Salih Muslim gihîşte Belcîka

Salih Muslim gihîşte Belcîka

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokrat PYD Salih Muslim gihîşte welatê Belcîkayê û ew li kanala asmanî ya Ronahî tv ye. Li gorî nûçeyeke malpera pydrojava ku malpera fermî yê partiya PYD`ê ye belav kiriye ku Salih Muslim niha li Belcîkayê ye û ewê bibe mêvanê televizyona Ronahî tv yê. Niha hevserokê PYD Salih Muslim bi zindî mêvanê kanala Ronahî tv yêye û behsa rizgarkirina deriyê sînorî a Til Koçerê dike. Jêderekê agahdar ragihand ku hevserokê PYD`ê Salih Muslim şeva borî bi riya deriyê sînorî yê Rebîe hatiye nav axa Êraqê û piştr gihêştiye Bexdadê û ji wir berve welatekî Ewrupa geşt kiriye. pêştir jêderekî agahdar ji Xendanê re ragihand: Şeva borî 25-26/10/2013`an, hevserokê Partiya Yekîtiya Demokrat PYD bi riya derwazeya sînorî a Rebîe ji axa Sûriyê hatiye nava axa Êraqê. Her weha Salih Muslim ragihadibû ku: Sînorê Herêma Kurdistanê li pêşiya wî hatiye girtin û rê nedan wî ku derbasî Herêmê bibe. Bi gotina jêderê agahdar, piştre Salih Muslim gihêştiye bajarê Bexdadê û her şeva borî bi riya balafirxaneya navdewletî ya Bexdadê berve welatekî Ewrupa geşta xwe kiriye ji bo beşdarîkirina li kongireya Cinêv 2 li Siwîsrayê.