Rola MED TV di prosesa netewebûnê de | Kakşar Oremar

Rola MED TV di prosesa netewebûnê de | Kakşar Oremar

Ew nûçe ya rojnameya Selam kin û tije pirsên bêbersiv bû, lê wisa xweş û girîng bû ku biqasî çendîn mehan di rêza yekê ya axaftinên xelkê yên rojane de bû. Destpêka jiyanekê bû û di havîneke germ de aveke sar bû ku têhniya sedan salan a axeke birîndar dişkand.

Kakşar OREMAR

Pêngavên yekê kengî, çima, li kû û bi çi armancan têne avêtin? Îmkanên demê yên diravî, siyasî û me’newî di çi astê de bûn? Gotin li kû, ji bo çi û kengî têne gotin? Û dema em gelek pirsyarên din yên wiha ji xwe bipirsin yan jî li bersiva wan bigerin, belkî hingî em qîmeta karê MED TV û kedkarên doza wê şoreşê baştir analîz bikin. Her wiha bîr û ramanên serkêşên rêxistineke siyasî ên pêşketinxwaziyê jî yê bi zelalî ji me re xuya bibin. MED TV çi da Kurdan û doza mirovahiyê? Çima çêbû û destketên wê çend alî ne? Ez ê di vê nivîsê de hemû hewla xwe bidim ku bibime bersiva van pirsyaran.

Her pêngavek li gor îmkan û mercên dema xwe, buha, nasname û girîngiya xwe dide xuyanî kirin.

Salên 90’î yên sedsala derbasbûyî ye. Radio û TV´yên herêmî hê jî li pirraniya welatên cihanê têne guhdarî û temaşe kirin. Şoreşeke hemû alî û nû ya teknolojiyê di halê xwe yê pêşketin û berfirehbûnê de ye. Ji wir û şûn ve, êdî hinek civaknas cihanê bi “gundekî biçûk” dişibînin ku her kes wê ji wir û pê ve bêhtir ji berê agahdarî rewşa jiyana hev û cihana derdora xwe be. Ragehandin bi rêya teknîkeke modern û nû şax û likên xwe ber bi hemû aliyên jiyanê ve ber dide. Kurd jî li gor derefetên xwe sûdê jê werdigirin.

Ji 1884’an heta 1900’an ku di “Kongreya Navneteweyî ya Elektrîstê li Parîs” navê TV anku Television hate diyarkirin, ji salên 1960´an û şûn ve weke amrazekî nava malê kete baza welatên Rojhilata Navîn jî. Sal bi sal teknîka wê ber bi pêş ve çû û îro di jiyanê de xwedî rolekî sereke ye.

MED TV: Desthilata Kurdan a esmanî

Wê salê ez li Rojhilatê Kurdistanê, li bajarê Urmiyê bûm. Di gelek rojnameyên Farsî yên sala 1995’an xeber kurt û tenê çend dêr bûn: “Rawestgeheke televiziyonî a satalayt û navneteweyî bi hebûna çendîn studyoyên kar li London, Belçîka û welatên din yên Ewrûpayê ya Kurdî dest bi kar kir…“

Ew nûçe ya rojnameya Selam kin û tije pirsên bêbersiv bû, lê wisa xweş û girîng bû ku biqasî çendîn mehan di rêza yekê ya axaftinên xelkê yên rojane de bû. Destpêka jiyanekê bû û di havîneke germ de aveke sar bû ku têhniya sedan salan a axeke birîndar dişkand.

Roja 15´ê Gulana sala 1995´an çapemeniya Kurdî li hemû Kurdistanê dest bi pêngaveke din a nûtir kir. Wê rojê weşanê bi awayê zindî li Londonê dest pê kir û biqasî şeş saetan tîrêjên roja xwe dane nava dil û jiyana Kurdan. Beriya destpêkirina weşanê, kampanyayên reşkirinê li dijî MED TV dest pê kiribûn. Zextên dewleta Tirkiyê bêsinor bûn, pirî caran jî bi awayekî fermî ji dewletên Ewrûpî daxwaza wan hebû ku nehêlin TV’yeke Kurdî dest bi weşana satalaytî bike, lê tevî hemû hewldanên berfireh wan nekarî di hilanîna vê pêngavê de Kurdan paşgez bikin. Êdî çeperekî nû yê bihêz li dijî siyaseta înkar û hebûnê hatibû vekirin.

