Rojên çalekiyên hunerê yên Amedê berdewame

Rojên çalekiyên hunerê yên Amedê berdewame

Orkestraya Rîtma Xwezayî ku ji aliyê zarok û xwendekarên Konservatuara Bajêr a Aram Tîgran ve li baxçeyê hate dabînkirin, bi enstrumanên weke qoşxane, şîşe, qutiya karton, binikê çayê, kevçî û klavyeya xirabûyî konserek pêşkêş kir.
Hevserokê Giştî yê BDPê Selahattin Demîrtaş ê kul i zarokan temaşe kir, got, “Zarokên çepel baş xwe bo paşerojê amade …

Di çarçoveya 2yemîn Rojên Hunerê ya Konservatuara Aram Tîgran a bi ser Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê de, Orkestraya Rîtma Xwezayî li ser Dika DBTŞê koserek da. Serperiştiya vê projeya bo Kampa Havînê ya Zarokan hatiye amadekirin Şêrko Kanîwar dike.

Hêjayî gotinê ye, Zarokên temenê wan di navbera 5-16 salî de 45 jê keç bi tevayî 60 zarok di bin navê Orkestraya Rîtma Xwezayî de bi enstrûmanên suriştî yên weke şîşe, qutiya karton, qutiya plastîk, klavyaya xirabûyî, sênî, çaydank, binkasê çayê, kevçî muzîkê hildiberînin.

Orkestraya Rîtma Xwezayî li gel Hevserokê BDPê Selahattin Demîrtaş, Şaredarê Bajarê Mezin Osman Baydemîr û malbatên zarokan bi hev re temaşe kir. Orkestraya ku stranên “Newroza Arî”, “Çûko”, “Dikim Herim Paytextê” û “Rewend” strîn û bo xatrê Çemê Munzûrê ku di bin bendavan de nefetise strana “Munzur Xeniqiyena” jî avêtin ser.

Piştî konserê Baydemîr û Demîrtaş spasî li serperiştê zarokan Şêrko Kanîwar kir û gul dayê. Baydemîr li wir weha got, “Ez cîhaneke têr aştî bo zarokan dixwazim. Bila bi ziman, çand û rûmeta xwe tê de bijîn.” Demirtaş jî spasî li xwendekar û mamosteyan kir. Demîrtaş bal kişand ser girîngiya perwerdeya hunerê û weha got, “Berhemên xwe zarok bi ziman û çanda xwe tînin pêş mîsogeriya paşeroja me ne.” Demîtaş, da zanîn ku ev zarok bi şertên berteng de karên mezin dikin û weha domand, “Zarokên çepel/çapulcî ji bo paşerojê xwe baş amade dikin.” Demîrtaş her weha spasî li Şaredar, Serokê Daîreya Çand û Turîzmê û mamosteyê zarokan kir.

“Çewlika Ajalan” derket ser dikê
Di çarçoveya rojên hunerê de lîstika şanoyê “Çewlika Ajalan” a George Orwell ku Omer Dilsoz wergerandiye kurdî li Hêwana Şanoyê ya Şaredariya Bajarê Mezin hate pêşkêşkirin. Lîstika ku bi dilgeşî hate temaşekirin bû cihê hezjêkirina mêvanan, ligel Serokê Daîreya Çandê Muharrem Cebe gelek kesî li lîstikê temaşe kir. Piştî lîstikê Cebe, kesên di amadebûna wê de ked dane gazî ser sehneyê kirin û gul dane wan.

Rojên Hunerê ya Aram Tîgran bi coş didome

2’emîn Rojên Hunerê ya Konservatuara Aram Tîgran a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku 13 hezîranê dest pê kir de hêj bi awayeke coş berdewam dike. Rojên Hunerê ya Konservatuarê pêr êvarê li salona Şanoya Bajar a Amedê şano pêşkêş kir

2’emîn Rojên Hunerê ya Konservatuara Aram Tîgran a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku 13 hezîranê dest pê kir de hêj bi awayeke coş berdewam dike. Rojên Hunerê ya Konservatuarê pêr êvarê li salona Şanoya Bajar a Amedê şano pêşkêş kir. Di şanoyê de ligel gelek hunermend û nivîskaran, mamoste û xwendekarê Konservatuara Aram Tîgran û gelek hemwelatî amade bûn. Şanoyê bi lîstika ’Çewlika Ajalan’ dest pê kir. Lîstik ji aliyê nivîskar Omer Dilsoz ji zimanê biyanî ya berhema George Orwell hatiye wergerandin. Duyemîn car e xwendekarên beşa şanoyê derfet dibînîn ku lîstîken xwe bilîzin, yekemîn car ji aliyê xwendekarên par ve hat lîstin û îsal jî ji aliyê xwendekaran ve lîstika bi navê ’Çewlika Ajalan’ hat pêşkêşkirin.
Lîstika xwendekaran rastî eleqeyek mezin hat. Piştî şano bi dawî bû derhênerê lîstikê Berrîn Çelîk û Rêzan Kaya dawetî ser dikê hatin kirin û ji aliyê Serokê Beşa Çandê ya Şaredariya Baja rê Mezin a Amedê Muharrem Cebe ve gul pêşkêşî kedkar û lîstikvanan hat kirin.

Jêder: Hawarnet.com