta Lênîngiradê beşê ziman, dîrok û edebye tê de pêşda dibe. Saya xebathizî, zên û rind zanîbûna zimanê dê di demek kin de guhdar ya dersdaran, ya rojhilatzanên dinêe’yan N. Mar, H. Orbêlî,  A. Frêyman  dikşîne ser xwe.

II. Lİ SER JÎYANA AKADEMÎK YA PROF.DR. QANATÊ KURDO

Hê xwendkar ew dersê zimanê Kurdî dide xwedkarên ûnîvêrsîtêtê û bi xebata zanyariyê ve mijûl dibe.Ji pey xwendina ûnîvêrsîtêtê re ew aspîrantûra ûnîvêrsîtê tê de xwendina xwe berdewan dike. Sala 1941 ê bi babeta “Çêkirina fêlêd bargiranî di zimanê kurdida” têza  doktorya xwe, ya ewlin xweyî dike.Piştî şer ew di înstîtût a rojhilatzaniyê de pirsên Kurd zaniyê yên cude cuda ve mijûl dibe, kûrsên zimanê Kurdî de dersê dide.
H. Orbêlî sala 1959an para rojhilatzaniyê ya înstîtûta Lênîngiradê ya zanyariyê de koma Kurdzaniyê başqe dike. Ji pey salekê re Qanat dibe serokê wê komê.
Heta dawya jîyana xwe jî wî ew karê Kurdewariya pîroz bi serbilindî û hiskirin pêş de bir, li dû xwe bi sedan xebatên Kurdzaniyê yên bingehîn û giranbiha hişt, navê xwe bi herfê zêrîn di dilê gelê xwe de nivîsî.
Bo gotina Mamosta Tosine Rechid,” Kurdên Yekîtîya Sovêta berê, çiqwas jî bi jimara xwe va ne mezin bûn, lê dîsan jî ji wan ra li hev hat firsendên heyî bi kar bînin ji bo pêşvabirina ziman û çanda netewî. Ji nav wan gelek zanîyar û nivîskarê bi nav û deng derketin.. Qanatê Kurdo wan salan bi xwendina înstîtûtê ra tevayî, usan jî di fakûlta Karkeran da mamostayê zimanê kurdî bû. Piştî temam kirina înstîtûtê ew li Zanîngeha Lênîngradêye dewletê çawan aspîrant (xwendkarê doktorîyê) tê hildan û têza xwe ser pirsên zimanê kurdî dinvîse, pawan dike û li înstîtûta Êtnografîyê karê xwe ê zanîyarîyê didomîne.”

III. Lİ SER JÎYANA ZİMANZANÎSTİYA  Prof.Dr QANATÊ KURDO
Sala 1957 an Qanatê Kurdo pirtûka “Rêzimana zimanê kurdî (kurmancî)”, ya akadêmî çap dike. Çawan Dr. Ebdirehmanî Hacî Marf dinvîse “Bo yeke car le Sovêt û le mêjûy kurdnasîda leser şêweyekî Zanistî kitêb le barey zimanî kurdiyewe blakirayetewe, belko sereray eweş twanra le dû kitêbeda gelêk karî aloz û naaşkira le rêgeyekî zanistiyewe xawbikrêtewe û aşkira bikirê, wek: dozînewey nê û mê û dabeşkirdinî naw be seryanda; xawkirdinewey hendê alozî le regî kirdar û le pêşgir û paşgirda; şewey kirdarî (transitive) le katî rabûrdûda; hereweha gelêk meseley giringî tir ke ta derçûnî em du berhemey mamosta Kurdo baş lêyan nıkolrabûwe”

Navê  Prof.Dr.Qanatê Kurdo,navê zımane meye.«zıman bınge u bınaxe yekıtıya andamên mılete,çeka serbesti u serxwebûna wıye; lı jıyin  u efırandına xwda her mılet,merıvên her cıvakê hevbendıya xwe,pevgırêdana xwe bı hevra dıkıne yek..Bê hevbendı, bê pevgırêdanaz xwe bı hevfehmkırın qet mıletek, qet endamên cıvakê nıkareın  bıjin  u bıefırinın. Çeka hevbendı,pevgırêdana andamên cıvakê, u ka netevan bı hevra, çeka hevfehmkırına wan bı hevra  zımane.Zıman neynıka diyanet,feraset.rewş, birûbawara mılete,neynıka ruh,ruh,can u tarixa  mılete.Zıman wusan jı çeka pêşkevtına   merıvên mılet u cıvakêye.Rengrû  u rewşa jiyin u efırandına her mıletı,her andamên cıvake lı zımanda t^ber çavan,zıman  kaniya tarıx u kûltûra mılete,sbeb v^ye kê her mılet,andamên  her cıvak^zıman^xwe hın dıbe,dıxweze bızanbe qanûnên u çêkırına zımanê dayka xwe.»  (3)

Zanîsta-îlmê gramatîka Kurmancîya Prof.Dr. Qanatê Kurdo
Li ser nıvısandına zımane Kurdı Prof. Dr.Qanatê Kurdo “Havina sala 1946 ez lı Lêningradê çûme Ermenıstanê nav xızmen xwe. Lı Erêvanê ez rasti heval u hev’kare xwe Emınê rehmetlı hatım. Gotuybêja me  derheqa zımanê k’urdıda u dersdayina zıman lı dabıstanên  Kurdıda bû. Hıngê Emınê Avdal jı mınra got “Qanat, tu zımanzanı. Têbi çend salan lı Lêningradê da lı fakûltêta palanda dersê zımane Kurdi daye, wusan jı çaxê tu lı zanınga Lêningradêda  hın dıbû,te wusan jı dersê grammatıka  Kurmanci dıda hevalên xwe Rûs u Kurmancan, yên  ku tevı te hin dıbûn.Bı fıkıra mın  tu dıkari bona  dersxanên me kıêba dersê zıman bınıvısi”

