Robot jî êdî dihizire

Robot jî êdî dihizire
Zaniyarên Japan karîn robotekî nû çêbikin kû dikare bihizre, fêr bibe, û biryaran bide bi şêweyekî weha çêkirne kû nêzkî asta hizrîna mirovan be.
Osamî Hisîngaw, kû mamostey alîkarê li peymangeha teknolojiya Tokyo de, Sîstemekî nî dirûst kiriye kû dikare her çar dewrûberê xwe bibîne bi şêweyekî asayî û dikare arîşeyên xwe çareser bike.

Heman lêkolîner dibêje : Piraniya robotên kû hene tenê dikarin bi wan karan rabin yên kû bi rêya pirogiraman hatine barkirin, lê belê gelek ji vê cîhana dewrûberê me kêm dizanin.

Wekî din dibêje: Pirojeya me pêk tê ji, dirûstkirina pirekî rasteqînî di navbera robotan û cîhana meya rasteqînî de, bi şêweyekî kû danûstandineke dirûst li gel mirovan de bike.

Lêkolîner dibêje: Tûreke demarên rêxistinkirî yên pêşketî li ser robotê danane kû dikare zaniyariyan li ser tiştên dewrûberê xwe kom bike û zaniyariyan li ser berhem bîne bi şêweyekî guncaw kû karibe danûstandinê li gel bike.

Robot wekî din karîna wê heye bo nasîna wêne û deng jî heye, wekî din dikare wan karan dûbare bike yên kû fêr bûy. Berî tevgera xwe karîna xwe ya hizrandinê heye û gel li her cihekî rûberûyê tiştekî were dawa alîkariyê ji dewrûberê xwe dixawaze.

 

PNA