Logoya rengîn!

MED TV bi wê logoya xwe ya rengîn, reng ji rengên ax, tav û sirûşta Kurdistanê, bi wê muzîka balkêş û hişyarker tevî cîngila xwe a kurt ku çav bêliv û lebat li ser diman, qet û qet ji bîra min naçe. Rûberê ku MED TV dabû ber xwe, pir berfireh û ji Ewrûpa bigire heta bi bakurê Efrîkayê û Rojhilata Navîn bû. Ronahî û ekrana wê ya tije rengên delal, cidiyeta pêşkêşvanên wê, deng û rengê hunermendên herî bi nav û deng tevî kincên wan ên rengîn, siyasetvanên xweşnav, kesayetiyên Kurdistanî û seranas, dîrokzanên ku me tenê navê wan bihîstibû û hinek berhemên wan xwendibûn, rojnamevanên ku bihîstina deng û şiroveyên wan hesreta hezaran kesan bû, û hwd… Me tev cara yekê bi rêya MED TV ew dîtin û nas kirin. Ew pêngav bo dema xwe şoreşeke modern bû. Qêrînên fetisandî ên netewekê ku heta vir bi “ked, berxwedan, serhildan û xwînê” li ser piyên xwe rawestiyabû. Pêngava herî girîng û pêwîst ji bo destpêka jiyaneke nû ku pê re destketiyên mezin jî yek li pey a din hatin, MED TV bû.

MED TV bi qasî şoreşa yekê ya Pîşesaziyê li Ingilistanê gûherandinên mezin di civaka Kurdistanê de pêk anîn. Şoreşa Pîşesaziyê di nîvê sedsala 18´an de li welatê Ingilistanê dest pê kir û hingî gûherandinên bingehîn di warên industirî, çandinî, hilberîn, anîn û birinê de çêkirin.

Şoreşa duyê di sedsala 19´an de jî du destketên mezin di pêşketina zêdetir a karê çandinî û elektronîkê de, bûn sedem ku Ingilistan weke welatê yekê yê pîşesaziyê li cihanê nav derxîne. Hilberîn pêwîstiya wê şoreşê bû û ev jî bû sedem ku di gelek waran de zanyarên mezin ji zanîngehên wî welatî û welatên din yên Ewrûpayê derkevin. Wê şoreşê destketên negatîv ên weke çêkirina çekên teqandinê û kuştinê jî bi xwe re anîn û, wê ew kirin pareke cudanebûyî a jiyana xelkê; lê belê şoreşa Kurdan a di qada ragehandinê de heta destketeke tenê ya negatîf jî bi xwe re neanîbû. MED TV bûbû hêza deng, nasname, hebûn û xebata Kurdên hemû Kurdistanê. Çavên xelkê vebûbûn û bêhtir bi nihîniyên jiyanê dihesiyan.

Yên ku ketin bîra avakirina TV´yekê ku navê yekemîn Împeratorî yan jî dewleta Kurdan li sala 612´ê beriya zayînê li ser be, ne Xweda bûn ne qehreman, lê ew kesên dûrbîn û afirandkar bûn ku ketibûne ser rêya doza azadiya bi milyonan mirovên ku weke herkesî ji azadî, serxwebûn û wekheviyê hez dikirin. Wan dikir ku neteweyek xwedî dîrokeke çend hezar salî bi mafên xwe yên meşrû û rewa bihese. Ew mirovên pirr bextewer bûn ku dema dîtin îmkanên guherandinê hene, guhdarî li ti kesî nekirin û rûpelekî nû di dîroka Kurdistanê de vekirin. Pêngava MED TV bi serê xwe şoreşeke mezin û pêwîstiyeke demê bû ku asoyên nihêrîna neteweyeke dêrîn li cihanê berfirehtir kirin. Fedakarî ji wê mezintir nabe ku kes yan jî rêxistineke siyasî-civakî ji pileya sifrê bê û di dirêjahiya temenekî ne zêde dirêj de dest bi avakirina sîwaneke nû ya vehesînê bike. Fêkiyê vê xebatê hema zû kete ser zarê xelkê û ji wan re bû dezgeheke nû ya tije ronahiya jiyanê. Bixwebawerî û îrade bûn ku ew kes ji yên beriya xwe cuda kiribûn.

