’Şahidê Bêdeng’ dibe ’Bîrdariya Komkujiyê’

’Şahidê Bêdeng’ dibe ’Bîrdariya Komkujiyê’

Wêneyê ’Şahidê Bêdeng’ ê rojnamevan Ramazan Ozturk ku sembola Komkujiya Helebceyê ye wê li Laheyê bibe ’Bîrdariya Komkujiya Helebceyê’.

Rawêjkarê Wezîrê Enfal û Karûbarê Şehîdan yê Herêma Kurdistana Fuad Osman, ragehand ku Şaredariya Laheya Holandayê bîryara çêkirina bîrdariyeke ku wê Komkujiya Helebceyê sembolîze bike, wergirtiye.

Fuad Osman, da zanîn ji bo Komkujiya Helebceyê ji aliyê welatên Ewropayê ve wek komkujî wer qebûlkirin Komîsyona Karên Derve ya Şaredariya Laheyê bernameyek amade kir û got: ’’Li vê çarçoveyê de li Laheyê wê destpêkê bîrdariyeke ku komkujiya Helebçeyê sembolîze bike, were çêkirin.’’

Osman ji AA’yê re wiha axifî: ’’Ew bîrdarî dê wêneyê mirina bav û zarok be ku Ramazan Ozturk kişandibû. Gelek wêne û dîmenên rojnamegerên ku piştî êrîşa kîmyewî ya rejîma Baasê ya 16ê Adara 1988’an cara ewil ketin bajêr û kişandin, hene. Hemû, wê wehşeta ku di wê rojê de qewimîn vedibêjin. Di nava wan de yê ku wek sembola Komkujiya Helebceyê bala hemû dinyayê kişand wêneya mirina digel zarokê xwe Omer Mihemmed Salih e ku ji aliyê rojnamevan Ramanzan Ozturk ve hatiye kişandin. Me jî ji bo ku li Laheyê Komkujiya Helebceyê sembolîze bike, ev wêne pêşniyar kir.’

Osman, diyar kir ku bîrdarî dê di 29’ê Nîsana 2014’an de vebe û wiha got: ’Em hêvî dikin ku êdî li tu derê dinyayê karesatên bi vî rengî neqewimin.’ Osman da zanîn ku Brîtanya, Yunanîstan, Swêd û Koreya Başûr jî Komkujiya Helebceyê wek jenosaîd qebûl kirin û Parlamentoya Iraqê jî bi bîryareke ku berê wergirtibû komkujî qebûl kiriye û dê tezmînatê bide.

Basnews