Rohanî: Sûrî dikare bibe qada çalakiyên radîkalan

Serokê Îranê Hasan Rohanî roja pêncşemê li Nyo-Yorkê ragihand, ku Sûrî dikare bibe deverek baş jibo çalakiyên têrorîstan. Her weha Rohanî ragihand, ku ew jiber zêdebûna hejmara têrorîstan li Sûryê endîşdare.

Wek Rohanî dibêje, ev yek ne tenê Îran, lê welatên din jî, ku dixwazin bi awakî aştyane krîza Sûryê bê çareserkirin endîşdar dike.

Her weha Rohanî got, ku hikumeta Îranê bi tundî bikaranîna çekê kîmyayî li Sûryê mehkum dike. Wî destnîşankir, bê kî li gor Tehranê di ber vê yekê de berpirsyare.