Rûsya: Cebhet el Nusra dixwaze çekên kîmyayî derbasî Iraqê bike

Rûsya: Cebhet el Nusra dixwaze çekên kîmyayî derbasî Iraqê bike

Rûsya çekdarên opozisyona Sûriyê bi wê yekê tometbar kirin ku ew li Efxanistanê li ser bikaranîna çekên kîmyayî perwerde dibin.

 

Wezîrê derve yê Rûsya, Serguei Lavrov di konfranseke çapemeniyê de got, agahî hatine belavkirin ku hinek welatên din axa Efxanistanê ji bo dijîtiya rêjîma Sûriyê bikar tînin.

 

Bi gotina wezîrê rûsî, deverên ku ne di bin kontrola hikûmeta Efxanistanê de ne, ji bo rahênana li ser bikaranîna çekên kîmyayî jî tên bikar anîn.

 

Serokê dîplomasiya Rûsya aşkere kir ku li gor zanyariyên wan grûpa Cebhet el-Nusra ya cîhadî biniyaze madeyên jehrî û pisporan bi awayekî qaçax derbasî nav xaka Iraqê bike da ku êrîşan li ser xaka Iraqê encam bide.

 

Rûsya, ku hevalbenda rêjîma Sûriyê ye, herdem êrîşa bi çekên kîmyayî li derdora Şamê roja 21ê tebaxa bûrî dixe stûyê opozisyonê.