Qeyserê Svaziland xwe amade dike zewaca panzdehemîn bike

Qeyserê Svaziland xwe amade dike zewaca panzdehemîn bike

Qeyserê welatê Svazilan ku li parzemîna Afrîkaya Başûre, xwe amade dike da zewaca xwe ya 15. bike. Qeyser Mswati yê sêyem, bi zewacên xwe hemîşe dikeve rojeva cîhanê.

Qeyserê welatê Svaziland Mswati yê sêyem vê carê jî bi keçikek 18 salî re dizewice. Li gor nûçeya rojnemaye Svaziland Observer navê keça 18 salîya bi navê  Sindiswa Dlamini ye û dê bibe jina 15. ya qral. Nûçe dibêje keçikê hêşta nû dibistana xwe qedandiye û keçik beşdarî pêşbirkek ciwaniyê bûye.

Keçika 18 salî bi ahenga “Liphovela” derkete pêkberê qral. Di dema ahengê de keça 18 salî ya bi navê Sindiswa Dlamini bi tazî derkete pêşberê qeyserl û mêhvanên wê dans kir.

Qeyserl Mswati yê sêyem ji sala 1986î vir ve qralê vî welatî ye. Şêniyê vê welatê ku li parzemîna Arfîkaye 1,2 milyone û hek jê welatê herî hêjar yê cîhanê ye.