Rusyayê ji NY xwest lêkolîna hinartina çekên qaçax yên Suriyê bike

Rusyayê ji NY xwest lêkolîna hinartina çekên qaçax yên Suriyê bike

Rusyayê ji Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî daxwaz kir ku agahiyên der barê hinartina çekên qaçax yên ji bo Suriyê lêbikole.

Li gor nûçeya Ajansa Nûçeyan ya Cîhanê Rusyayê ji Konseya Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî daxwaz kiriye ku derbarê agahiyên ku dibêjin çekên qaçax ji bo Suriyê dihêne hinartin lêkolînekê bike.

Wezareta karên derve yê Rusyayê daxuyaniyek da û diyar kir ku ew nûçeyên ku di çapemeniya Rojava de derdikeve bi nîgeranî pêşwazî dikin. Daxuyani weha dibêje; ’Agehiyên ku dibêjin çekên ku ji Libyayê dihên li ser rêya Tirkiye û Qatarê re diçin Suriyê, me nîgeran dike. Di nava lîsteya çekan de tifengên ferdî, topên hawanê û sîstema dijî zirîpoşan jî heye. Federasyona Rusyayê ji Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî daxwaz dike ku dûvçûna van agehiyan bike. Em hêvîdarin ku komîsyon bi awayek lezg3in bersiva vê daxwaza me bide û bi awayek bê layan lêkolînan bike’.

Li gor daxuyaniya wezareta Rusyayê heger ev agehî rast bin û li ser Lîbyayê re çek dihêne hinartin wê demê peymanên navdewletî yên qedexe danîne bazirganiya çekan ya bi rêya Lîbyayê hatiye binpêkirin.

Rusyayê bang li welatên pêwendîdar kir ku ji bo pêşiya hinartina çekên qaçax yên Suriyê çi ji destê wan bihêt bikin. Daxuyanî dibêje; ’Ev kiryar qeyrana Suriyê kûr dike. Her weha peymana Rusya-Emerîkayê ya 7’ê Gulanê ku biryar hebû ji bo Suriyê konferansek nevneteweyî bihête kirin jî, dixe nava zoriyê.