Rojnameya Milliyet: Ocalan dixwaze ’pakêta demokrasiyê’ bibîne

Rojnameya Milliyet: Ocalan dixwaze ’pakêta demokrasiyê’ bibîne

Hat îdiakirin ku rêberê PKKê Abdullah Ocalan diyar kiriye ku, eger ew “pakêta demokrasiyê” nebîne û hizrên xwe li ser nede ewê xwe paşve bikşîne. Hikûmeta AKPê jî ragihand, dê roja 17ê Îlonê pakêta demokrasiyê eşkere bikin.

Li gorî rojnameya Milliyet a Tirkiyê, ji bo mijara pêvajoya aşitî û pakêta demokrasiyê ya ku Hikûmeta Tirkiyê amdede kiriye , di hefeteya borî de şanda MÎTê sê caran li girtîgeha Îmraliyê bi rêberê PKKê Abdulla Ocalan re hevdîtin pêkaniye.

Rojnameya Miliyet ragihand ku, Ocalan ji şanda Mîtê re gotiye, amedekirina pakêta demokrasiyê ji aliyekî tenê ve nabe û pêvajo ketiye qonaxeke teng de û pêwîste ew jî wê pakêtê bibîne.

Miliyetê diyar kir ku Ocalan dibêje, eger ew wê pakêtê nebîne û nêrîna xwe li ser nede ew nikare tiştekî bike û ewê xwe paşve bikşîne.

Her wiha Milliyet destnîşan kir ku Ocalan gotiye li ser biryara KCKê ya sekinandina vekişîna gerîla ji Tirkiyê jî heta şanda BDPê nebîne nikare tiştekî bêje.

Ji aliyekî din, cîgirê serokwezîrê Tirkiyê Beşîr Atalay da zanîn, pakêta demokrasiyê ya ku di nav çend rojên borî de şekla herî dawî wergirtiye dê di salvgera bidarvekirina serkomarê berê yê Tirkiyê Ednan Menderes de yanê roja 17ê Îlonê ji aliyê serokwezîrê Tirkiyê ve were eşkerekirin.

Atalay diyar kir ku ew nikare tu agahiyekê li ser naveroka pakêtê bide û ev gavên dewletê wek “şoreşa bêdeng” bi nav kir.

Hevserokê BDPê Selahedîn Demîrtaş jî eşkere kir ku bo hevdîtina digel Ocalan dibe ku roja yekşema bê (sibê-15ê Îlonê) serdana girtîgeha Îmraliyê bikin.

Di rojên borî de PKKê ragihand, ji ber ku hikûmeta AKPê tu gav bo çareseriya pirsa kurd li Tirkiyê nehatiye lewma ew vekişîna hêzên xwe ji bakûrê Kurdistan û Tirkiyê didin sekinandin lê agirbest dê bidome.