Qeyrana li Tunusê kûr dibe

Qeyrana li Tunusê kûr dibe

Li Tunusê qeyrana di navbera desthilat û opozîsyonê de mezin dibe. Serok wezîr Elî El-Urayyid bang li hemû aliyan kir ku hevkariyê bikin. Opozîsyonê jî daxwaz kir ku hikumetek alternatîf bihête avakirin û endamên serbixwe jî di nav de bin.

Li Tunusê ku yekem car xwepêşandanên Bahara Erebî lê destpêkir, vê carê jî xwepêşandanên li dijî desthiladariya îslamî pêk tên. Piştî hilweşandina rejîma Zeynel Abidîn Bin Eli di Mijdara 2011’an de ji bo nivîsandina pêşnûmeya makezagona nû meclîsa damezrêner hate avakirin. Lê ji ber îslamî û laîkan li hev nekirin pêvajoya nivîsandina makezagonê xitimî. Niha bi deh hezaran kes daxwaza dest ji kar kêşandina Partiya Îslamî ya Ennahda dikin.

Li Tunusê qeyran di 25’ê Tîrmehê de bi kuştina siyasetmedar Muhammed Îbrahimî, zêdetir kûr bû. Piştî vê rûdanê opozîsyon dakete kolanan. Beriya wê jî yek jê serokê opozîsyonê Şukrî Belid di nav kolanê de hatibû kuştin. Opozisyon îdîa dike ku ev kuştin ji aliyê Ennahda ve hatine kirin.

Beşek ji opozîsyonê daxwaz dikin ku hikumetek berfereh bihête avakirin û hemû alî di nav de cih bigrin. Lê beşek jî daxwaz dikin ku serok wezîr Eli El-Urayyid dest ji kar bikêşe. Lê belê Ennahda van pêşniyazan qebûl nake. Serokê partiyê Reşid El-Gannuşî diyar dike ku ew dest ji desthilatê bernadin û opozîsyon jî li hember demokrasiyê bê rêziyê tometbar dike. El-Gannuşi diyar kir ku ewan li dijî desthiladariya dîktator şoreş kirine lê niha opozîsyon li dijî wan hewl dide derbeyê bike.

Piştî kuştina Îbrahimî 70 parlamenteran meclîs boykot kiribûn. Serokê Meclîsê Mustafa Bin Cafer jî xebatên nivîsandina makezagonê dabû sekinandin.

Rewanbej.net