Qonaxa aşitiyê ya Bakûrê Kurdistanê ber bi kê derê ve diçe?

Qonaxa aşitiyê ya Bakûrê Kurdistanê ber bi kê derê ve diçe?

Ji bo dema diyar kirî ya 1’ê Îlonê tenê hefteyek ma. Lê belê di vê qonaxê de, daxuyaniyên berpirsên PKK’ê û yên dewleta Tirk mîna diyaloga ker û lalane. Her du alî jî hevûdin tawanbar dikin ku pêdiviyên pêvajoyê pêk ne anîne. Niha çavê rayagiştî li ser 1’ê Îlonê ye. Gelo dê rengê qonaxê çawa be.

Despêkirina qonaxa nû hêviyek mezin afirand

Di Newroza îsal de rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi daxuyaniyek fermî aşkere kir ku serdema şerê çekdarî bi dawî bûye û ew dixwazin pirsa Kurd bi rêyên demokratîk û siyasî, di çarçoveya diyalog û hevdîtinan de çareser bibe, êdî xwîn raweste. Ocalan diyar dikir ku di tekoşîna gelê Kurd de qonaxekê nû destpê kiriye. Ev daxuyanî ji aliyê rayagiştî ya netewî û navnetewî erênî hate pêşwazî kirin û deng veda.

Bêyî astengî hevdîtinên aşkere destpê kirin.

Di çarçoveya vê qonaxê de hewayek erênî li Bakûrê Kurdistan û Tirkiyê ava bû. Şandeya parlementerên BDP ji bo berdewam kirina diyalog û pêkahatina aşitiyê li gel berpirsên hikumetê, Îmraliyê, berpirsên PKK’ê û her weha Başûrê Kurdistanê rêze hevdîtin pêkanîn. Ev hevdîtin bi awayek fermî qebûlkirina diyalogê bû.

Ji bo pêşde çûna pêvajoyê qonax hatin diyar kirin. Di qonaxa yekem de dihate hêvî kirin ku PKK hêzên xwe yên çekdarî bikêşe derveyî sînorên Bakûrê Kurdistanê û hikumeta AKP’ê ji bi derxistina yasayan astengiyên li pêşiya mafê siyasî ya gelê Kurd rake. Lê belê ji bilî axaftin, hevdîtin û destûra hevdîtinan AKP’ê di polîtîkayên xwe de ti guhertinek pêk neanî.

Qonax ber bi qeyranek nû ve diçe

Berpirsên PKK’ê daxuyandibûn ku hikumeta AKP’ê ji bo çareserkirina pirsa Kurd ti gavên ber çav ne avêtiye û ji bo gav avatêninê jî heta 1’ê Îlonê wext diyar kiribûn. Rêveberiya KCK’ê di daxuyaniya xwe ya dawî de destnîşan kiribû ku hikumeta AKP’ê polîtîkaya mijulkirinê bi rêve dibe. KCK’ê got ku AKP dest ji polîtîkayên xwe yên şerê psîkolojîk bernedaye. KCK’ê ji ev pirs ji Erdoxan dikir: erê te mafê xwebirêvebirina gelê Kurd pesend nekir. Tu mafê bikaranîna ziman jî qebûl nakî. Başe gelo tu dê vê pirsê çawa çareser bikî? KCK’ê daxwaza projeyek zelal û berçav ji hikumeta AKP’ê dike.

Rêberê PKK’ê di hevdîtina xwe ya digel birayê xwe de diyar kiribû ku pêvajo bi gavên yekalî nameşe divê herdu alî jî pêdiviyên berpirsiyariya xwe bi cîh bîne. Her weha Ocalan di hevdîtina dawî ya digel şanda BDP’ê de jî diyar kiribû ku ji bo ew bikare rola xwe baş bilîze divê rewşa wî stratejîk be.

Hikumet bi roxmê neavêtina gavan aliyê Kurd berpirs nîşan dide

Hikumeta AKP’ê ji destpêka desthiladariya xwe heta niha hemîşe di axaftinên xwe de soza çareseriya pirsa Kurd didin. Her çend di vê bareyê de xudan gotinên hevgirtî û polîtîkayên bi îstîkrar nebin jî helwesta destpêka qonavê erênî dihate nirxandin.

Lê vê gavê li hember daxuyanî û daxwazên berpirsên PKK’ê hikumeta AKP’ê jî heman awayî PKK’ê tawanbar dike. Berpirsên hikumetê îdîa dikin ku hêzên PKK’ê hêşta derneketine derveyî sînoran. Her weha daxuyaniyên berpirsên PKK’ê weke gef dibînin û vê jî qebûl nakin. Serokwezîr Erdogan li hember diyarkirina demê bi gef bersiv dabû û gotibû ku heger ji nûve êrîş bikin bila biceribînin. Hêzên me yên ewlekariyê jî nabêjin hûn bi xêr hatine. Erdogan diyar kiribû ku ew paketekê nû aamade dikin û heta du hefteyên din dê aşkere bikin.

Rawêjkarê serok wezîr Yalçin Akdogan jî di nivîsa xwe ya dawiyê de dibêje tu dibêjî qey tenê ew bi aqilin. Akdogan ji bo daxuyaniyên berpirsên PKK’ê jî dibêje ev daxuyanî ne li gor pêdiviyên qonaxê ne. Her weha Akdogan diyar dike ku PKK gotinên Ocalan pêk nayne û gotinên wî di hewa de mane.

Di serdemekê weha giring û hestiğyar de çarenûsa gelê Kurd yê hemû perçeyan gav bi gav zelal dibe. Rojavayê Kurdistanê Kurd ber bi statuyekê ve dimeşin. Kongreya Netewî ya Kurdistanê hêviyek mezin dide Kurdan. Bi taybet ji bo çareserkirina pirsa Kurd ya Bakûrê Kurdistanê hêviyek mezin ava bûye. lê…

Weke me di destpêka  nivîsê de jî got diyalog vegeriyaye diyaloga ker û lalan. Niha çavê hermû raya giştî li ser 1’ê îlonê ye. Gelo qeyranek nû li rêda ye yan dê pêngavên ber çav hebin?

Rewanbej.net