Encamên şoreşa pîşesaziyê reng û rûyê cihanê gûherîn, lê ji zarokên 14 salî bigire heta mirovên mezin ji gund û bajaran ketin fabrîkayên hilberînê, keda wan kete berîka çend kesan û çînên civakê ji hev û din dûr kirin. Gund û sirûşt wêran bûn. Rewşa seqayê gûherî û nexwendewarî, nexweşiyên derûnî û zêdebûna êşên din jî pê re afirîn, lê bi hatina MED TV re sînorên me’newî di nava Kurdan de neman. Sînorên siyasî û destçêkirî jî di çavê Kurdan de bêîtibar bûn û leqîn an jî hejîneke bihêz kete kursiya hakimên wan dewletên totalîter ku li dijî “pêşketin û azadiya beyanê” bûn. Ji ber wê jî hêmayê herî bihêz yê herekata siyasî li Kurdistana mezin kete bakurê Kurdistanê.

Bawerî bi hêz û îradeya gelê xwe anîbû

Bizava gel û bêhtir girêdana çiya, bajar, gund, şervan û gerîlayên doza azadiyê bi rêya wê desthilatê ve çêbû ku Kurdan ne li erdê belkî li esmanan çêkiribû.

Hikûmeta ku Kurdan li esmanê Rojhilata Navîn li dijî dagîrkerên welatê xwe saz kiribû, êdî bi leşkerkêşî û fermanên hovane nedikarîn ji holê rabin. Vê carê, hêza Kurdan a sûdwergirtina ji teknolojiyê bû ku hemû rê li ber “hevalbendên tarîtî û reşahiyê” girtibûn.

Xebateke wiha tenê di berjewendiya partî an jî rêxistineke diyar de nebû, belkî teşwîqek bû ku ew rê bête berfirehkirin. Li vir bû ku gotineke bav-kal an jî ya pêşiyên me hate bîra min: “Hezar gotin û kiryarek…“*, lê ez dibêjim: “Bi Milyaran gotin bi qasî nîv kiryarê jî xwedî bûha nînin…”.

Kesî destê birêveberên PKK´ê negirtibû û hevkarî nedabû wan, lê hêvî ji bo pêşketinê jî li cem wan xerîb nebûn. Rêzdar Abdullah Ocalan bêhtir ji hemû dewlet û zilhêzên biyanî bawerî bi hêz û îradeya gelê xwe anîbû. Li ser bişkivîna kesayetiya şikestî û sivikbûyî ya Kurdan, xwedî nihêrîn û rêbazên taybetî yên çareseriyê bû. Wî baş dizanî ka Kurd ji kîjan bilindahiyê hatine berjêrkirin û dizanî jî ka yê careke din çawa wê bejina bilind a hatiye çemandin li hemberî dijminên doza mirovahiyê rake ser piyan. Wî got û tevî hevalên xwe yên fedakar jî gotin birin serî. Ew û hevalên xwe neçar bûn ku kar bikin û bi îmkan û hêza gelê xwe, wiha bangî civakê dikirin: “Qehreman ew kes e yê ku pirsgirêkekê çareser bike. Bila baweriya we bi hêza we hebe. Şoreşger ew kes in ên ku doza xwe binasin û berî her kesî/ê pişta wan bi hêz û îradeya gelê wan germ be. Kes ji me re karekî nake, divê em bixwe ji bo peydekirina dermanê derdên xwe tevgerê bikin. Em ji ti kesî kêmtir an jî bilindtir nînin, lê em dikarin qedera xwe bigûherînin….“

Naveroka bernameyên MED TV

Hunermend, stranbêj û dengbêjên me bi: “Sonda me, axa me ye“ awaz û newayên xwe ên şiyarkirinê ji dûr ve belavî nava gel li Kurdistanê kirin. Peyamên wan salan dermanê wan derdên bêderman bû ku li pey derbasbûna salên dirêj li ser hev kom bûbûn.

