Rola diyasporaya Kurd di çêbûna wêjeya nûjena Kurdî li Swêdê

Rola diyasporaya Kurd di çêbûna wêjeya nûjena Kurdî li Swêdê

scalbert-yucel

Zimanê ku ji dema damezirîna Komara Tirkiyeyê heya sala 1991`ê li Tirkiyeyê qedexe bû, di vê salê da weşanên bi vî zimanî azad bû.Mirov dikare bibêje ku heya wê rojê nivîsîn bi Kurdî di Tirkiyeyê da tunebû.

Digel vê jî, girîng e bê gotin ku di salên 70`yî da ku serdema çêbûna partîyên kurd di Tirkiyeyê bû, tevgereka biçûk a wêjeyî bi taybet der û dora kovara Tîrêjê derket holê.Piştî derbeya 1980`yî, ev tevger şikya.Pes,wêjeya kurmancî di sirgûnê û bi taybet di salên 1980`yan da geş dibe.Diyasporaya kurd li Swêdê da ji aliyekî va ji ber sirûşta penaberîya kurd li Swêdê û ji aliyê din va jî ji ber ramyarîyên (polîtîkayên) dewleta Swêdê ku Kurdan ji wê baş mifa girt roleka berçav lîst.Armanca vê nivîsê diyarkirina rola wêjeyî ya diyasporaya kurd li Swêdê ye .Loma, ez ê destpêkê da bi kurtasî taybetmendîyên diyasporaya kurd li Swêdê şirove bikim û piştre, ez ê qala ramyarîyên Swêdî bikim ku li gor dilê geşebûna wêjeya zimanê kurdîya kurmancî di vî welatî da ye.Di dawîyê da ez ê bibêjim ev wêjeyê çawan li Swêdê hatiye holê û di çêkirina wêjeya kurdî di Tirkiyeyê da rola wê çi ye.

 

Diyasporaya kurd li Swêdê;

 

Civaka kurdîya li Swêdê gelek caran diyasporaya kurdî tê bi nav kirin. Peyva diyasporayê ji hemû diyardeyan ra bi kar tê ku encama penaberîya welatekî mak ber bi çend welatan e .Diyaspora di navbereka kunkunî da tê rêk û pêk kirin û bi awayê torkî bi raweya asoyî kar dike . Eger hin nivîskar bi bîr tînin ku ev navbera nenavendî ye, hin ên din dibêjin ku cureyek navendîtî di diyasporayê da heye ku ji aliyê axa rîşeyê wan pêk tê. Taybetmenîyeka din a  wê li bara rêxistina civakî ye. Diyaspora di dirêjîya demê di civaka pejiranker da nayê asîmîle bûn. Bi awayê ramyarî û aborî dikeve nav wê. Ev yek dihêle ku ew xwe rêk û pêk bike û karê xwe yê taybet encam bide û tenê ev kar dikare wê çêbike,domdar bike û wekî diyaspora jîyana wî bidomîne û ew jî ji xwe hişyar û agahdar be.Ev karê diyasporayî çavkanîyên xwe peyda dike û piranî jî ber bi welatê çavkanî va diçe.Kurd hindik hindik ji salên 1960`î penaberî Swêdê bûn.Di salên 1970`î û bi taybet piştî derbeya 1980`î zêde çûn wî welatî.Toreka hevkarîyê ya pir xurt zû li seranserî wî welatî da pêk hat û ji salên 1980`î va, ev tora bi çêbûna Federasyona Komeleyên Kurdistanê hat xemilandin ku piştre navê xwe guhart û kir Federasyona Komeleyên Kurd li Swêdê. Ev federasyon wekî navbêynkara dewletê û gelê kurd bi taybet bo daxwazên wan ên çandî roleka girîng dilîze.Bo nimûne,Ferderasyonê di sala 1983`yan da ji Wezareta Zanîngehan û Xwendên Bilind daxwaz kir beşa zimanê Kurdî vebibe.Ev yek zû pêk hat. Yek ji taybetmenîyên Kurdên li Swêdê pêk anîna çalakîyên girîng ên çandî û zimanî ye .Wek mînak : Vebûna kursên Kurdî,weşanxane,geşbûna nivîsên bi kurdî û her wiha ramyarîyên çandî yên Swêdê jî han dide van çalakîyan.

