Salih Muslim li Îranê ye

Salih Muslim li Îranê ye

Li gorî nûçeya ku Rûdawê belav kirî, Hevserokê PYD Salih Muslim eve sê roje li Îranê ye û bi rayedarên Îranê ve hevdu dibîne.
Berdewamiya nûçeya Rûdawê wehaye.

Li gor çavkaniyekî cihê baweriyê, ev sê roje hevserokê PYDê Salih Muslim li Îranê ye. Biryare sibe (07.08.2013) vegere Herêma Kurdistanê û piştre biçe Tirkiyê.

Çavkaniyekî taybet ew nûçe ji Rûdawê re piştrast kir û wiha got: “Hevserokê PYDê li dergehê Paşmax çûye Îranê û wê ligel berpirsên paye bilind ên wezareta derve ya Îranê hinek civînan lidarbixe.”

Derbarê encama civînê jî, heman çavkaniyê wiha got: “Hevserokê PYDê bi wê serdanê û serdanên din, hewl dide ku welatên derdorê ji wê yekê piştrast bike ku rêveberiya wan pêşniyar kirî, nabe gefek li ser yekparçetiya Sûriyê. Herwiha hewl dide ku ji welatên navçeyê re bêje ku PYD bûye hêzekî rast û divê li ser mikur bê.”

Heman çavkaniyê di dawiya axaftinên xwe de wiha got: “Biryare Salih Muslim roja çarşemê vegere Herêma Kurdistanê û wê piştî çend rojên din serdana Tirkiyê dike.”

Rûdawê ji bo piştrastkirina wê nûçeyê, peywendî ligel çend berpirsên PYDê ve danî, lê ti kes amade nebû wê nûçeyê red an jî piştrast bikin.

Konsolê Komara Îslamî ya Îranê li Hewlêrê Seyd Ezîm Husênî nûçeya serdana Hevserokê PYDê Salih Mûslim û sekreterê El-Partî Ebdulhekîm Beşar a ji bo Îranê piştrast kir. Husênî ji Rûdawê re ragihand: “Dibe ku di nava vê heftiyê de ew serdan bê encamdayîn.” Seyd Ezîm Husênî amade nebû ecêndeya wê serdanê eşkere bike.