Denbêjên efsaneyî: Şakiro, Karapêtê Xaço, Şeroyê Biro, Reşîdê Baso bi kobra xwe ya bilind behsa mêrxasî û çelengiya jinên Kurd dikirin. Ji hêla din jî ew ekrana nasandina dîrok û serbihûriya lîder û şervanên serhildanên Agirî, Urmiyê, Mehabad, Amed, Silêmanî, Oremar, Barzan, Koçgirî û birîna kûr a Kurdistana Sor bû. Qazî û Simko, Şêx Seîd û Seyîd Riza, Bedirxanî û Şemzînî, Şêx Mehmûdê Berzencî û Şêx Ehmedê Barzanî, Sûnnî û Şîî, Êzîdî û Yarsan, Kurmanc û Soran, Lek û Zaza, jêr û jor, rast û çep a erdnigariya Kurdistanê û hwd, mijarên bernameyên MED TV´yê bûn ku bo cara yekê silaveke cuda ji hemû silavên beriya xwe dabû gelê Kurd.

Peyamên siyasî û şiyarkirina civakê carinan bi rêya panel, hevpeyvîn, belgefilm û carinan jî hinek stranbêjên weke ên nava Koma Berxwedan, Şivan Perwer, Ciwan Haco, Şehrîbana Kurdî, Merziye Ferîqî, Nasir Rezazî, Aram Tîgran, Birader Muksî û gelekên din didan. Yanî wan bi rêya huner, xebata siyasî jî kir. Şoreşgerên Kurdistanê, zemînê siyasî ji serhildaneke bêsinor re amade kiribûn. Êdî bi hatina MED TV re barekî giran li ser milê kadroyên wê şoreşê rabûbû û belkî mînakên li jêr bêhtir wê bi merema min bihesînin:

Stranên weke ya jêr ku Şehrîbana Kurdî bi rapêça xwe ya Kurdewarî, metanet û giraniya xwe, saz di dest de û tevî orkêstrayeke mezin, heyecaneke zêde di ruhê temaşavanan de çêdikir:

Her çar tixûbên Kurdistan hatin neyar

Beranberê şerê giran em dikin şer

Ev der welatê me Kurdan e, em naçin der

Ev der welatê şêra ye, em naçin der

Hozan Şemdîn bi dengê xwe yê nazik û Serhedî hat û behsa qehremaniya Bavê Edo kir:

Were wîlololo….. wî babo

Wîla Mîro babê Edo siwarê bozek yektaye

Şad û şihûdê Babê Edo gelek in, gelek hene

Babê Edo ketiye pêşiya eskerê Romê şer dike

Bona xîret û namûsa Kurdaye

Were nemînim nemînim nemîn, nemînim  maqûlo li dunyayê

Mihemed Şêxo bi hemû hesretên xwe yên ku bi bejna xwe ya mîna çinara bilind birin bi axa sar, bi dengekî melûl û tije xem behsa gula xwe dikir:

Rengê te yî pir delalî, bilbil li ser te dinalî

Te nebînim bi vî halî, amanc û kedera min î

Gulê kesk û sor û zer e, nîşana alê li ser e

Ay lê gulê gula minê, şirîna li ber dilê minê, delal li ber dilê minê

Ez gulê nadim bi malê dinê, ez ber gulê têm kuştinê

Xelîl Xemgîn bi dengê xwe yê germ û îstisna wiha qêriyabû:

Îro çerxa şoreşê fireh digerîne

Li qadên cihanê deng dilerzîne

Destarê proleter hûr dihêrîne

Kedxwarî û nokeran ji qada hiltîne

Tovê jiyanê reşandin, li qadan şîn didan

… Rabûn ser piyan, jîn dan Kurdistan…

Hingî carna bi dîtina van dîmenên han, hêsirên kêfxweşiyê dihatin xwarê û carna jî êşên bindestiyê bûn ku axîn dixistin nava ruhê mirovan. Kela dilan bi rondikên çavan vedihesî. Her kes li rêyeke çareseriyê digeriya û keç û xortan berê xwe dida çiyayên Kurdistanê.

Di gelek warên siyasî, hunerî û civakî de reqabet û şerê kar û afirandinê kete navbera rêxistin, siyasetvan û hunermedên Kurd. Ev rengê kêbirkiyê jî xwedî xêreke piralî bû û hemû aliyên jiyanê li Kurdistanê ber bi pêş ve dibirin.