Mın got:”Nıvısandına grammatıka zımanê Kurmanci ne rehete,peşketıyen me ser  qanûna  zımane  Kurdi heta nıha tıştek bı Kurmanci nenıvısine, qanûna axaftına  zıman , ya lı  hev hatına xeberan şırovenekırıne termın3en grammatıkı bı kurmanci tune,ez jı derheqa wê yekêda fıkırime,r^ça nıvısandına grammatika zımanê me tune, ku hebûya ezê têda bıçıma.Emın got”Reç tune. Tu we rêçê bıkışine, bıra  yekı dın lı rêça teda here, ez dızanım nıvisandına grammatika zımanê me ne rehete,tu carnan havina  dıhati Ermenistanê,te lı kursa dersdaranra  dersê graammatıkê dıgot,hema wusan ji bınvise, ter min hêç, termine bêne  huhastınê,lê şırovekırına formên grammatikê u qanûnê zıman tuyê rast  bınıvısi,çimki pırakıtika te lı  dersdayina zımane Kurmancida heye,gerek tu bınıvisi.”(4)

Prof.Dr.Q.Kurdo Ilmê grammatika Kurmancîye nıvısi bu .Parçeye yekemin Fonetık e.« Fonêtîk ulm û zanîzta hînbûna peydabûna sewtana(dengane). Fonêtîka şîro ve dikw bi çi teherî (cûreyî) û bı arîkarîya kîjan andamêd (organên) axaftinê(xeberdanê) sewt(deng) çê dibin, yan jî peyda dibin. »(5) Duyemin Morfolojî ye(formzanîn). Morfolojı,  hînbûn û hinkirina cûrên xeberane ; ew guhastina xeberan şîro ve dike, bi şîrovekirin tine ber çavan çi teherî cûrên xeberan têne guhastinê, çawan kutasîya(paşkoka)xeberan li hev tên, çi teherî 3u bi arîkarîya çi xeber çê dibin. »(6).Sıyemın. Sîntaksîs(ristesazî) e, zanîsta sazkirin û çêkirina rista(hevokane) ; ew şîrovedike bi çi teherî riste(hevok yan jî cumle) ji xeberan çê dibin, çawan bendên xeberan li hevokanda li hev tên, çawan hevok bi hevra têne girêdanê û çend cûre hevok li xeberdanêda (axaftinêda) hene.(7) »

Prof.Dr Q. Kurdo karekî bê hempe kir di pirsa amade kirina kadroyên kurdnasîyê da. Mirov dikare bêje wî bi tenê karê zanîngehekê kirîye. Dor bîst kesan bi seroketîya wî têzên xwe, ên doktorîyê anade kirine. Nav wan şagirdên wî da kesên ji rojhilat, başûr û rojava Kurdistanê hebûn. Ôagirdên wî usan jî ji Tûrkmênistaê, Azêrbacanê, Ermenistanê û Rûsîya hebûn.

Xên ji wan kesên wî bi xwe seroketî lê dikir, wî usan jî bi şêwr û şiretên xwe alî kadrên mayîn dikir. Kesên berbi wî biçûna tu caran destevala venedigerîyan.

Bi seroketîya Prof.Dr.Q. Kurdo Kabînêta Kurdnasîyê li pişka Lênîngradê, ya Înstîtûta Rohilatnasîyê, bû navenda kurdnasîyê, ya here navdar li seranser cihanê.

Prof.Dr.Q. Kurdo di van beşen kurdnasîyê da berhemên hêja pey xwe hiştin; dîalêktologîya, lêksîkologîya, têkstologîya, folklorîstîka, edebîyetnasî, dîroknasî û êtnografîya.

Pêşekzana dîroka gelê kurd, profêsor Yêv. Vasîlêva  derheqa karê wî da ha dinvîse:“ Dijwar e di karê profêsor Q. K. Kurdoyêv da wan problêman cihê bikî, ku ji bo wî bêtir balkês bin. Zanîyarê bi bîrewerîya ênsîklopêdîsta, temamîya jîyana xwe de lêgerîna aloztirîn pirsên zimanê kurdî û zimanzanîyê, lê pêra jî dîrok û dîroknûsîya kurdî ji demên lape kevn heta demên nûtir, ji goveka balkêşîya wî, ya zanîyarîyê, der neman.

Gîyana Prof.Dr. Qanatê Kurdo bi kurdîyetîyê va tijî bû, kurdîyetî ji wî dibarî! Kurdîyetî ji bo wî “nexweşîke înfêksyon” bû û ew “nexweşî” pir lez ji wî derbasî xelkên dorê, şagird, dost û hevalên wî dibû. Şayîrê bi nav û deng, Ebdela Peşêw  seva Qanatê Kurdo dinvise;  ’Mamosta Qanatê Kurdo, yekeke le pyawe herre mezinekanî kurd. Çi wek kesayetî, çi wek zana, çi wek niştimanperwarekî kurdiantanî, cêpencey beser dîroknamewe dyare û ta bê zêtirîs derdekewê.

Prof.Dr Qanatê Kurdo her tişt dikir, ku kurd ziman, dîrok û çanda xwe bizanibin û bi wan ve bêne girêdanê. Bê guman piranîya ronakbirên kurdan vê yekê dixwezin, lê Qanatê Kurdo ji bo vî karî xwe diwestand, xwe diêşand. Ew yek ji bo wî bibû wek karê rojane.

Havîna sala 1955-a wî çend şiîrên Cegerxwîne ser daktîloyê lêxistî ji min ra şandin û ji min xwest, wekî heta hatina wî, ez wan ezber bikim. Hingê bawar bikî ji kurdên sovêtê tenê çend kesa navê Cegerxwîn bihîstibûn, îcar ku ma şiîrên wî bixwînin.

Ew nivîsarên kurdîye bi tîpên latînî, yên yekemîn bûn ku ketne destê min. Ez bi alîkarîya kekê xwe, Rizalî fêrî wan tîpa bûm û min sipartina apê xwe bi cîh anî. Bi wan şiîrên Cegerxwîn, perda hesinîye di navbera kurdên sovêtê û kurdên Kurdistanê, ku wan sala hê jî hebû, ji bo min hinekî bilind bû. Wan şiîra ber min riya kurd û Kurdistanê vekir. Heta niha jî ez wan pelên kaxazaye êdî zerbûyî, wek pelên ji pertûkên pîroz diparêzim.

