Ruyê rast yê El Nusra roj bi roj aşkira dibe

Ruyê rast yê El Nusra roj bi roj aşkira dibe

Li navenda Dewleta Îslamê ya Iraq û Biladî Şam ku Cephet El-Nusra jî di nav de cîh digire û girêdayî El-Qaîdeyê ne, pasaporta kesekî ji Amerîkayê hate bidestxistin. Heman kes li ser Tirkiyê re derbazî Sûriyeyê bûye. Li navenda ku ji aliyê YPG’ê ve hate bidestxistin, her wiha pasaport û nasnameyên kesên ji Misir, Tunus û Bahreynê jî hene. Ev kes jî dîsa li ser Tirkiyê re derbaz bûne. Li heman cihî nasnameya endamekî îstîxbarata Sûriyeyê jî hat dîtin.

Li bajarê Serêkaniyê yê Rojavayê Kurdistanê êrîş û pevçûnên ku di 8’ê Mijdara 2012’an de bi ketina komên çete a bajêr re destpê kiribûn û 3 caran agirbest hatin îlankirin, di 17’ê Tîrmeha 2013’an de bi derxistina koman a ji bajêr re bidawî bûn. Komên wekî Cebhet El-Nusra, Emin Mislimîn ên girêdayî Dewleta Îslamî ya Iraq û Biladî Şam ku ew jî girêdayî El-Qaîdeyê ye ji aliyê Tirkiyeyê ve ketibûn bajar û heta pevçûnên dawî gelek êrîş pêk anîn.

Di pevçûnên ku di vê pêvajoyê de qewimîn de kesên ji Tirkiyeyê hatin kuştin, ambulansên Tirk û Fransî hatin desteserkirin û ala Tirk û belgeyên cuda hatin dîtin. Li gel van pêşveçûnan tevgera Kurd gelek caran bi daxuyaniyan diyar kir ku, li pişt êrîşan hêzên wekî Tirkiyê û yên navnetewî hene. Lê ev yek tu caran ji aliyê van hêzan ve nehat qebûlkirin.

PASAPORTA AMERÎKA, MISIR, TUNUS Û BAHREYN

Di demeke ku salvegera şoreşa 19’ê Tîrmehê ku gelên Rojavayê Kurdistanê rêveberiya bajarên xwe bi dest xistin tê pîrozkirin û îradeya siyasî li qada navnetewî jî tê qebûlkirin de, dîsa li Serêkaniyê heman koman êrîş pêk anîn. Li hemberî vê yekê YPG’ê û gel berxwedan nîşan da û kom ji bajêr derxistin. Tevgera siyasî ya Kurd jî di dema êrişan de diyar kir ku, hêzên li dijî îradeya derketiye holê dîsa ketin nava hewldanan û li pişt van êrîşan hêzên derve hene. Di belgeyên ku li navendên komên êrîşkar ên bajêr hatine derxistin hatine dîtin jî vê nêrînê piştrast dikin.

Di 17’ê Tîrmehê de hêzên YPG’ê navenda Dewleta Îslamê ya Iraq û Biladî Şam ku Cebhet El-Nusra jî di nav de ye bidest xist û lêgerîn pêk anî. Di lêgerînê de gelek belge, nivîs, nasname û pasaport hatin bidestxistin. Di nava van de ya herî balkêş jî pasaporta kesekî ji Amerîkayê bû. Wekî tê zanîn Amerîkayê Cebhet El-Nusra wekî ’terorîst’ îlan kiribû, lê li ser endamên heman komê pasaporta Amerîkayê derket. Ji bilî pasaporta yê Amerîkayî, pasaportên kesên ji Misir, Tunur û Bahreynê jî hene.

Di nava belgeyan de nasnameya endamekî îstîxbarata Sûriyeyê yê bi navê Cemîl Şahîn jî heye.

LI SER TIRKIYÊ RE DERBAZ BÛNE

Li gorî agahiyên di pasaportan de navên van kesan û welatên wan wiha ne:

-Abdulrehman Adel Hesen Hamad: Ji Bahreynê hatiye

-Cemal Elî Riad Alaaddîn: Ji bajarê Qahîre yê Misrê ye. Li ser Balefirgeha Ataturk a Stenbolê ya Tirkiyeyê re derbazî Sûriyeyê bûye. Heman kes bi pasaportê çûye Erebîstana Sîudî, Urdun, Iraq û Lîbyayê  jî.

-Ridha Hisên Mansourî: Ji Tunusê ye. Di 25’ê Sibata 2013’an çûye Lîbyayê û heman rojê derbazî Baregeha Ataturk a Stenbolê ya Tirkiyeyê bûye.

-Faruk Zekî Îbrahîm: Ji Misrê ye û li Amerîkayê jidayîk bûye.

-Emîr Faruk Îbrahîm: Ji bajarê Pensilvanya yê Amerîkayê ye.  Bi riya Balefirgeha Aturk a Stenbolê ya Tirkiyeyê hatiye Sûriyeyê.

Balkêş e ku 3 kesên li ser Tirkiyê re hatine jî di navbera 18 û 25’ê Sibata 2013’an de derbazî Balefirgeha Ataturk a Stenbolê bûne.

Di belgeyên din de jî krokiyên navendên leşkerî yên Serêkaniyê, Tiltemir û Hesekê jî hene. Her wiha belgeyên ku danûstandina bi komên li ser bendana Mebruka ya Rakayê nîşan didin jî hatine dîtin. Di belgeyan de hatiye diyarkirin ka dê ji kîjan bajarî re çiqas ceyran bê dayîn. Li gorî vê yekê bajarên Rojavayê Kurdistanê yên wekî Tiltemir, Qamişlo û Dirbêsiyê wê tenê rojê di navabera 2 û 3 saetan de ceyranê bigirin. Lê ji bo bajarê Serêkaniyê ji ber ku beşek di destê wan de bû reqemek nehatiye diyarkirin.

Ji belgeyan tê fêmkirin ku komên çete heta xutbeyên ku dê li mizgeftan bêne xwendin jî mudaxeleyî her tiştî kirine. Di nava belgeyan de daxwaznameya melayê mizgeftekê ku destûrê dixwaze da xutbe bide jî heye.

Nakokiyên di navbera komên çete bixwe de jî di belgeyan de têne dîtin. Di belgeyekê de tê gotin ku koma bi navê Liwa El-Umma leşkerî Sûriyeyê ku ji artêşê veqetiya bû revandiye û ew rasdestî koma bi navê Sewaeq El-Heq kiriye. Vê komê jî îşkence li leşker kiriye û bi zorê li pêşiya kamerayan daye axaftin. Li gorî belgeyê Sewaeq El-Heq piştre jî serokê Liwa El-Umma revandiye û li hemberî wî 10 milyon pere xwestine. Dîsa hinek belge nîşan didin ku baweriya endamên koman jî li hev nayê û bi ajantiyê hevdu tawanbar kirine.

Di nava belgeyan de lîsteya navên kesên ku ji welatên din tevlî çeteyan bûne jî heye. Di lîsteyê de tê dîtin ku gelek çekdar ji welatên wekî Tirkiye, Tunus, Misir, Sûriye, Dewleta Mîrekên Ereban a Yekbûyî hatine.

Di nava tiştên hatine desteserkirin de hebên hişbir jî hatine dîtin.

Jêder ANF