Rêwresma jenosîda Barzaniyan birêve diçe

Rêwresma jenosîda Barzaniyan birêve diçe

Îro bi boneya sîhemîn salvegera jenosîda Barzaniyan rêwresmek taybet li goristana şehîdên Enfalê ya Barzan pêk dihêt. Berpirsên hikumetê, partiyan û mêhvan beşdariya rêwresmê dikin.

Di 31’ê Tîrmeha 1983’yan de rejîma Baas 8 hezar kesên Barzanî bi awayek dij mirovane ji malên wan derxistin û li herêmên Behrikê, Quştepe û Herîr şehîd kirin. Navê vê komkujiyê jî kirin Enfal.

Serokê Lijneya amadekar ya rêwresmê Berevan Hemdî diyar kir ku armanca vê rêwresmê ewe ku dixwazin vê tawana dij mirovahiyê cardin bînin bîra hemû cîhanê. Hemdî got: ’Li hember hemû zulm û zoran herêma Barzan bûye cihê berxwedanê û beşdarê şoreşa gelê Kurd bûye. Ji lewra bûye amancê êrîşên dijwar. Em bi vê boneyê jenosîda li hember gelê Kurd bi bîr tînin.’