Du sala şûn de Qanatê Kurdo di pertûka xwe, ya zanîyarîyê de, “Rêzimana zimanê kurdî (kurmancî)”,  ya ku bi zimanê rûsî çap bibû, çawa nimûnê têkstên kurdî, çend şiîrên Cegerxwîn çap kirin. Ew yekemîn car bû ku nivîsarên Cegerxwîn li Yekîtîya Sovêtê bi zimanê kurdî çap dibûn. Gerek bê gotin, wekî Qanatê Kurdo piştovanê elfeba kurdî, ser binga tîpên latînî bû. Ew bi wê bawarîyê bû, wekî elfeba bi tîpên kîrîlî bi zor stuyê kurdên sovêtê pêçane û çiqwas zû ji wê rizgarbin, ewqas baş.

Gava bi peymana 11-ê adarê sala 1970-î li Silêmanîyê Zankoya kurdî vebû, ji bo xwendina kûrseke ser zimanê kurdî Q. Kurdo dewat kirin Silêmanîyê.

Prof.Dr Qanatê Kurdo komûnîst bû û wî yekemîn armanca xwe çawan komûnîsdt di xizmetkirina gelê kurd da didît, yek ji bindesttirîn gelên li rûbarê cihanê.

Sala 1984-a, ji bo 75 salîya ji dayîk bûyîna Prof.Dr. Q. Kurdo li beşa Lênîngradê, ya înstîtûta Rojhilatnasyê AZ ya YKSS civîneke pîrozbayêye mezin hat bi dar xistin. Rojhilatnasên nav û deng, heval û hogirên wî ên salan, bi dilgermîke mezin ew pîroz dikirin, kar û xebatên wî carekê jî dinirxandin. Lê gava dora wî hat û gişk bendê bûn wê ji gişkan ra spasîyên xwe bêje, wî bi tûndî seroketîya înstîtûta rojhilatnasîyê rexne kir, wekî baş guh nadin pişka kurdnasîyê, wekî Yekîtîya Sovêtê di sîyaseta navnetewî da granîyê nade rewşa gelê kurdî bindest.

IV. Lİ SER JİYANA WEJEYE  Prof.Dr QANATE KURDO

Peşgotına Mamosta  lı ser Zend –Avısta  Dıwana  5’ a Cıgerxwîn pır weje û dewlemende. di pêşgotina DÎWANA Cigerxwîn a 5’an de, Cigerxwîn, şîir û helbestên wî, bi zimanekî pir baş, ilmî û delal dide naskirin.Mamosta go ”Lê sed car heyf niha zanyarên lîteratûra kurdî tunene, lê ez bawar dikim, ku li paşwextiyê zanyarên wusa ji nav neteweyê kurd derekevin, mujûlî wan pirsan bibin; kî dizane, dibe wextekê li Kurdistana serbixweda înstîtuta lêgerîna lîteratûra kurdî bê naskirinê bi navê Cegerxûn û di wê înstîtûtêda bi pilanî mijûlî efrandinê wî bibin. Layqe jî bê sazkirinê û zanyarên kurd bixebitin nek bi tenê li ser lêgerîna şêr û helbestên wî, lê wusan jî li ser nivîsarên wî derheq zimanê kurdî (li ser ferhenga wî kurdî û destûra wî ya zimanê kurdî û yên din). Bi fikir û ramana min efrandinên Cegerxûn bi temamî bi naverokên xweva, bi hunurê nivîsarêva, bi bedewiya nivîsandina xweva ji nivîsarên gelek şayîrên dinyayê bi navdar, şûreşgir û demoqratên niha danaxwe. Eger şêr û helbestên Cegerxûn bihatan wergerandinê ser rûsî, înglîsî, fransî û almanî, dinyayê pê bihesiya û bigota eva giliyan rastin, neteweyê kurd dikare xwe bextewar hesab bike, ku şayîrekî wusan mezin, pêşkevtî, demoqirat û înternasîonalîst ji nav sîng û berê Kurdistanê derketiye û, helbet, neteweyê kurd dikare.”

”Berê pêşîn ez gelekî şad bûm, ku şervan û têkûşerên kurdan li Evropa hene, teşkîl û sazmanên wan hene, ku ew bi pirsên rewşenbîrkirina neteweyê xweva mijûl dibin, dixwezin dîwana Cegerxûn bona xebatkar û tekûşerên îş û karên ronahiyê çap bikin. Ez gelekî şame, ku we ramana xwe kiriye yek, ku ez bîr û baweriya xwe mîna pêşgotinê li ser wê dîwanê binivîsim. Ew sipartin bextewarîke mezine, li jiyîna xweda ez gihîştime wê rojê, ku bi xwestina we dikarim şixulekî bi xêr û hêja bikim bona neteweyê xwe.

”Spartina we li ser çava qebûl dikim, lê divêt hûn bizanin, ku nivîsandina pêşgotinê bona dîwana şayîrê meyî mezin û hezkirî Cegerxûn ne tiştekî hêsaye. Bona vî karî, bona vî şixûlî divêt meriv li hemû pirsanda zana, hozan û pisporbe, bi zanîna xweva çend seriyan li Cegerxûnra be; ez xwe hesab nakim merivê wusan û bi fikira min pêwiste bêjim, ku heta niha sed car heyf, ku li bav netewiyê meyî bindestda merivên wusa tunene; bi rastî gotî, dibe hebin, lê min navê wan ne bihistiye, eger hebûna, minê xwe bextewar hesibbikira û ji kovara ”Roja Nu” ra binivîsiya, ku nivîsandina wê pêşgotinê bona dîwana Cegerxûn bispêrne wî. Lê niha herçend serwerên wê kovarê pêra layq dîtîne, ji minra nivîsiye, ku ez ”pêşgotinê ango dîtona xwe mîna pêşgotinê” binivîsim, ez mecbûtim wê xwestinê biqedînim, bînime serî.

