Şahidiya wêneyan

Şahidiya wêneyan

Deh kesên destgirêdayî li hemberî dadger rûniştine, kesê yazdehemîn bi birîndarî li ser erdê dirêj bûye. Dadger biryara gulebarankirina wan dide û çend kes ji bo pêkanîna hukûm wan dibin.

 

Pêkanîna hukûim: G3 di dest de, amade dibin…”Teqe”…

Dengê 11 çekan guhên erşê ker dike, 11 laş xwar dibin û dikevin û di nava xwînê de digevizin.

Hemû nemirine, hinek ji wan hê sax in, parêzvanê dadger, demanceyê li tenişta xwe vedike û ji bo her yekî guleyek!

Lenza kameraya ”Nikon” yek li pey hev dîmenan tomar dike… Ji bo her yekê guleyek û çirkênek.

27’ê Tebaxê, rojek ji rojên dawiya havîna sala 1979’an, li bajarê Sine ya Rojhilatê Kurdistanê, şahidê cinayeteke dîrokî bû. 11 têkoşerên kurd li balefirgeha bajarê Sineyê tên gulebaran kirin.

Piştî şoreşa gelên Îranê û serhildana Kurdan ji bo azadiyê, hukumetê hêzên serbazî ber bi Kurdistanê dişîne. Di heft mehên destpêka şoreşê de, bi fermana Xumeynî û bi serpereştî û çavdêriya Sadiq Xelxalî, nêzî 500 kurd ji aliyê hukumeta Îranê ve hatin kuştin.

Di wan salan de Cehangîr Rezmî nûçegihanê rojnameya İtilaatê û hevkarekî xwe ber bi navçeyên şer ve diçin û dibin şahidên kuştina xelkê navçeyê.

 

Wêneyek ji nav hemûyan de tê hilbijartin û di rojnameyê de tê belavkirin, lê bê nav û nîşana wênegir. Rojname di demeke zû de li bazarê de namîne û tê firotin, nûnerên ajansên nûçeyan ji bo kirîna wêne, êrişê dibin ser bûruya rojnameya İtilaatê.

 

Piştî belavkirina wêneyan, roja rojnameya İtilaatê ava dibe û hikumet dest li ser rojnameyê de digire û ji vê rojê rojnameya İtilaatê bû rojnameya dewletê.

Wêneyê gulebarankirina 11 têkoşerên Kurd û nûçeya komkujiya Kurdan bi destê rejîma Îranê li seranserê cîhanê belav dibe. Beriya belavbûna wêne, raya giştî ya cîhanê agahdarê kuştina Kurdan nebû.

 

Du roj piştî belavkirina wêneyan, di 29’ê Tebaxa 1979’an, ajansa wênegiriya United Press (UPI) li Waşîngtonê bi awayekî fermî wêney belav kirin û piştî vê wêne rûpela yekem a piraniya rojnameyên cîhanê dagîr kir.

 

Di 14’ê Nîsana sala 1980’ê de Cehangîr Rezmî ji ber wêneyê gulebarankirina komî ya Kurdan li Rojhilatê Kurdistanê, xelata ” Pulitzer Prize for Spot News Photography” qezenc kir, lê kesî/ê nedizanî ku wî wêne kişandiye.

 

10’ê Berfanbarê, roja mafê mirovan a cîhanê, kovara Shpiegel di malpera xwe de behsa çîroka wêneyekî dike ku xelata Pulitzer bi dest xistiye, lê di nava 27 salan de kesî/ê wênegirê wê nas nedikir.

Ji ber wê jî xelat bi awayekî fermî pêşkêşî ”Wênegirê navneteweyî yê bê nav” hate kirin û bi awayekî demkî û weke emanet di destê ajansa nûçeyan a Amerîkayî ku wêne belav kiribû de ma.

Di dîroka 80 saliya xwe de, cara pêşîn bû ku xelata Pulitzerê pêşkêşî kesekî nenaskirî dihate kirin.

 

Çend kesan ew yek derfeteke baş dîtin û xwe weke: “Wênegirê ”Coxeyên Agir li Îranê” nasandin, lê belgeyek ji bo selimandina vê rastiyê di destê wan kesan de nebû.

 

Sala 2002’an nûçegihanê Wall Street Journalê, Joshua Prager piştî 5 salên lêkolînê karî şûnpiyên wênegirê ”Coxeyên Agir” peyda bike.

 

Babeta Joshua Prager bi navê ’Sira dîrokiya wêneyekî hejîner” bû serdêra piraniya ajans û rojnameyan.

Cehangîr Rezmî, wênegirê 58 salî piştî bêdengiya sê deheyan, di sala 2007’an de di merasîmekê de li zanîngeha Colombiayê bi awayekî fermî xelat stand.

Rezmî di dema wergirtina xelatê de got: ” Di rastiyê de min 26 sal beriya niha xelata xwe wergirt, ji ber ku wêneyên min bûne sedemek ku pêşî li kuştina xelkê sivîl bigire û ji bo min weke rojnamevanekî, xweştirîn hest eve û di rastiyê de ev xelat ji bo min xelata duyemîn e.”

 

Wall Street Journal derbarê komkujiya Kurdistanê wiha nivîsî: ” Di du rêzên li hember yek, 11 kes sekinîne. Rêzek çavgirêdayî, rêza duyem çek di destan de. Fermana ”Teqe” hate dayîn, aliyê rastê û li aliyê din li pişt eskeran de, kesê 12 mîn jî teqe kir, kameraya Nikon û filmê ”Kodak” ev komkujiya reş û spî tomar kir.

Ev dîmen diçe xaneya wan wêneyan ku kesek di jiyana xwe de, tenê carekî dikare bikşîne. Komîteya hilbijartina xelatê, ev wêne ”Bi navûbangtirîn wêneyê şoreşa Îranê” bi nav kir.