Rêzepirtukên Zarokan yên Newaf Mîro hatine çapkirin

Berhemên hêja û bi nirx ji bo zarokên Kurd, ji aliyê nivîskarê Kurd Newaf Mîro ve hatine weşandin. Rêzepirtukên Zarokan bi navê -Hitokê û Papûşko, li Amedê, di weşanxaneya Morî û Zarok de hatine çapkirin.
Li gorî zanyariyên Nivîskar bo Rewanbêj derbirî; Pirtûk ji bo zarokên temenê xwe biçûk bi awayekî Pedagojîk hatine sazkirin. Di heman demê de ji aliyê Pedagogan ve hatiye xwendin û bîrûraya wan hatiye wergirtin.
Pirtûk ji aliyê wênesazên bispor ve hatine xet û xêzkirin. Pirtuk ji aliyê Weqfa Deutsch-Ezidische Stiftung ve hatine xêzkirin.
Berhem, bi xewn û xwestekên zarokan ve rengîn dibe. Her weha dibin pira, navbera çand û zimanên cûda de. Di vî berhemî de, dinya bi çavê zarokan ve tête şirovekirin.
Nivîskar Newaf Mîro dibêje; bi van berhema min xwest deynê zaroktiya xwe ya têr pê şa nebûm bidim, zarokên me yên bi zimanê xwe xewna dibînin. Çawa her mirov li ser zaroktiyekê ava dibe, gava ew zarok di hundurê mirov de diçe yan vedimire, hingê mirin li ber deriye.
Hun dikarin van berhemên bi nirx, ji pirtûkfiroşan û firoşgeha Kurdî ya torê www.pirtukakurdi.com bidest bixin.