Qertên SIM dibin sîxurê berîka we

Qertên SIM dibin sîxurê berîka we

Qertên SIM dibin sîxure di berîka we de.

Li gorî bisporekî ewlekariya teknologiyê ji ber xeletiyeke pêkanînê milyonan mirov bi metirsiya diziyê,guhdarkirinê û şopandinê ve tênê beramberî hev.

Karsten Nohl da diyarkirin ku wî bi rêkek dîtiye ku bi rêka peyameke xeta telefonê dikare bighêje nihênî û zanyariyên digital.

Bi xwe herkesî hişiyar dike ku bi vê rêkê mirov dikarin bêne guhdarkirin û perê wan bêne dizîn.

Komeleya ku nunertiya torên telefonên destan û kargehên wan dike komeleya GSM(GSMA) da diyarkirin ku ew van hizrana vedikin.

Bisporê ewlekariya teknologiyê Karsten da diyarkirin ku vê kêliyê qertên nezîkî 500-750 milyon mirovî ji bo êrişeke dirayî vekirîne. Bi yek peyamê bi navê tora xete ve bikarhênerê telefonan dikarin metirsiyen mezin bikîn. Bi taybet qerta wan weke amureke guhdarkirinê dikare bête bikaranîn.

Herçend Karsten aşkere nekiribe jî bê piranî ev qertana li kîjan welatine da diyarkirin ku pirani welatên Efriqa van qertana bikar tînin. Karsten di heman deme de da diyarkirin ku li welatên Efriqa pirani teledonan ji bo karen benqa bikar tinin. Ev jî dê rê bide ku jiyana bikarhêneran di metirsiyedeye.

rewanbej.net