Rusyayê êrîşên li Rojava yên li dijî Kurdan şermezar kir

Wezrata karên derve yê Rusyayê evro bi daxuyaniyekê ragihand ku ew êrişên komên çekdar yên li dijî Kurdên medenî yên Suriyê bi tundî şermexar dikin.
Wezerta karên derve yê Rusyayê di daxuyaniya xwe de diyar dike ku Moskova êrişên hovane yên terorîstî yên li Bakûrê Sûriyê rû didin weke tewanên dij mirovatiyê dibînin û bi tundî şermezar dikin. Di daxuyaniyê de dihête gotin ku Kurd li Suriyê aştîxwazin û heta niha bi tu awayî beşdarê şerê siyasî û leşkerî nebûne.
Di daxuyaniyê de dihête gotin ku şer û pevçûnên li Serêkaniyê û Tilebyedê ku li ser sînorê Tirkiyê ye, li cih û warê Kurdan rû dide. Komên Îslamî yên tundrew 500 welatiyên medenî revandine û gelek kesên din jî bi aweyek hovane hatine kuştin. Agehî hene ku serê wan jê dikin. Heger rewş wesa berdewam bike guman heye ku welat perçe bibe.
Di dawiya daxuyaniya wezareta karên derve yê Rusyayê de dihête xwestin ku desthilat û opozîsyona li Suriy3e ji bo çareseriya arîşeyan rêya diyalogê hilbijêrin û rê nedin rûdanên terorîstî.