Ramana Xwedê di Teoriya ”Made û Formê” ya Arîstotales de

Ramana Xwedê di Teoriya 'Made û Formê' ya Arîstotales de
Çawa ku teoriya <îdeayan> ya Platon, navenda giştî ya felsefeya wî be, teoriya Arîsto (Arîstotales) ya
Li gor baweriya Arîstotales jî, îdea çawa ku Platon dibêje; ne li derveyê nesneya ne û ne jî li derveyê demê û war in. Îdea, hilika hemû heyîna ne û di nava wan de ne. Nesneyên ku em wan bi saya sehekên xwe dinasin, bi temamî xwediyê hilikeke hevpar in (lewnek, formeke xwe hene) û ev xala wan ya hevpar, nûneritiya yekîtiya wan dike. Ango yekîtiya wan temsîl dike.
Form (lewn), şekl dide madeyê û ya ku em wê yeko yeko di hemû heyînan de dibînin jî, ew form bi xwe ye. Di vê xalê de tê dîtin ku Arîstoteles ji bo pirsgirêkên (hişkegirêkên) mîna yekîtî, pirranî, naguhêrbarî û çêbûnê, rêyeka nû ya çareseriyê peyda kiriye. Made, derfet (îmkan) û dibetiyek e, wekê hêzekî ye û ya ku dê bigihêje şeklekê ye.
Form, wê madeyê digihêjîne şeklekê (şeklekê dide madeyê) û wiha dike ku ew dibe tiştekê li holê ya bilewn û rasteqîn. Made di destpêkê de ne nesneyeke diyar (kifşkirî) e, hê ne bûye
Ji bo hemû heyînên di gerdûnê de jî, em dikarin vê yekê bibêjin. Arîstoteles gerdûnê, ji hêla made û formê ve wek giştek qedemebûyî dibîne. Heyîna ku li dereceyeka jêrîn e, ji bo heyînekê ku li jora wê ye (raserê wê ye),
Mesela keresteyên înşaatê li gor xanîyekî, made ye û xanî, forma wê ye. Lê li gor darê, keresteyên înşaatê form e. Di binê herî kûr ya vê qedemebûnê de, madeya yekemîn ya ku bi temamî bêform e, heye. Di cîhê herî bilind ya vê qedemebûnê de jî,
Têgeha
Çavkanî: Çend Fragmentên Felsefî - Ali Gurdilî