Cegerxûn bi reng û rûyê xweva, bi nivîsarên xweva wek teht û kelemên serê çiyayên Kurdistanê here bilinde;sedan sed sal hatine, çûne û bihirîne, lê ew teht, ew kelem li ciyê xweda bi tîk, qaym û berk mane, Cîgerxûn jî li hunerweriya xweda, li bîr û bawara xweda bi qaym serbilin û serfiraz maye û li riya xweda her diçe û diçe.

Di jiyîna Cegerxûnda li nav her çar parên Kurdistanêda gelek rojên giran qewimîne, li jiyîna xelkê kurdda gelek caran bûye reşbayî, bobelîsk, tofan û baran, lê teht û kelemên serê çiyayên Kurdistana dabeşkirî li ciyê xweda mane, ne leqiyane; Cîgerxûn jî mîna wan teht û keleman li ser bîr û bawara xweda bi qaym, berk rawestaye, ji ciyê xwe çep û rast ne leqiyaye, ne hejiyaye, raste-rast li riya xweda ber bi merem û hebesta xwe diçe û wê here; ew bûye dengbêj û borîjenê serbestiy û azadkirina neteweyê kurd, ev bû û eve armancan jiyîna wî mêrî. Li dor û berê çiyayên kurdan, li deşt û bestên Kurdistanê xûnavîda xelqê kurd toximê kurdewerî û wetenperweriyê reşandiye. Li tarîx û dîroka kurdanda gelek û gelek zeftkar hatine, ku rabine ser wan teht û kelemên serê çiyayên welatê kurdan, xwestine kurdan qir bikin, li nav xweda pûç bikin, bihelînin, lê nikaribûne û nikarin bikin. Ji rijhilat, ji rojava, ji jor (bakûr) ji jêr (başûr) gelek û gelek caran dijminan li ser kurd û Kurdistanêda girtine, gelek caran mêrkuj û xûnrêjên mîna Cîngîsxan, Ayatola û mayatola kurd û Kurdistan kirine nav agir û alavan, talan û tajan kirine, sotine, kuştine, lê nikaribûne reha kurdan ji binîva biqurçinînin, nikaribûne û nikarin, çimkî gelek mêrên mîna Cîgerxûn ji nav sîng û berên çiyayên Kurdistanê ji paşila jinên kurd yên delale xûnşîrin û binge û binejiya kurdan derketine, rabûne û ala kurdeweriyê û kurdperweriyê, ala azadkirina kurd û Kurdistanê girtine destê xwe, serwerî û rêbirî li şerê serxebûna neteweyê xwe kirine. Navê gelek mêrxas, şerkeran û qeremanen li tarixa kurdanda, xasima li sedsaliyên nozda û bîstanda, aşkeraye. Wana jî toximê azadkirina kurd û Kurdistanê reşandiye, her sal li dû hev ew toxim li nav deşt, mêrg û newal û bestên welatê kurdan hêşîn dibin, digihîjin, li nav wanda gelek kulîlk, gul dibişkivin û dilê keç û xortên kurd şa dikin û pêra tînne bîra wan, ku ew gul, ew kulîlk bi xûna mêrxasên meydanê şerê serxebûna neteweyê kurd avreşan bûne, gihîştine û bihar-bihar her sal dil canê qîz û xortên kurd qal dikin û ew hazir dibin bona rojên oxirmê giran, bona roja xîret û namûsê.

Miletê kurd bi navê mêrxas û qeremanên şerê serxebûna welatê xwe fexîr û kubar dibe, nek bi tenê bona wê yekê, ku li tarîxêda ew mêrxas û ew qereman bi çek û sîlahanva rabûne, derketine meydana şerê azadkirina miletê xwe, lê wusan jî wana mala xwe, canê xwe û ruhê xwe terxan kirine bo xatirê serxwebûna kurdan, bo xatirê azadiya wan. Miletê kurd wusan jî bi navê şayîr û helbestvanên xwe fexir û kubar dibe, ew qedir û qîmetê wan dizane, bi navê wan serbilinde, çimkî ew şayîr, ew helbestvan ji ber pêş û paşila jinên kurd yên jîr û êgin û zîrek derketine, ji nav şaxên Kurdistanê rabûne, derketine meydana şer, li rex qeremanê çekdar wek teht û kelemên serê çiyan bi şêranî ala rengê sor, kesk û sipî girtine destê xwe, şer kirine, mala xwe, ruhê xwe, canê xwe terxan kirine bo xatirê azadkirina neteweyê xwe, welatê xwe.

Li sala 1952-da min miqalek bi navê ”Lîteratûra kurdên derva derheqa halê kurdên Sovêtîstanêda” li kovara ”Îstoriya î fîlologiya strav Vostoka”-da vî. 3 li Lênîngradêda bi zimanê rûsî çap kir. Di wêda min çend rêz şêrên Cîgerxûn li ser welatê Sovêtê çap kirin, anîn ber çavên xwendekaran, ku pê bihesin Cegerxûn di şêrên xweda dinivîse, ku Sovêtîstan dostê neteweyê kurde, ku ew terefdar û piştîvanê şerê azadîkirina xelqê kurde, ku eskerê sor wê bibe azadkerê kurd û Kurdistanê, ku xelqê kurd ketiye ser riya Marks û Lênîn û qet tu cara ji wê rê der nakeve.