Nav û nasnameya hunermedên navdar kete arşîva mejî û ruhê me: Mihemed Arif Cizîrî, Evdalê Zeynikê, Şeroyê Biro, Zadîna Şakir, Hesen Cizîrî, Meryem Xan, Nesrîn Şêrwan, Tahir Tofîq, Hesen Zîrek, Şakiro, Eyşe Şan û yên mayîn xemil û rewşa hunerê me a dewlemend bêhtir bi me dan nasandin. Hereketa PKK´ê qîmetekî bêsinor dida aliyê çanda Kurdan a ji rêûresmê û ev jî bû sedema bipêşketina huner û dengbêjiya Kurdî.

Ew salên tije şer û şoreşê, bi van peyamên wiha re bûn salên ku gelê Kurd amade dikirin ku dîsa hinek pêngavên din yên pêşdeçûyînê jî hilînin.

Xweşiya bihara sala 1995’an!

Di nîvê salên 1990’î de bihara sala 1995’an ji hemû biharên beriya xwe xweştir bû. Xebata ji bo avakirina maleke wiha çend sal bû dest pêkiribû, lê dema ku kadroyên PKK´ê di nava gel de digeriyan û digotin: “Amadekariyên ji bo TV´yeke satalîtê têne kirin…“, hinek kes hebûn ku bi henek li peyamake wiha fêm dikirin, bawer nedikirin û heta dikeniyan jî. Ji ber ku hingî heta gelek dewlet jî ji ber kêmbûna îmkanên diravî di fikra birêxistina saziyeke wiha mezin de nebûn. Jixwe, dewletên ku xwedî desthilateke dîktatorane bûn, heta xewna avêtina pêngavên wiha jî nedidîtin. Ew gotin kete kirasê kiryarê û me zanî ku xewn nîne. Hêşta jî li bîra min e, çaxê ku yekemîn car ronahiya ekranên MED TV bû sedema hatina hêsirên şahî û kêfxweşiyê. Êdî bi jidayikbûna vê kanala bihagiran re Kurdan pencereyeke nû ber bi cihanê ve vekiribû ku him bi zimanê wan yê zikmakî bû û him jî dawî bi birçîbûna Kurdan a di qada çandî de anîbû.

Pêkhatina arşîveke neteweyî

Bernameyên MED TV li ser gelek mijarên ji hev cuda bûne arşîveke me ya ku bi bandora xwe ya bi hêz, qet nayê jibîrkirin. MED TV di civaka Kurd de zû cihê TV’yên Tirkî, Farsî û Erebî tije kir û bû çira û ronahiya malên Kurdên Kurdistan û derveyî welêt. Bi ser hev de weşana wê bi zimanên: Kurdî, Ingilîzî, Erebî, Siryanî û Tirkî demokratîkbûna hizr û ramanên birêveberên şoreşa Kurdistanê didan xuyakirin. Hêzeke mezin a fikrekî felsefî li pişta birêvebirina wê TV´yê hebû ku yekemîn car bû ekranên wê bi ewqas dewlemendiyên zimanî re derkeve pêş. Wehşeta ku bi vê pêngavê re di dil û serê rayedarên dewleta Tirkiyeyê de çêbûbû, me bi gelek rastiyên din ên pişta perdê dihesîne. Êdî wan bi gotinên weke:“ Tehrîk, tevlîhevî yan jî teşwîqa dijberên me, ji bo xerakarî, teror û şerê çekdarî li dijî me bi rêya MED TV ye û divê ew kanal bê girtin“, li dijî destketên Kurdan dest bi şerekî pirralî kir. MED TV bûbû berbenda herî bihêz li dijî siyaseta wan a asîmîlasyonê ku Kemalîstan bi avakirina komarê re dabû destpêkirin. Ji hêla din jî bi nêzî hevkirina hemû zaravên zimanê Kurdî (Kurmancî, Soranî, Kelhurî, Hewramî, Kirdikî/Kirmanckî yan jî Zazakî) yekîtiyeke neteweyî ya bihêztir dabû destpêkirin.

