Rewşa dawî ya Kerkûkê

Rewşa dawî ya Kerkûkê

Li gorî vê sibê ji aliyê Kurdistan24 ve hatî ragihandinê, şevîdî hêzên Heşda Şabî êrîşî çeperên Pêşmerge kir.
Li gorî nûçeyê Encûmena Asayîşa Kurdistanê ragihand ku terorîstên Heşdî Şabî bi amûrat, trêmbêl û çekên artêşa Emerîka ve êrîş kirine.

Hate ragihandinê ku 5 navgînên leşkerî Hamar û otomobîlên leşkerî ji aliyê Pêşmergeyan ve hatine şewitandin û çeteyên Haşdî Şabî şikest xwarine.

Ji aliyê dîtir ve li gorî çavkaniyên ji deverê bo Rewanbêj ragihandî, gelê Kurd, bi hezaran kes bi çekên xwe ve, ji navçeyên derdorê berbi Kerkûkê ve diçin.
Hate diyarkirin ku hejmara Kerkûkê ji ber dilxwazên parestina Kerkûkê zêde bûye.

Însîyatîfa Xwebexşên Kurdistanê jî yên bêhtir ji Kurdên Bakurê Kurdistanê pêk tên bi çek û rextên xwe ve diçin Kerkûkê.

Rûdawa şevê dî kete rojevê, xwevekişîna hindek hêzên girêdayî Pavel Talabanî bû.

Pavel Talabanî berîya çend rojan daxuyaniyên xwe bi aliyê hikûmeta Iraqê ve dabûn.
Şervanên girêdayî Pavel Telebanî di dema êrîşa terorîstan de, bi fermana Pavel Talabanî ve şûnve hatine kişandin.

Deverên ji aliyê koma serbi Pavel ve hatî valakirin, ji aliyê Pêşmergeyên YNK yên li jêr fermandariya Kosret Resûl ve û hêzên Zêrevanî ve têne dagirtin.

Li gorî zanyarîyên ji deverê tên, Gerilla û Pêşmerge pêkve dijî terorîstan şer dikin.