Rewanbêjî û Siyaset – Samî Tan

Rewanbêjî û Siyaset – Samî Tan

Mirovan hin caran ji ber dilê xwe hin caran ji ber zimanê xwe êş û jan kişandine.

Hin caran ji ber dilê xwe, lê pirî caran ji ber kêmaqiliya xwe êş û jan kişandine. Ev her sê tişt; ziman, aqil û dil ji bo kamilbûn û perwerdebûna hest û ramanên mirovan sê hêmanên bingehîn in.

Di vê nivîsê min dil heye, der barê van her sê hêmanan de çend tiştan bibêjim.

Em pêşî bi dil dest pê bikin. Dil ji hêla mirovan ve wekî kana hest û dilînan hatiye dîtin.  Mirovan ji ber dil gelekî êş û jan kişandine.  Lewma jî Baba Tahirê Hemedanî ji ber vê êş û janê bi nalenal gotiye:

Meger şêr û piling î ey dil ey dil

Li min  bi şer û ceng î ey dil ey dil

Eger destêm bigihê te, dê xwîna te birêjim

Da bibînim çi reng î ey dil ey dil

***

Li aliyê din ziman wekî navgîna ragihandin û danûstandinê, têkiliyê di navbera mirovan de saz dike.

Rengê têkiliyê bi şêwaza mirov, bi zar û zimanê mirov dirust dibe.

Lewma jî ziman hem dişê mirovan ji gelek dafikan rizgar bike, deriyê dilê mirovan li ber mirov veke, hem jî dikare belayên giran li serê mirov çar bike. Bi kurtasî hem dikare rezîl bike, hem jî dikare ezîz bike.

***

Pêşiyên me gotine, “Zimano leqoleq, seriyo teqoreq”. Wate, ziman her ku digere, serê xwediyê/a dixe belayê. Pêşiyên me wisa bawer kiriye. Têkildarî vê yekê çend peyvên din jî hene, her wekî;

– Zimanê dirêj darkutkê serê xwediyê xwe ye.

– Zimanê xwe birî, cihê xwe kirî.

– Ziman girtî, ser rehetî.

– Sikûtê ziman, silametiya îman

***

Ev gotin ji mirovan dixwazin ku bêdeng bin, zêde “zimandirêjiyê” nekin da ku serê wan nekeve belayê.

Ev gotin encama bîr û baweriyekê ne. Ev bîr û bawerî jî bi domana hezaran salan re pêk hatiye. Nexwe gelek mirovan ji ber zar û zimanê xwe êş û jan kişandine.

***

Hin caran jî mirov bi zimanê xwe berevaniya xwe dike, mirov xwe ji êrîşan diparêze. Li ser vê yekê jî  ev gotinên pêşiyan hene:

– Zimanê we nebûya, dê qijikan çavên we derxistina.

– Bûkê zar û ziman tune, xwesûyê dîn û îman tune.

***

Ev jî tê wê wateyê ku zêde bêdengî û henûnî jî ne baş e, divê mirov li hin cihan parastina xwe bike; bi qasî ku zimanê mirov digere berevaniya xwe bike.

Tecrûbeya  mirovan ev rastî derxistiye holê: “Ziman bê hestî ye” tu bi kîjan aliyî de badî diçe, lewre jî divê mirov bi zimanê xwe bikare, mirov devê xwe li ber hin kesan sist neke, li bal hinekan “devê mirov tijî xwîn be divê mirov tif neke.”

***

Ji bo ku mirov karibin di hest û ramanên xwe de hevsengiyekê pêk bînin, hefsarê hest û ramanên xwe bigirin destên xwe, aqil  diyarker e. Pêşiyên me beredayî negotine, “Aqilê sivik barê giran.” Pêwîst e, aqilê mirov ne sivik be ku zimanê mirov bê ser û ber negere da ku mirov bi ber lehiya qeza û belayan nekeve, çem û çem nehere.

Zimanê ku bi hostetî û zanatî were bikaranîn, deriyê dilan vedike. Ji ber vê yekê gotina “Mirov bi ziman digihêje esman” derketiye holê. Heman ziman dikare mirov bixe heft teqebe binê erdê jî, rake ber perê esmanan jî.

***

Di dîrokê de kesên zana girîngiyeke taybet daye ziman, ji ber yekê ilmê retorîk û belaxatê ango  rewanbêjî  û hunera axaftinê derketiye holê.  Zanyaran  xwestiye kesên ku pêşengiya civakê dikin di vî warî de werin perwerdekirin. Kesên pêşeng û siyasetmedar li ber destên kesên zana hatine perwerdekirin.

Di medreseyên Kurdistanê de jî ev perwerdehî hebû.  Lê piştî ku hebûn û zimanê kurdî hatin qedexekirin, êdî kurd ji her tiştî bêpar man.

Di warê belaxatê de meleyên kurd hinekî perwerdekirî ne, lê ew jî bi rêbazên pir kevn. Ji ber ku zanista xweşbêjî û rewanbêjiyê li cîhanê gelekî bi pêş ketiye.

Îro siyasetmedarên kurd di vî warî de ji perwerdeyê bêpar in. Ji ber vê yekê ew dikarin bi zimanê tirkî heta radeyeke wasatî hest û ramanên xwe vebêjin, lê ku hat ser zimanê kurdî, dibin latûte, peyv li bin guhên hev dikevin; yekê ji Şamê yekê ji çîn û maçînê dibêjin.

Dema wisa bû, êdî gotinên wan tesîrê li kesî nakin. Dema ku gotina mirov pera neke, siyaset jî bi pêş nakeve.

Lewma jî divê pêşî siyaseta kurd bala xwe bide vî warî, li çand û zimanê xwe vegere da ku karibe bandorê li civaka xwe bike û rê nîşanî mirovan bide.

Azadiya welat