Mozaîkeke rengîn ji bernameyên hunerî, siyasî, civakî, nûçe, şano û ji bo zarokan jî hîmê mala Kurdan a nûavakirî MED TV bû. Ew ekran êdî serûkanî cihê baweriyê li derveyî Kurdistanê bû ku hemû pilanên sansûra dewletên weke Îran, Sûriye, Îraq û bi taybetî jî Tirkiyeyê pûç kiribûn. Kurdan ew weke sefîra aştî û demokrasiyê lê dewleta Tirkiyê jî weke herikîna bayê tofanekê li dijî xwe bi nav dikir.

Rabûna sinorên me’newî

Rakirina sinorên me’newî pêngava yekê bû ku bi damezirandina MED TV re weke “damezirandina dewleta Kurdistanê li esmanan“ jî dikare bê wesf kirin. Pira vegûhastina deng û rengê Kurdan li derve û nava Kurdistana mezin cara yekê bi rêya MED TV çêbû. Em bi hebûna hezaran belgeyên li ser vê gotinê şahidê vê rastiyê ne jî ku ji bihara sala 1995’an heta 1999’an pêngava MED TV bû “destpêka ronesanseke hemû alî di ragihandina Kurdî” de. Wê helbet geşkirina agirê ragehandinê li welatekî weke Kurdistanê yê guherandinên siyasî, civakî, dîrokî û me’newî jî bi xwe re bîne ku her yek ji wan mijareke serbixwe ya lêkolînê ne. Pêwîst e, ev rastî jî ji bîra dîrokê neçe ku MED TV yekemîn televizyona Kurdî a satalîtî bû ku beriya sê dewletên dagirker, Îran, Sûriye û Îraqê dest bi weşana xwe kiribû. Di çend pêvajoyên geşkirin û jidayikbûna ragehanidna Kurdî de MED TV destpêka demeke nû ye ku mixabin di dîroka ragihandina Kurdî û bîranînên ji bo salroja jidayikbûna yekemîn rojnameya Kurdî a sala 1898’an** carna bi berfirehî behs li ser nayê kirin yan jî bi zanebûn qîmeta wê nayê nirxandin. Hinek nivîskar, sosyolog û lêkolînvanên biyanî destbikarkirina MED TV weke “Pûçkirina peymanên Sykes-Picot û Lozanê” bi nav dikin.

Sala 1995’an kirêkirina satalîtê ji bo weşandina bernameyên Kurdî, karekî hêsan nebû. Çimkî him gelek giran û heta gelek dewletên cihanê xwedî wê budce û hêza madî nebûn ku li şirketeke Ewrûpî ya satalîtan heta bo dema saetekê jî li ser sîstemê analog dest bi weşanê bikin. Birêveberên hereketa Partiya Karkerên Kurdistanê zû zanîn ku dem demeke nû ya ragihandina gerdûnî ye ku pê re dunya weke gundekî biçûk jî hatibû bi nav kirin. Wan bi wêrekî biryar da ku bi rêya bikaranîna teknolojiyê li dijî dijminên doza Kurd û Kurdistanê jî sûdê ji îmkanên heyî wergirin. Ew biryar, hingî kete piratîkê ku “kirîza azadiya raderbirîn û ramanê” li pirraniya welatên Rojhilata Navîn û Kurdistanê hebû, lê hingî birêz Ocalan bi israreke pirr zêde gotibû: “… bila zarokên Kurd çavê xwe bi filmên Kurdî vekin û li ber ekraneke Kurdî jî bikevin xewa şirîn…”

Girîngiya hebûn û destpêkirina kanaleke wiha, hingî eşkere bû ku dewleta Tirkiyeyê bi hemû hêz û îmkanên xwe yên aborî û dîplomatîk kete şer û hêrişên li dijî çalakiyên MED TV’yê. Êdî ji wir û bi şûn ve hevdîtinên wan bi rayedarên pirraniya dewletên Ewrûpî re mercdar bûn. Bi taybetî jî bi dewletên weke Fransa, Elmanya, Belçîka, Brîtanya, Danîmarka re şert û mercên wan ew bûn ku “rê li ber weşandina satalîtî a TV´ya rêxistineke terorîstî bigirin û nehêlin PKK li welatê wan xwedî çalakî be”.

