Rejîma Îranê bikarhênerên înternetê binçav dike

Rejîma Îranê bikarhênerên înternetê binçav dike

Li bajarê Refsincanê bi hînceta ku li ser malperên înternetê babet belav kirine 8 kes ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatin binçavkirin. Rêxistina Peyamnêrên Bêsinor a Îranê jî zextên rejîmê yên li ser bikarhênerên înternetê şermezar kir.

Rêxistina Peyamnêrên Bêsinor di raportekê de besa binçavkirina  bikarhênerên înternetê dike û dibêje di hundirê 2 mehan de li Refsincan, Kirman û Tehranê ji ber sedema belavkirina mijaran li ser înternetê 25 kes ji aliyê rejîma Îranê ve hatine binçav kirin.

Rêxistina navbirî destnîşan dike ku herî dawî  8 kes li bajarê Refsincanê bi hinceta belavkirina mijaran li ser înternetê ji aliyê hêzên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine binçav kirin. Li gorî heman çavkaniyê Serdozgerê Refsincanê ragihandiye ku, ev kes ji ber belavkirina mijaran li ser înternetê hatine binçav kirin.

Li gorî raporta Peyamnêrên Bêsinor, di 13’ê Kanûnê de Cigirê Serdozgrê bajarê Kirmanê binçavkirina 16 kesan pişt rast kiriye. Cigirê serdozger jî diyar kir ku sedema binçav kirina wan belavkirina mijaran e li ser malperên înternetê. Li gor çavkaniyan ji dema Rûhanî hatiye ser kar û heta niha zextên li ser rojnamevanan zêde bûne.

Basnews