Ramana wateyî û şênber di zimanê Kurdî de

Ramana wateyî û şênber di zimanê Kurdî de

Di zimanê Kurdî de taybetmendiyek heye ku hendî ez geryame û min nihêrtiye di zimanên din ên derdor û cîhanê jî tune bûye yan kêm rol bûye, ew taybetmendî jî yek raman û du wateyên heyî û manawî di du peyvan de.
wek:
zam û birîn
jan û azar (êş)
raz û nîhan (nihênî)
pak û xavîn (kavîn)
awêzan û awête 
rayel û pird 
aso û rê 
htd...
anku: zam birîneka manewî ye, lê birîn di laşê de ye û xuya ye.
rayel pirdeka manewî ye, lê pird yan pir ew heyî ye ku cihek bi cihek din digehîne.
raz ew tiştên ku di dil de ye, lê nîhan yan nihênî ew mijara veşartiye ku ne eşkere ye.
htd...
hêvxwazim zimannasên me zêdetir li ser vê mijarê stan bin û zêddtir pey vê kangeha zêrîn biçin û zelaltir bikin vê mijarê..