Hemû hewldanên wan yên bêrawestan bûn sedem ku di Nîsana sala 1999´an de li gel bidawîbûna cezayê 21 rojan yê reşkirina ekrana MED TV, piştre bi yekcarî lîsansa wê ji hêla ITC*** ve bê girtin. Di êvara heman rojê de polîs bi ser studyoyên MED TV yên li welatê Belçîka de jî girt. Ji wê rojê û pê ve, êdî dawî bi weşana yekemîn TV´ya Kurdî ya satalîtî hat.

Ew dem roj û salên pirr hestiyar bûn ku dîroka Kurdan a azadîxwaziyê tê re derbas dibû. Li hemû cihanê rûhekî nû ketibû ber bizava siyasî ya Kurd û giraniya barekî wiha jî li pey Başûr û Rojhilat êdî ketibû ser milên Kurdên Bakurê Kurdistanê. Li pey şiyarî û xebateke berfireh a siyasî-çekdarî êdî dem dema diyarkirina qederê bû. Di bilindkirina hestên neteweyî û xwenaskirinê de rola MED TV’yê bi qasî sed salan hereketa siyasî li Kurdistanê bi giştî û bi taybetî li Bakurê Kurdistanê ber bi pêş ve biribû. Ji ber wê jî çi li nava Kurdistanê çi jî li Tirkiyê astengiyên ji bo temaşekirina MED TV rêbaza yekê a leşker û berpirsên dewleta Tirkiyeyê bû ku dane destpêkirin. Li Îran û rojhilatê Kurdistanê jî tevî ku temaşekirina hemû TV’yên satalîtî qedexe bû, dema ku dizanîn kes û malbat li MED TV temaşe dikin, cezayê wê pênc caran zêdetir ji temaşekirina TV´yên din bû.

Li pey MED TV’yê

Hemû armanc fetisandina deng û xelaskirina bizava siyasî a Kurd li tevahiya Kurdistanê û bi taybetî jî li Bakurê Kurdistanê bû. Armanc fetisandina wê dengê ku ji bo aştî, demokrasî û azadiyê bû. Li pey revandina serokê giştiyê PKK’ê, rêzdar Abdullah Ocalan, girtina MED TV’yê hingî bi awayekî cidî kete nava planên yekê yên rayedarên dewleta Tirkiyeyê ku Kurdên hemû dinyayê li dijî wê kiryara terorîstî ketin nava kuçe û kolanên hemû bajarên Kurdistan, Ewrûpa û welatên din yên ku Kurd li wan hebûn. Hevalbendên Tirkiyeyê di NATO û eniya aboriyê de hemû cûreyên hevkariyê danê ku bi yekcarî agirê şoreşa Kurdistanê bitemirîne. Girtina MED TV’yê li pey revandina rêzdar Ocalan dewama komployekê bû ku heta roja îro jî dewam dike. Lê êdî li pey çar salên ku MED TV’yê reng û rûyê jiyana civakê gûherîbû, Kurdan nedikarî bê TV bijîn. Bi tefandina ronahiya ekranên MED TV’yê re, vê carê li Hezîrana sala 1999’an MEDYA TV vebû û di heman rêya MED TV’yê de dest bi meşa xwe kir. Pêwîst e ku bê zanîn ku hema li pey girtina MED TV´yê, di demeke kurt de CTV cihê wê tije kir û berê temaşevanên xwe wergerande ser wê ekranê ku bi awayê test, bernameyên xwe belav dikirin. CTV li rex bernameyên hunerî û wêjeyî nûçeyên rojê jî belav dikirin. MEDYA TV heta sala 2004´an dewam kir û karî ji xwe re cihekî taybet di nava Kurdan de çêke. Şikayet û dan-standinên dewleta Tirkiyeyê bûn sedem ku li Fransa lîsansa wê jî bê betalkirin û dîsa hêrişî studyoyên TV´yê li bajarokê Denderleuw (Belçîka) kirin. Li gel xisareke mezin a teknîkî, vê carê jî ROJ TV hate meydana ragihandina Kurdî û bêhtir ji berê karî bala pirraniya gel li Kurdistan û derveyî welêt bikişîne ser ekranên xwe. MEZOPOTAMYA TV’yê jî gelek valatiyên wan TV’yên girtî tijî kirin û weke kanaleke serbixwe bernameyên çandî, muzîk û dîrokî belav dikirin. Destpêka sala 2012´an lîsansa ROJ TV jî ku li welatê Danîmarka bû, hate betalkirin.

