Rola ER & YAR, di zimên de

Rola ER & YAR, di zimên de
Di her zimanekî de fî’l heye, madem fî’l heye fa’îl jî heye, zimanê Kurdî jî weke her zimanên din, lê di Kurdî de em dibînin gelek amrazên fa’îlî hene, mînak:
-ER: Nivîser, Kujer, Bîner
-YAR: Nivîsyar, Zanyar, Endazyar
-DAR: Dildar, Çekdar, Beşdar
-BAR: Gunahbar, Tawanbar, Gumanbar
-MEND: Hunermend, Hizrmend, Hasmend
-VAN: Helbestvan, Bêrîvan, Xwendevan
-GER: Dadger, Rojnameger, Pîşeger
-KAR: Serkar, Sazkar, Plankar
Û….
lê di vir de armanc zelalkirin û cudahî kirina her du amrazên (Er & Yar)e, gelo cudahiyên wan çi ne û gerek çawa bên bikaranîn.
Ev cudahî taybetmendiyeke ku di her zimanî de nîne, mixabin heta niha gelek zimanansên me jî vê cudahiyê durust nabînin, loma pêwîst e bê diyarkirin.
amraza fa’îlî ya ER di zimanê Îngilîzî û hinekî din jî de hene, di Îngilîziyê de mînak: prent-prenter, sing-singer, box-boxer, mix-mixer û…
lê di Kurdî de rola ER & YAR cuda dibin,
şîrave:
ER: her karek ku kesek bikane bike ew kes fa’îl e, mînak:
-Her kes bikane binivîse ‘nivîser’e, eger zarokekî pênc salî be.
-Her kes bikane bixwîne ‘xwener’e, ewê rojnamekî dixwîne xwenerê/a rojname ye.
-Her kes ku bikane bipeyve ‘peyver’e.
-Her kes di dunyayê de ‘zaner’e, ango: her kes di dunyayê de bi asta xwe dizane.
Lê, YAR psporî û taybetmendiya ew kar diyar dike, mînak:
-Her kes nikane bibe ‘Nivîsyar’, nivîsyar ew kes e ku xwedî pênûs e, wate: rojnamenivîs yan dîroknivîs yan romannivîs e yan…
-Her kes nikane bibe ‘Xwenyar’, xwenyar ew kes e ku dixwîne di dibistan an zanîngehê û.. Tb: ku dibêjin (xwendvan û xwendkar) ev ne di cih de ye, ya durust (Xwenyar)e.
-Her kes nikane bibe ‘Peyvyar’, peyvyar ew kes e ku nûneratiya alî û tevgerekî dike ku bi Arebî dibêjin: (natiq).
-Her kes nikane bibe ‘Zanyar’, zanyar ew kes e ku zanyar be di warekî de û şareza û zana be tê de.
Hinek peyv û mînakên din:
-Endazyar (Muhendîs)
-Dadyar (muhamî, avukat)
-Hizryar (mufekîr)
-Fêryar (muelîm)
-Nojyar (doctor, doktor, hekîm)
-Dajyar (hakim û xwedî desthilat, hukmdar)
-Jimêryar (Muhasîb)
-Firoşyar (Bayi’)
-Coryar (Felah)
Û…
Helbet peyva ‘Yar’ bi wateya Yar û hezkirî û evînê jî tê, weke peyv, lê weke amraza fa’îlî wateyekî din e û tiştekî din e.
Ev mijar pêwîstî bi şîrave û lêkolîna zêdetir heye, lê weke destpêk ev qonaxeke û pêwîst e zimannasên me van cudahiyan zêdetir bi bal bigirin û lêkolînên zêdetir li ser bikin, herwiha hinek peyv jî hene pêwîste bêne serrastkirin, wekî peyva (nivîskar, xwenkar, cotkar) û…
Bbin (nivîsyar, xwenyar, cotyar).
B’rastî tiştekî ne durust û ne lojîk e, peyva ‘Kar’ weke amraz û amraza fa’îlê bê bikar anîn, di demekî de bi dehan amrazên me yên fa’îlî hene…
//Qandîl Şeyxbizînî