Ruhanî bi fermî bû serok komarê Îranê

Ruhanî bi fermî bû serok komarê Îranê

Serok komarê nû yê Îranê Hesen Ruhanî piştî ku ji hilbijartinên dumahîkê de bi piraniya dengan weke serok komarê nû yê Îranê hate hilbijartin, îro bi awayek fermî wezîfe ji serok komarê berî Mahmûd Ehmedînejad wergirt. Rêwresma fermî ya dewrkirina wezîfeyê li paytext Tehranê pêk hat.

Çav li rêye ku rêwresma fermî ya sondxwarinê jî 4’ê Tebaxê bi beşdariya nûnerê gelek welatên cîhanê li parlemenê pêk bihêt.

Serok komarê berê yê Îranê Ehmedînejad du deman an ku 8 salan wezîfeya xwe bi rêve bir. Di serdema nû ya serok komariya Ruhanî de rewşa Îranê bi meraq dihête çavdêrî kirin. Ji ber bernameya atomî ya Îranê fişar û gemaroya hêzên navdewletî ya li ser Îranê didome.

Pêwendiyên Îranê yên derve, rewşa aborî ya Îranê û her weha kiryarên Îranê yên antî demokratîk di rojeva cîhanê de ye. Pispor dibêjin Ruhanî li gor Ehmedînejar pozîtiftire, reforman û diyalogê pêş digre. Lê dîsa jî Ruhanî weke kesekê nêzîkê Hamaney dihête dîtin.

Hêjayê gotinê ye ku serok wezîrê İsraîlê Benyamîn Netenyahû piştî aşkerebûna encamên hilbijartinên Îranê Ruhan3i şibandibû gurê di bin postê berxê de.

Rewanbej.net