ROJ TV, NÛÇE TV û MMC hatin girtin

ROJ TV, NÛÇE TV û MMC hatin girtin

Ji aliyê welatên Ewrûpa ve derbeke mezin li weşangeriya Kurdî hate xistin. ROJ TV, NÛÇE TV û MMC hatin girtin.

Piştî biryara dadgeha Danîmarka dijî companyaya Mezopotamya û Şirketa Roj tv ya girtin û sezayekî mezin ya dirafî êdî rêka girtina van weşana jî vebû.
Welatên Ewrûpa wekî dîroka rabihurî dîsan dewrekî giring di siyaseta xwe ya Kurdan de leyist û helwestê xwe vê carê vekirî da nîşandan. Bi biryareka dijî weşanên Kurdî aşkere rêka girtinê li pêş weşanan vekir û helwestê xwe rasterast dijî gelê Kurd dane diyarkirin. Bêgûman herçend biryar ya Danîmarka be jî wekî helwestê Ewrûpa ji aliyê Kurdan ve hate dîtin.

Dihunê (19.08.2013) ji aliyê Rêvebirê Giştî yê companyaya Mezopotamya Imad yilmaz ve di derbarê girtina companyayê û weşanên Kurdî daxuyaniyek hate dayîn.  Imdat Yilmaz weha got;

Ji neçarî di encama biryareka bêdad de me îro îflasa companyaya xwe da û ji neçarî em dê weşanên xwe tevî îşev demhijmêr 24 bibirin.

Şirketên Mezopotamya Broadcasting û Roj TV îflasa xwe ragihandin. Di Dadgeha Danimarkî de biryar hatibû dayîn ku lîsansa weşanan bête rawestandin û 10 Milyon cron sezayekî bêhempa hate dayîn. Di encama van sezayan de ji aliyê rayedaran ve hate diyarkirin ku êdî ew hew dikarin di warê maddî de karê xwe birêve bibin û ew neçar mane êdî weşanên xwe bibirin. Di encama vê îflasê de weşanên ROJ TV, NÛÇE TV û MMC hatine rawestandin.