Salih Muslum: Îran piştgiriya Kurdan li Suriyê dike

Salih Muslum: Îran piştgiriya Kurdan li Suriyê dike

Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li rojavayê Kurdistanê Salih Muslim diyar kir ku Îran piştgiriyê dide mafên kurdan li Sûriyê. Muslim her wiha da zanîn dê hefteya bê dîsa serdana Tirkiyê bike. Hevserokê PYDê gazinde li “bêdengiya” Herêma Kurdistanê li hember êrişên li dijî kurdên rojava kir.
Hevserokê PYD’ê Salih Muslîm ku yekemcar di 25’ê Tîrmehê de li Tirkiyê di asta fermî de li Stenbolê hat qebûlkirin, di destpêka vê hefteyê de serdana Îranê kir. Muslîm li ser vexwendina Wezareta Karên Derve ya Îranê çû Tehranê û li vir di asta bilind de hin hevdîtin kir û vegeriya Hewlêrê.

Salim Muslîm ji ANF’ê re peyivî û behsa sedemên lidarketina hevdîtineke bi vî rengî kr. Muslîm da xuyakirin ku Îran di mijara Sûriyê de ’roleke mezin dileyze’ û destnîşan kir ku di nava dewletên herêmê de welatê ku piştgiriyê dide rejîma Sûriyê Îrane û got, “Îran ji destpêkê ve bi bûyer û pêşketinên li herêmê re eleqedar e. Bi awayekî cidî nêzî mijarê dibe. Ev pêwendiya xwe ya li Sûriyê, me jî eleqedar dike û me nêzî hev dike.”

Hevserokê PYD’ê da xuyakirin ku sedema duyemîn a lidarketina vê hevdîtinê jî ’êrîşa giran’ a Selefiyan a li dijî Kurdan e. Muslîm êrîşên Selefiyan ên li gelek qadên cîhanê bibîr xist û destnîşan kir ku Îran di vê mijarê de jî ’girîng’ e.

Muslîm diyar kir ku ’pirsgirêka Kurd a li Rojhilata Navîn deng vedide, her kesî eleqedar dike’ û got, “Lewma em vexwendin. Wezareta Karên Derve û rayedarên payebilind em vexwendin. Me bi mirovên payebilind re hevdîtin kirin.” Muslîm ragihand ku wan di hevdîtinê de bi giranî rewşa giştî ya li Îranê û hebûna Selefiyan a li vî welatî nirxandine û got, “Weke gelê Kurd me behsa daxwazên xwe kir. Me nêrînên xwe diyar kir. Wan jî nêrînên xwe anîn ziman. Nêrîna hevpar ew bû ku diyalog dewam bike. Wan gotin, ewê bi me re di nava piştgiriyê de bin.”

Hevserokê PYD’ê da xuyakirin ku ev hevdîtin civîna “hevnasînê” bû û anî ziman ku Îran sekna wan a li dijî Selefiyan mafdar dibîne. Muslîm diyar kir ku Îran daxwazên Kurdan jî ’gelekî normal’ dibîne û got, “Rejîma niha û ya dema pêş çi dibe bila bibe, wan gotin ku ew daxwazên me mafdar dibînin. Ew ne alîgirê parçebûna Sûriyê ne, ji xwe em jî ne alîgirên parçebûna Sûriyê ne.”

Muslîm diyar kir ku hevdîtinên wan ên bi Îranê re wê dewam bikin û anî ziman ku diyaloga wan a bi Tirkiyê re dewam dike, deriyê wan ê bi Rûsyayê re ji xw vekiriye. Muslîm destnîşan kir ku eger gengaz be ew dixwazin bi Erebîstana Siûdî û Qatarê re jî hevdîtinê bikin û got, “Em dikarin li deriyê wan bidin. Ew piştgiriyê didin Selefiyan. Eger em firsendê bibînin, emê ji wan bipirsin ka ji Kurdan çi dixwazin.”