Li paşê li nav salên 1946-1953-da min li zanînga Lênîngrada dersê zimanê kurdî dida şagirtên kafêrdra fîlolojiya îraniyê. Bi biryarê wê kafêdrê gerek ew şagirtên kurdî hîn dibin, biçûna nav kurdên Ermenîstanê, bibînin ew çawan dijîn û li nav wanda bi praktîkî hînî xeberdana zimanê kurmancî bibin. Havîna sala 1953 min şagirtên xwe M. B. Rûdênko, R. L. Sabolov, T. N. Paxalîna, A. I. Îvanova, A. A. Grûnbêrg, H. I. Usupov û yên din bi xwera birine praktîkê kurdên nehiya Abaranê. Berî hîngê bextê min lê xistibû, dîwana Cegerxûn ya duduwan jî ketibû destê min. Eva dîwana ji ya pêşîn baştir bû, têda nek bi tenê şêr û helbestên derheqa jiyîn, ayîn, hal û dîroka şerê serxwebûna kurdan hatibûne nivîsandinê, lê wusan jî derheqa dostî, hevkarî, azadî û aştî li nav neteweyên bindestîda hatibûne nivîsandinê. Şêr û helbestên vê dîwanê gelek xweş bûn û min ew dîwan bi xwera bir. Ez û şagirtên min em li gundê mezin cîwar bûn. Hingê Emînê Avdel bi jin û zarûwên xweva hatibûne wî gundî, li mala xalê Cindîda cî-war bûbûn. Bi xwestina Emînê Avdel ez jî çûm ketme mala xalê wî û tev kulfetê wî cîwar bûm, şagirt jî li otaxên dersxanêda cî-war bûn. Hîngê min carnan şêrên dîwana Cegerxwûn ji Emînra û biçûkên mala wîra dixwendin. Ew şêr bi Emîn û zaruwan xweş dihatin. Li paşê min û wîva ramana xwe kire yek, ku ji wê dîwanê şêrên Cegerxûn yên bajarvaniyê (şêr û helbestên pêşketî, şûreşgirî, kurdewerî, wetenperweriyê, dostî û hevkariya neteweyan) hilçinin û cuda li beravokêda bona kurdên Sovêtê bi herfên kîrîlîkî (rûsî) çap bikin. Hingê hevalekî me kurd li komîtêta partiya kamûnîstên Ermenîstanêda dixebitî. Em çûne cem wî, ku ew arîkarî me bike bi tevayî em herne dîwaneke çapxanê lava bikin, ku şêrên Cegerxûn yên bijare bi herfên rûsî bona kurdên Ermenîstanê çap bikin. Wewî hevalî milê ne da ber xwestina me, got: ”Ez çi zanim Cegerxûn kiye, belkî koneperest derkeve, dijminê welatê Sovêtê be, zehf ji ewî çend xweberên baş derheqa welatê meda nivîsîne xwe hesab dike bolşevîk, komînîst”. Ez Emînê Avdel bi dilê xem, por pojman ji otaxa qulixa wî derketin, vegeriyan çûn.

Li sala 1957-da min rêzmana xwe ya kurmancî (Gramatîka kurdskogo yazîka (kurmancî) bi zimanê rûsî çap kir. Hingê min pêra layq dît çend şêrên Cegerxûn di wê rêzimanêda çap bikim. Min ev şêrên jêrîn: ”Halê gundiyan”, ”Reşo û gundî”, ”Ta kengê emê karker û cotkar bin”, ”Xendin”, ”Pembûwê meye, lê em tazîne”, ”Heval Pol Robson”, ”Mehrecana Berlînê”, ”Hozan û şayîrên kurd” di wê rêzmanêda çap kirin (300-310). Di rûpelê şeşanda derheqa Cegerxûnda min ev xeberên jêrin nivîsîne: ”Cegerxûn vîdayûşîîsya kurdskiy poêt Sîrîî, botêts za nasîonalnûyû nêzavîsîmost, dêmokratiyû î osvobojdêniyê narodov Blijnêgo Vostoka ot gnêta împrîalîzma” yanê ”Cegerxûn şayîrê kurdên Sûriyê navdare, li helbestên xweda ew derdikeve meydana şerê neteweyên bindest ji bin zulma împêrîalîzmê bo xatirê serxwebûna wane demoqratî”.

Li paşê di nav salên 1963-1966 Ordîxanê Celîl ji Ermenîstanê şandibûne Lênîngradê cem me, ku kursa apîrantûrêda hîn be. Çaxê ew hîn dibû, min herdu dîwanên Cegerxûn dane wî, ku bixûne. Li wextekîda ew bû nasê efrandinên Cegerxûn, şêr û helbestên wî hez kirin. Rojekê ewî ji minra got: ”Apê Qanat, baş dibe, eger hine şêrên Cegerxûn bi herfên rûsî bona cahilê Ermenîstanê çap bikin”. Min got: ”Ew meremekî başe, çend sal berê min bi xwe xwest wê xebatê bikim, lê hingê hevalekî qulixdar û berpisyar li wê pirsêda arîkarî min nekir, niha tu bike, ezê arîkarî te bikim, şêrê Cegerxûn bijare çap bikim”. Ewî şêr û helbestên Cegerxûn ji dîwanên wî yê bajarvaniyê derxistin, wergerandne ser herfên rûsî û pêşxeber ji berhevoka wan şêranra bi kurmanciya şkestî nivîsî, di wê pêşgotinêda derheqa qedir û qîmet û nirxê wan şêran li pirsa civakî û siyasetêda şiro vekir, pêşgotin da min, min ew rast kir û ramana xwe bona çapxana Ermenîstanê nivîsî, ku çapkirina wê berevika şêr û helbestên Cegerxû gelek bi muhîm û feydaye bona kurdên Ermenîstanê. Ew Berevok li sala 1966 li Ermenîstanê bi lê nihêrîna wêzîrê Eso hate çapkirinê.

Li sala 1966 ji Azêrbecanê kurdekî ji minra namak nivîsî; ewî di nama xweda nivîsîbû: ”Navê min Eskerov Şamile, ez kurdê nehiya Kelbêcarême, li wê nehiyêda kurd dijîn, min mekteba partiyê li Bbakuyê xilas kiriye, niha li nehiya Kelbêcarê li nav kurdanda mijûlî xebata rewşenbîrkirina netewe dibim, mêla min heye li ser lêgerîna lîteratûra kurdî bixebitim, ez lava dikim, tu bi kerema xwe ji minra binivîsî lîteratûra kurdî heye?, li kîderê dest dikeve?”.

