Rêberek ji yê gelê Kurd Mam Celal koça dawî kir

Rêberek ji yê gelê Kurd Mam Celal koça dawî kir

Sekreterê giştî yê YNK, Rêberek ji yê gelê Kurd, siyasetmedarê jîr û jêhatî Serok Celal Talabanî koça dawî kir. 

Mam Celal Talebanî di 12. 11.1933 li Başûrê Kurdistanê li gundê Kilkan girêdayî Dokanê ji dayîk bûye, 
.
Şoreşger, welatperwer, têkoşer û serokê Kurd Celal Talabanî îro (03.10.2017 demhijmêr: 15:04) ê li bajarê Emanya Berlînê koça dawî kir.

Celal Talabanî sala 1933 yan hatiye dinê.  Di destpêka salên 1950 de dibe endam û sazkarê yekîtîya xwendkarên PDK.  Di nava demê de, dibe kesekî payebilind di nava Partîya Demokrata Kurdistanê de. Di sala 1961 ê dijî hikûmeta Abdulkerim Kasim kete nava têkoşînê. Di sala 1963 yan de beşdarî şandeya hevdîtinên li gel Serokkomarê Iraqê Abdukselam Arif dibe.

Di sala 1975 ê de YNK ava kir. Piştî salekê dijî dewleta dagirker ya Iraqê dest bi têkoşîna çekdarî kir.

Celal Talabanî di jiyana xwe de navê xwe li nav siyaseta rojhilata navîn û cîhanê de nivîsî.

Di sala 1992 ê de li gel PDK-YNK revebiriyeke hevbeş hate avakirin.  Ji sala 1993 û pêde li beyna PKK û dewleta Tirkîyê de dewra navgînîyê leyist. 


Mam Celal 18 ê Kanûna 2012 ê nexweş ket û piştî hingî nekarî biser xweve werê. 
24 ê Tirmeha 2014 ê karê wî yê Serokkomarîya Iraqê bidawî bû.

Serok Celal Talabanî jiyaneka pir bi têkoşîn, bi Zehmetkêşî û xizmeta Kurdayetîyê jiya.

Îro li Berlînê koça dawî kir.