 

 Ramyarîyên penaberî û çandî yên Swêdê ;

 

Sa zêdebûna hejmara penaberan li Swêdê, parlementoya wî welatî di sala 1975`an da ramyarîyeka penaberîyê li ser bingehên jêrîn pejirand :Beraberî,azadîya bijartinê û hevkarî. Di vî ramyarîyê da geşbûna  zimanî heye. Nêrîna “çenzimanî“ li wê demê da tê holê. Ev bo rewşekê ye ku kesek di wê da dikare du zimanan baş biaxive û binivîse.Ev nêrîn hat holê ku zimanên zikmakî û zimanên “malî“ pêş va biçin.Bi vî awayî, ji sala 1975`an, siyaseta Swêdê ya penaberîyê ji kurdan ra di dibistanan da sa hînbûna zimanên zikmakî yên penaberan bi mifa bûye. Ji salan 1984`an da zimanê Kurdî li wir tê hîn kirin û çalakîyên kêlekê wek weşan û bi taybet weşana pirtûkên zarokan tê pêk anîn. Ramyarîyên çandî û yên penaberîyê dibin yek û bi vî awayî geşbûna hêzeka wêjeyî û zimanîya kurdî li Swêdê ra bi mifa dibe.Konseya neteweyî ya Swêdê sa karên çandî (Kulturrådet),ku di sala 1974`an da durust bûye, bûrsan dan komên ku di warên cur bi cur ên çandî da (lîstin,şano,wêje, pirtûkxane, û hwd) kar dikin.Di vê çarçovê da, weşanxane û kovarên kurdî li Swêdê arîkarîya giştî werdigirin. Ji aliyê din va, nivîskar dikarin bo nivîsînê arîkarîyê werbigirin ku ji salên 1980`yî va Binyada Swêdî ya Nivîskaran(Sveriges Förtfattarfond) dide.Ev yek rê dide ku hin nivîskarên kurd bi pereyê nivîsîna xwe debar bikin. Ev ramyarî han dide geşbûna çalakîyên wêjeyî û zimanî,vebûna weşanxaneyan û weşîna kovaran ku li Swêdê ji cihên din ên Ewropayê pirtir e .

 

Pêşveçûna wêjeyeka Kurdî li Swêdê ;

 

Îro di komên wêjeyî yên Kurdî da pir caran ev pirs tê pirsîn ku gelo penaberî ji wêjeyê ra baş bûye yan na . Di rastî da, derbeyê rewşa derketina wêjeyeka Kurdî di Tirkiyeyê da xirab kir lê penaberîyê rê da vê wêjeyê çavkanîyên xwe xurt bike û jîyana xwe domdar bike.Lê ev penaberî berî her tiştî ya xebatkarên ramayarî ye. Ev xebatkarên ramyarî çima û çawan bûn nivîskar ?

Berê,wilo diyar e ku ji xebatkarê ramyarî ra ne hêsan e ji wêlêt dûr be û karê ramyarî bike. Dema ku ziman û pênaseya kurdî li Tirkiyê qedexe bû, nivîsîna bi Kurdî jî awayekî cuda ji xebatê tê dîtin. Lê penaberî navbereka azadî û rêvebûnê ye.Wate,mirov dikare hîn bibe,bixwîne û binivîse.Serencam,wisan diyar e ku penaberîyê hestên xurbetê xurt kirin û vê jî han da çalakîyên nivîsînê.Pes, ev xebatkarên berê yên ramyarî dibin xwedan azadî, dem û hin caran pere bi taybet ku eger ji arîkarêyên aborî mifa bigirin û xwe mijûlî wêjeya Kurdî dikin.Ew dibin yekemîn nivîsakarên nûjenên Kurd li Tirkiyeyê hetanî yekemîn nivîskar û yên herî pispor.

Van nivîskaran gûneyên nû wek roman û nûvêl di wêjeya Kurmancî da kar dikin.Yekemîn romana Kurmancî (Tû, Mehmet Ûzûn) di sala 1984`an da hat weşandin û cihê Şivanê Kurd a Erebê Şemo girt ku di sala 1935`an li Rewan da hatibû weşandin û gelek caran wekî yekemîn romana Kurdî tê bi nav kirin.

Yekemîn berhemên nûvelî di salên 1980`yê li Swêdê da hatin weşandin.Ew berhemên nivîskarên Kurd ên cîwar li wî welatî yên wekî Baran,Bavê Nazê,Lokman Polat,Hesenê Metê ne.Yek ji pirsgirêkên herî girîng ên komên wêjeyî û her wisa ramyarî yên Kurdî danîna binyata wêjeyeka neteweyî ya bi fermî nasbûyê ye . Bi vî awayî gûneyên cur be cur dikarin bên nimandin.Roman û nûvêl ku mirov dikare bibêje tuneye, berovajî helbestan, atûyên girîng in ku nivîskarên Kurd ê hewl bidin bigihîjin pêkanîna wan.Ev yek yê rê vebike ku nivîskarên wan hinekî jî bi nav û deng bin.Mehmet Ûzûn û romanên wî mînak in.Îro, mirov di kovarên Kurdî da dixwîne ku roman gûneyek ji wêjeya nûjen e ku pêwîstîya wê bi demê û gelek kar heye.Wisan diyar e ku Mehmet Ûzûn ji nivîsîna romanan bi Kurdî hez kiriye û xwestiye di vî warî da bibe pêşro.Di rastî da, ew yekemîn nivîskarê romanên Kurdî ye ku ji sala 1984`an va berhemên wî li Swêdê û hetanî piştre Siya Evînê û Rojek ji Rojên Evdalê Zeynikê yên wî ji sala 1992`an va li Tirkiyeyê hatin weşandin.Wî gûneyeka nû dest pê kir û di wî warî da yekem bû ku li Ewropayê û Tirkiyeyê jî tê nasîn.Yaşar Kemal di pêşgotina Siya Evînê da wî wekî serwerê romana Kurdî dide nasîn.Li bara yekemîn romana bi Kurdî di Tirkiyeyê da (Reş û Spî ya Ibrajim Seydo Aydogan) divê bibêjim ku ew di sala 1992`an da hat weşandin.