Min bersiva nama Eskerov Şamil nivîsî, ku du dîwanên şayerekî kurdên Sûriyê li cem min hene, nivîsarê wî gelek bi qîmet û hêjane, navê wî Cegerxûne, ezê dîwanên wî ji tera bişînim, tu bixûne bi fikira min layqe meriv xebateke zanyarî derheqa efrandinên wîda binivîse”. Ew qayl bû, name nivîsî, got: ”Bi kerema xwe wan herdu dîwanan ji minra bişîne, ezê serbixebitim, lê bigerim, serderiyê lê bikim, dîsêrtasiya zanyarî li ser efrandinê wîda binivîsim”. Min herdu dîwanên Cegerxûn ji Eskerov Şamilra şandin. Sal û nîvek şûnda ew hate Lênîngiradê, meheke havîn li mala minda ma, hemû kovar, rojnamayên kurmancî (Hewar, Roja Nu, Ronahî, Stêr) û kitêb û pertokên li ser tarîx û kûltûra kurdan çapkirî xwendin, çi bona xebata wî zanyarî lazim bû, ewî jê hilçand û sala 1969 bi xêr û silamet dîsêrtasiya xwe ”Efrandinên şayîrê kurd Cegerxûn” pawan kir. Xên ji wê ewî pertokek bi zimanê azerbêcanî ”Xelqin şayîr Cegerxûn” çap kir. Di xebatên xweda Eskerov Şamil efrandinên Cegerxûn parê ser van koman dike: I ) Şêrên yekbûn û rewşenbîrkirina (ronahîkirina) 2 ) Şêrên dostiya neteweyê kurd û neteweyê Sovêtê, 3 ) Şêrên li ser aştiyê li dinyayêda? 4 ) Şêrên pêşberî şêx û pîrên muftexur.

Li paşî analîza van şêran Eskerov Şamil mijûlî kêş û qafiya (çapa rêzebendê) şêrên Cegerxûn bûye û hatiye ser wê fikirê, ku Cegerxûn şêrên xwe bi çapa rêzbenda û forma muxames, mesnevî, qasid, rûbayî û gezelî li hev anîne lê bi piranî ewî şêrên xwe bi formên bangan nivîsîne, gelek şêrên wî rêzên wan şeşbangîne, heftbangîne, heyştbangîne, dehbangîne û mîna stranên kurdî bendên wan li hev tên û bi teqil têne gotinê û stranê. Li paşî wan nivîsarên min li jorê navê wan nivîsandî li gelek nivîsarên nivîskar û zanyarên Sovêtîstanêda navê Cegerxûn dihate nivîsandinê, dihate gotinê, ku ew şayîrê neteweyê kurdî herî pêşkevtiye, herî dêmoqrat û înternasînaliye (binêre ”Almanax Kurdskoy Lîteratûrî”, Baku, 1959; Ndo Mahmudov, Neteweyê kurd, Êrêvan, 1959 (bi zimanê Ermenî); Bolaşya Sovêtskaya ênsîklopêdiya, Moskva, 1963, t. 24; Jurnal ”Drûjba narodov” 1963, N 12 û yên din).

Bi vî cûreyî nav û dengê Cegerxûn li nav Sovêtîstanêda belav bû, biçûk û mezinên kurd navê wî şêrên wî bihîstine, dixûnin gelekan şêrên wî ezber kirine, li êvariyanda bi ezber dibêjin; zanyarên kurd û rohilatnasên Sovêtê pê hesiyane, ku şayîrekî kurd şûreşgir, pêşketî û demoqrat heye, ku navê wî Cegerxûne e. Me eva zanibû çaxê herdu dîwanên wî pêşîn ketibûne destê me. Niha em pê hesiyane, ku dîwana wî sisiyan ”Kîme ez” derketiye û niha ji dîwana wî ya çaran hazir bûye bona çap kirinê. Eger em bi temamî li naveroka (mezmûna) hemû dîwanên wî binêrin, baş bifikirin, emê bêne ser wê fikirê, ku efrandinên wî bi bîr û bawara xweva, bi nêt û meren û mebestên xweva pareve dinin ser van koman: I ) Şêr û helbestên li ser jiyîn, ayîn û halê kurdan; 2 ) Şêr û helbestên li ser zana, hozan û şayîrên kurdan; 3 ) Şêrên dildariyê û evîntiyê; 4 ) Şêrên li ser bajarvaniyê (yên dostî û hevkariya neteweyan û aştî li nav wanda) 5 ) Şêrên tarîx û dîroka şerê serxwebûna kurdan, 7 ) Şêrên pêşberî muftexuran (axa, beg, şêx, pîr, bûrjûwazî û kapîtalîstan), 8 ) Şêrên pêşberî zulma faşîzmê, 9) Şêrên rewşenbîrkirina (ronakbîrkirina) neteweyê kurd, 10 ) Şêrên pêşberî dîn, diyanet û ayîna berê kevneperestî, II ) Şêrên fîlozofiyê. Bi cuda pêvîste zanyar û lêgerînker li ser her komeke van şêrên Cegerxûn bixebite, bi zanyarî mijûlî analîza (ji hev derxistina) wan bibe, qimetê wan, hêjayiya hunurê wan nîşanî xwendevanên me bikin. Lê sed car heyf niha zanyarên lîteratûra kurdî tunene, lê ez bawar dikim, ku li paşwextiyê zanyarên wusa ji nav neteweyê kurd derekevin, mujûlî wan pirsan bibin; kî dizane, dibe wextekê li Kurdistana serbixweda înstîtuta lêgerîna lîteratûra kurdî bê naskirinê bi navê Cegerxûn û di wê înstîtûtêda bi pilanî mijûlî efrandinê wî bibin. Layqe jî bê sazkirinê û zanyarên kurd bixebitin nek bi tenê li ser lêgerîna şêr û helbestên wî, lê wusan jî li ser nivîsarên wî derheq zimanê kurdî (li ser ferhenga wî kurdî û destûra wî ya zimanê kurdî û yên din). Bi fikir û ramana min efrandinên Cegerxûn bi temamî bi naverokên xweva, bi hunurê nivîsarêva, bi bedewiya nivîsandina xweva ji nivîsarên gelek şayîrên dinyayê bi navdar, şûreşgir û demoqratên niha danaxwe. Eger şêr û helbestên Cegerxûn bihatan wergerandinê ser rûsî, înglîsî, fransî û almanî, dinyayê pê bihesiya û bigota eva giliyan rastin, neteweyê kurd dikare xwe bextewar hesab bike, ku şayîrekî wusan mezin, pêşkevtî, demoqirat û înternasîonalîst ji nav sîng û berê Kurdistanê derketiye û, helbet, neteweyê kurd dikare bi navê Cegerxûn ferîx û kubar be.

