Qeyrana pevçûna nav Tirkiyê berdewam dike; Berpirsekê din yê ewlekariyê yê Tirkiyê xwe kuşt

Qeyrana pevçûna nav Tirkiyê berdewam dike; Berpirsekê din yê ewlekariyê yê Tirkiyê xwe kuşt

Cîgirê Mudurê Emniyeta bajarê Isparta ya Tirkiyê Abdî Altinok xwe kuşt. Cenazeyê Altinok rakirine morgê.

Piştî operasyona dawî ya gendelî û bertîlê ya Tirkiyê, gelek berpirsên emniyetê yên Tirkiyê ji kar hatin girtin û di nava emniyetê de qeyranekê mezinpeyda bû. Vê carê jî Cîgirê Mudurê Emniyeta bajarê Isparta ya Tirkiyê Abdî Altinok di mala xwe de xwe kuşt. Piştî ku Altinok gule berda serê xwe, ew rakirin naxweşxaneya dewletê ya Gulkentê lê nehate rizgar kirin.

Cenazeyê Altinok ji bo lêkolînê rakirin otopsiyê.

Ji aliyê din ve  Alîkarê Mudurê Emniyeta Bajêr ê ji Muduriyeta Şaxê Asayîşa Enqereyê Berpirsyar Arîf Canli û Alîkarê Mudurê Emniyeta Bajêr ê ji Muduriyeta Şaxê Personelan Berpirsyar Hasan Karaca ji kar hatine dûr xistin.