Berhemên van nivîskarên li Swêdê di kovara Nûdemê da tên weşandin ku di sala 1992`an da ji aliyê Firat Cewerî va li Stockholm`ê hatiye weşandin.

Ew di derketin û belavbûnavan gûneyên nû (nûvel,nivîsarên wêjeyê û helbesta nûjena Kurdî) da roleka girîng dilîze.Nûdem piranî berhemên nivîskarên li Ewropayî diweşîne.Ew nûnera wêjeyeka Kurdî ya nûjen lê li derveyî welêt e. Bi vî awayî dibe nîşana “wêjeyaka diyasporayê“. Ew nûnerê wan nivîskaran e ku gelek caran bi navê “nifşa 1980`yî“ yan jî “nifşa penaberîyê“ tê bi nav kirin.Di wê serdemê da mirov dikare bibêje li welêt û Tirkiyeyê da wêjeya Kurdî tunebûye û eger jî hebûye ji aliyê wêjeya diyasporayê va hatiye nehadîne kirin.Yekemîn nifşa wêjeyî ya bi fermî nasbûyî diaysporayî ye.

 

 Hîkarîya vê wêjeyê li ser wêjeya Kurdî li Tirkiyeyê;

 

Dema ku zagonên Tirkiyeyê di sala 1991`ê da dest bi serbest bûnê kirin, weşanxaneyên Kurdî jî bi Kurdî weşandin û ên din jî bi vê armancê hatin damezirandin. Lê, hejmareka pir kêm hene ku dikarin li Tirkiyeyê bi Kurdî binivîsin.Pes, berhemên nivîskarên Kurd ên li Swêdê di salên destpêkê yên 1990`î da dîsan tên weşandin kêmasîyekê tijî dikin.Ew hez dikin berhemîn wan rasterast li Tirkiyeyê bên weşandin sa ku xwedevanan ji nêz va bibînin û berhem bên xwendin. Ev nîşana karkirda diyaporayîya van çalakîyan e : Nivîsîna bi Kurdî tenê wî demê watedar e ku rasterast ji gelê cîwar li Tirkiyeyê û hetanî yê li Kurdistanê ra binivîsî.

Van nivîskarên Kurd ên li Swêdê ku ji borî û nûhanînê mifa girtin, yekemîn in ku di warê wêjeya Kurdî da bi fermî hatin nasîn û gulçînên cur be cur yên wêjeya Kurdî jî vê yekê nîşan didin.Cîwarbûba li Ewropayê rê dide pêşketineka zû û ev yek ji Tirkên li Ewropayê ra jî wisan e.Ev nivîskaran li Tirkiyeyê ne tenê li cem Kurdan lê belê li ba tirkan jî tên nasîn.Tenha nivîskarên Kurd ên ku berhemên wan bi tirkî hatine wergerandin û tên xwendin Mehmed Ûzûn,Hesenê Metê, Firat Cewerî ne ku hemû jî li Swêdê dijîn û ji nifşa destpêkê ne.Gulçîna nûvêla Kurdî ku ji aliyê Muhsin Kilzkaya va li weşanxaneya Iletisim hatiye weşandin bi giştî nûnertîya vê rîyê ye.

 

Encam;

 

Nivîskarên Swêdî ji yekemîn nasîna fermî di warê wêjeya Kurdî û hin caran jî di warê wêjeya li Tirkiyeyê da mifa girtin.Ewan yekemîn nifşa nivîskarên nûjen ên Kurdîya Kurmancî çêkirin.Penaberî û rêxistina diyasporayî rê da wêjeya Kurdî pêş bikeve û di serdema qedexeyê da hebe.Ji sala 1991`ê va,ev wêjeya Kurdî bi saya kovarên zimanê Kurdî û weşanxaneyên taybetzan,li welêt didome.Îro, nifşa duyem li welêt tê dîtin. Diyasporaya Swêdê berhemên nivîskarên nûjen geşe pê nade wekî ku li gor wan pêşeroja wêjeya Kurdî tenê dikare li welêt û nêzîkî civata çavkanîyê û xwendevanên belkêyî be.

………………………………………..

Çavkanî :

http://www.institutkurde.org/conferences/integration_des_kurdes/Clemence+Scalbert.html