Hevserokê PYD’ê Salih Muslîm da xuyakirin ku ewê di hefteya pêş de bê Tirkiyê û anî ziman ku di hevdîtina 25’ê Tîrmehê de wan soz dane ku careke din hevdîtinê bikin. Muslîm got, “Hingî me soz dabûn. Wan gotibûn werin. Her du aliyan jî dixwest.” Muslîm der heqê dem û cihê hevdîtinê de agahiyeke zelal neda û diyar kir ku dibe hevdîtin li Enqerê pêk were. Muslîm got, “Daxwaz ji Wezareta Karên Derve hat, lê ne diyar e ku bi kê re hevdîtinê were kirin.”

Hevserokê PYD’ê Salih Muslîm ragihand ku deriyê sînor ê Sêmalka yê navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de hînê girtî ye û diyar kir ku li ser zêdebûna nerazîbûnan rayedarên Herêma Kurdistanê ya Federal îdîa kirine ku deriyê sînor vekirî ye.

Muslîm da xuyakirin ku wan gotinên xwe yên divê were gotin, beriya niha anîne ziman û nîqaşa heyî jî di nava Herêma Kurdistana Federal de tê kirin. Muslîm bibîr xist ku li ser zêdebûna nerazîbûnan rayedar neçar mane daxuyaniyê bidin û îdîa bikin ku derî vekiriye û got, “Derî girtî ye. Hînê venebûye. Divê bazirganî karibe bê kirin. Gelo ji wê pira li wir çê kirine, vê cejnê çend wesaît derbas bûn? Dema em dixwazin alavên mîna dermanan derbas bikin, me radiwestînin. Destûr ji çûn û hatina mirovan re nayê dayîn. Nahêlin alîkarî bên derbaskirin. Eger nexweşek çend rojan tê rawestandin, ji vê re nikare bê gotin ku derî ’vekirî’ ye. Di pratîkê de têl li ser sînor nekişandine, lê destûrê nade kes jî derbas bibe. Divê derî ji bo gelê me bi her awayî vekirî be.”

Muslîm li hemberî bêdengiya hêzên navnetewî, herêmî û hikûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê ya Federal a li pêşberî komkujiyên El Qaîdeyê li sivîlan dike, nerazîbûn nîşan da û got, “Nedayîna nerazîbûnekê, fikaran diafirîne. Em dikevin nava fikar û gumanan ku van hêzan hemûyan li hev kirine yan na.”

Di navbera 31’ê Tîrmeh û 1’ê Tebaxê de komên ser bi El Qaîdeyê êrîşî bajarokên Til Hasil lû Til Eran ên Helebê kiribûn û di encamê de herî kêm 70 Kurdên sivîl bi hovane hatibûn kuştin.

Di encama daxuyaniya Salih Muslim de diyar dibe ku di demê pêş me de jî dê hatûçûnekî dijwar di navbera PYD û komarên herêmî de çêbibe. her çend hevdîtinên PYD li gel Tirkî û Îranê di nava hewayekî nermanede bihurî be jî, him Kurd him jî raya giştî dizanin ku kuştdarên Kurdan dîsan çavkaniya xwe, ilham û arîkariya xwe ji hêzên herêmê digrin. Bi taybet çapemeniya Tirkiyê bi xwe jî aşkire kir ku hêzên kuştdar li tirkî fermana kuştina Kurdan girtine û hêza xwe û arîkariya xwe ji Tirkiyê digrin. Bi taybet jî di dema ku Hevserokê PYD Salih Muslim nû ji tirkiyê vegeriya bû ev bûyer pêk hatin. Bêgûman peywendiyên dîplomatîk û têkilî li gel hemî hêzan di çerxa rojhilata navîn de şêwazekî erênî tê dîtin lê ev peywendî nermbûna bi hêzên herêmê re dê çiqasî pêşî li hêzên çete bigre û desteka li dûv wan bibire hîna ne diyare.

rewanbej.net