Çend gilî li ser dîwana Cegerxûn ya çaran pêvîste bêjim. Ew dîwana niha li ber mine, ez bi hewasdar wê dixûnim û mîna berê şêrên wî, helbestên wî bi kurmanciya xweş û şîrin hatine nivîsandinê. Çaxê meriv wê dixûne, qêmîş nake wê dîwanê ji destê xwe derxe, meriv her hewasdare wê bixûne û dermanê dilê xwe têda bibîne, çar û mikane, nêt û meremê xwe li riya serbestkirina neteweyê kurd têda bixûne, pê bihese, bizanbe Cegerxûn şayîr û dengbêjê çi zemanî û çi bîr û bawarêye.

Şêr û helbestên dîwana Cegerxûn ya çaran bi naveroka xweva mîna şêr û helbestên her sê dîwanên wî pêşînin. Ew jî bi raman, nêt û meremên xweva li ser jiyîn, hal û şerê serxwebûna neteweyê kurd hatine nivîsandinê. Bi texmîn ew parevedibin ser sê koman: I ) Şêrên evnitiyê (evindariyê yan jî dildariyê); 2 ) Şêrên kurdeperweriyê û wetenperweriyê; 3 ) Şêrên jiyîn, ayîna kurdan, yên tariya wan û Kurdistanê.

Di van şêrên xwe yên evîniyêda Cegerxûn ah û zar dike û ah û zarê wî li ser welat têne kirinê, di wanda ew dibêje û ji xema dilan dilûvîne, ku ji dûriya evînê derd û kulê wî pir bûne, di wanda ew xebera ”evîn” li şûna xebera ”welat”, li şûna xebera ”Kurdistanê” dide xebitandinê. Çaxê ew ji hizkirî, ji dilketî û evîna xwera dibêje: ”Eman ji derdê dûriyê”, ew dixweze bêje, ku ewî dûre ji welatê xwe, ku li welatê xerîbda dijî, ku ew ji derdê dûriya evina xwe-Kurdistanê di xweda ketiye, diponije, ew nîşan dike, ku ewî bîra welatê kal û bavê xwe kiriye, ku ew dixweze welatê xwe azad bibîne, bi serbest hemêz ke, pê şad be, bigihîje bext û mirazê xwe-Kurdistanê azad û serbest bibîne. Bi şêrên evintiyê Cegerxûn tê ber çavan mîna xortekî evîndar, mîna merekî mirazxwez, ku evîna wî, mirazê wî serbest û serxwebûna kurd ûKurdistanê.

Rastê, kesek vî îş û halê neteweyê kurd qayl nabe nek bi tenê naxweze vî îş û karî, wusan jî hemû dost û cinarên wî xêrxwez dixwezin, ku kurd serxwebûn bijîn. Çaxê xeberdan tê kirinê, ku neteweyê kurd bi tomerî 20 mîlîonî zedetire, (li Tirkiyê 10 mîlîonin, li İraqê sê mîlîonin, li Îranê pênc mîlîonin, li Sûriyê mîlîoneke) xêrxwez û dostên kurdan dibêjin: ”divêt dewleta kurdan serxwebûn behe”. Raste, divêt serxwebûna kurdan hebe, lê neteweyê kurd ji destî dabeşkirina welatê xwe ketiye bindestê sê-çar gurên har, (hukmeta, Îranê, İraqê û Tirkiyê), ew tu caran naxwezin kurd û Kurdistan bi serxwebûn bin, ew dixwezin heta hetayê parçê Kurdistanê li bin destê wanda bimînin. Dibe li paçwextiyê hal û wext û zeman bê guhastinê li wan her çar welatanda kêm û zêde qayl bin avtonomiyê bidne kurdan, ew jî avtonomiya nav li ser mîna avtonomiya kurdan li İraqêda.

Niha em dibînin, ku dinya parvebûye ser sê komên mezin: 1. Dinya sîstêma welatên sosialistiyê, 2-Dinya sîstêma welatên kapîtalîstan û împerîalîstan, 3-Dinya welatên serxwebûn yên bêteref. Welatên Îranê, İraqê, Tirkiyê û yên din li Rojhilata nezik dikevne nav dinya welatên sîstêma serxwebûn. Ew welat jî dibînin eger hal û wextê dinyayê tê guhastinê û eger xêr û bêr û kara wan di wê guhastinêda heb, ew siyasetiya xwe derva diguhêzin: yan xwe li aliyê dewletên sîstêma sosialîstiyê digirin, yan jî xwe li aliyê dewletên sîstêma kapîtalîzmê digirin û bi dizîva dibne dost û hevalên împerîalîzmê.