Bi vekirina kanalên nû re êdî dewleta Tirk, hevalbendên wan yên du qadên siyasî û aborî pêhesiyan ku Kurd wê dest ji geşkirina vê doza şoreşgerî a ragihandinê bernedin. STÊRK TV, NÛÇE TV, MED MUZÎK, ARYEN TV, ART1, KANAL 10, ÇIRA TV, RONAHÎ TV û yên mayîn yek li pey a din hatin û meydana ragihandina Kurdî a esmanî berfirehtir kirin. Êdî bi jidayikbûna MED TV’yê re li başûr jî liv û lebateke nû di vî warî de dest pê kir û KURDISTAN TV (1999), KURDSAT TV (2000), GELÎ KURDISTAN TV (2001), NEWROZ TV (2007), NRT TV (2010), KNN (2008), RÛDAW TV (2013 ), K.24 (2016) û bi dehan kanalên din asta ragihandina Kurdî ya çar parçeyî ber bi standardbûneke cihanî ve birin. Îro di nava TV’yên Kurdan de gelek kanalên baş hene ku bûne sedema pêşketina ziman, bazara karê ragehandinê, naskirina Kurdan, rêbaza siyasî û asta rewşenbîriya civakê jî bi rêjeyeke bilind hatiye gûherandin. Rêya ku bi kedeke mezin, îmkanên diravî yên kêm û xerckirina hêzeke pirr zêde bûbû xêza şopa MED TV ya dîrokî, îro jî bi rêya dehan kanalên din dewam dike.

Rexne û daxwaz

BBC ji sala 1922’yan ve bi dirûşma: “Divê her neteweyek di nava aştî û asayîşê de bi neteweke din re biaxive”, karê xwe da destpêkirin. CNN’ê jî ji sala1980’yî û pê ve bûye navendeke girîng a belavkirina nûçeyên herî aktuell li cihanê. Weke mînak li vir tenê behsa wan du navendên ragehandinê dikim ku berê bi îmkanên ne zêde berfireh dest bi karê xwe kirin, lê îro jî BBC bi sedan şax û likên xwe û gelek zimanên zindî li hemû cihanê çend milyar muxatebên xwe hene. BBC weke “navend an jî Radio û TV’ya dayik” hêşta jî bi hemû hêza xwe dixwaze pêngavên pêşketinê bavêje. Helbet dewlet û îmkanên diravî-teknîkî yên mezin li pişta vê projeya mezin bûne. Lê belê nabe em “MED TV” weke TV’ya dayik a ragihandina Kurdî bibînin û rexneyên xwe nenivîsin. Li pey derbasbûna salên dirêj pêdivî bû ku şopa MED TV niha xwedî dewlemendiyên mezintir, temaşavanên zêdetir û saziyên berfirehtir bûya.

Bi van mînakên jor re êdî rola MED TV’yê ya dîrokî di meydana netewebûn û bihêzkirina hestên neteweyî de nayê înkarkirin. Di prosesa bêhtir xwenaskirin û netewesaziyê de Kurd û rêxistinên me yên siyasî bi qasî dîrokekê deyndarên MED TV’yê ne. Hunermendên weke Aram Tîgran, Nasir û Merziye Rezazî jî qedirnasiya xwe bi stranên li ser rola MED TV’yê dane diyarkirin.

* Yanî hezar gotin bêkiryar nagehijin kiryarekê. Anku kar û piratîk ji axaftin û gotinên vala bihagirantir in.

** Rojnameya KURDISTAN a ku 22´yê Nîsana sala 1898´an nemir Mîqtad Mîdhet Bedirxan li bajarê Qahireyê da weşandin. Wê bizavê piştre li bajarên weke Urmiyê, Stembol, Şam, Hewlêr û Mehabadê jî bi belavkirina kovar, rojname, mehname û avakirina komele û xwendingehên Kurdî jî her carê bi awayekî kirasê xwe nû dikir.

*** Independent Television Commission: Komisyona Televizyonan a Serbi xwe ya Brîtanî.