Bi xeberdan, bi zar her kes dibêje ”Li zemanê hilşandina (rûxandina) sîstêma koloniyêda, helbet, mafê neteweyê kurd heye bi serxwebûn û serbest bijî”. Ku xelqê kurd serbest be, bi serxwebûn bijî, lazime hukmetên stemkar destê xwe ji parçê Kurdistanê bikişînin, bihêlin kurd bi serbest û serferaz bijîn, yan jî pêvîste neteweyê kurd hemû hêz û qewatên xwe bike yek, şer bike û bi zorê serxwebûna xwe bi destê xweva bîne. Ji van herdu riyan riya pêşîn bi destî hukmetên stemkarên kurdan qet tu caran nabe û nayê kirinê, riya paşin her riya raste, şûreşgeriyê, divêt di wê rêda yekîtiya kurdan hebe, ew bi destê zorê serxwebûna xwe bi destê xweva bînin

Hewar û gaziyên Cegerxûn: ”Şer kin bo xatirê welat”, xwînê nerêjin, kesek ji mera nabêje milet” rastin . Lê pêvîste serkarên tevgera neteweyê kurdan baş bizanibin, ku kengê pêvîste kurd bi top û tiving derkevine meydana şerê serxwebûna kur û Kurdistanê. Bi top û tiving, xişt û xenceran li paşî şûrşa Okyabrê li nav salên 1918-1932 da kurd rabûn, şerkirin pêşberî stemkarên xwe. Hingê wextê wan çek û silihan bû wî wextî stemkarên kurdan sist bûn, mîna niha tank balafir (firoke), rakêtên wan tune bûn, eger yekîtiya kurdan wî wextî hebûya, eger axa, beg, û şêxên kurda xayîn derneketana, terefdar û arîkarên kurdan ji welatê derva hebûna, kurdên serbest bibûna, ser ketana. Lê sed car mixabim, wusan neqewimî. Ew sal û zeman çûn, derbas bûne, niha hal û hewalê welatên stemkaraên kurdan hatiye guhastinê, ew bi hêz û qewat bûne, bûne xwedî leşkerên bi tertîb û tendurust, bi tank, top, firoke, rakêtên şer, hemû sazmaniya hukmeta wan, hemû teşkîlatên wan yên partiyê, yên rewşenkirinê bûne hêlîna şovîniyê, faşîzmiyê. Eger niha kurd bi top, tiving û reşaş, bê arîkariya hundur û dervan rabin, li serê çiya şer bikin, ew nikarin li pêşberî leşkerê bi tank, firoke, rakêt teyax bikin, dibe şerê wan wê wextekî bikişîne, lê divêt ew bizanibin, ku ew di şerê wusanda ser nakevin, wê belaş xûna xwe bêrêjin, gundên xwe bajarên xwe bidne ber tankan, firokan birûxînin û malê xwe bidne talan û tajankirinê. Şerê kurdan yên serxwebûna wan niha pêvîste bi şerê hemû îşker û karkerên tirk, ereb, û farsan va bê girêdanê, divêt pale, gundî, rêncber, xebatkar û bîrewarên gund û bajarên tirk û kurd yên ereb û kurd û yên fars û kurd bi hevra, bi tevayî rabin pêşberî kevneperestan û împerîalîstan, pêşberî zulma hukmeta dîktatorî, bo xatirê sazmaniya here demoqratî, bo xatirê dostî, hevkarî û wekheviya kurd û ereb kurd û tirk, kurd û fars. Eve armanca nivîsarên Cegerxûn. Li cîkî di ew

Her şêreke Cegerxûn, her helbesteke her çar dîwanên Cegerxûn ji nav dil û hinavê wî, ji kuraniya dilê wî, ji hiş û aqilê wî gihîştî û safî û ji behra zanîna wî hatine gotin û nivîsandinê; peydabûna wan, efrabdina wan bi hal û wextê dinyayêra dirêdayiye, ji ber hal û jiyîna kurdên bindestî û zerandî û ji ber roja wane reş û bextê wanî kor şêr û helbestên Cegerxûn hatine hunandinê. Di wanda wîne û şiklê kurd û Kurdistanê bi destî hostayê xeberên bedewî kişandinê. Kesek di xemil, nexş nitra wanda şikbir nabe, gişk bi rast û rasteqînin Lê pêwîste ji bîr nekin, ku ew li cî û wextê xweda giranbiha û bi nirxin. Binga naveroka her çar dîwanên wî bîr û bawara efrandinên wî ewin, ku şerevan û tekuşerên neteweyê kurd zanibin, ji bîr nekin, ku riya azadîkirina kurd û Kurdistanê dûr û dirêj û girane, bona wê yekê niha, li berê pêşin lazime yekîtiya hemû kom û partiyên wan, hebe lazime li pêşin ew bixebitin, nehêlin milet qir bibe, pûç be, divêt milet xwedî bikin, ku ew xwe wunda neke, zimanê xwe, kûltûra xwe, yekîtiya pêwan bike, bona vê yekê divêt kom û partiyên wan li her dera bi serbixwe hebin, divêt komê wan (yên xortan, yên jinan, yê xebatkaran, yên gundî û pala, komê ronikirina milet, yên çapkirin û belavkirina kovar û rojnamên krdî) bi aşkera û binîva û tevgirêdana wan bi hevra hebe, divêt tevgirêdana wan wusan jî bi hemû komê pêşkevtî yên ereb, tirk û farsanra hebe, bi tev wan bixebitin, pêşberî kevneperestan û împerîalîstan şer bikin, şer bikin pêşberî hukmeta diktatorî û şovîniyê şer bikin bo xatirê sebestiya xwe bo xatirê dostî, biratî, hevkarî û aşîtî li nav kurd û ereb, kurd û tirk, kurd û fars. Eve bîr û bawara Cegerxûn, eve dilxweziya wî, merem û mebesta efrandinên wî.”()

<

Çend berhemên wî jî; “Lêkolîna zaza”, “Dîroka kurdnasîya Rûsîya û Yekîtîya Sovêt”, û çendekên mayîn hê jî çap ne bûne.

Baştirîn rîya rêz girtinê ji bo zanîyaran, ew çap kirina berhemên wan e. Sala 2009 100 salîya ji dayîk bûna Q. Kurdo temam dibe. Wê baş bibe, heta wê salê berhemên wî, ên sereke bi kurdî (kurmancîya jorîn) bên wergerandin û çap kirin. Divêt ew dewlemendî bigihîje destê xwedîyê xwe, gelê kurd. ..>> Tosine  Rechid Sala 1985 a 31 ê oktobirê li Lênîngradê zanyarê mezin di76 saliya xwe de çû ser dilovaniya xwe… di sala 1985’an de diçe ser dilovaniya Xwedê: