Şam şekire, welat jê şêrîntire – 1

Şam şekire, welat jê şêrîntire – 1

Ev pêşgotina “Şam şekire, Welat jê şîrîntire” pêşgotineke me kurda ye, wateye wêya jî hesret û hizkirina welate. Waxta ku ez hamuyî têxim ser hevudin nêzî sîh û pênç salên min qediyaye ku ez li bajar û metrepolên tirkan dijîm. Min xwe li nava tirkan naskir û keseyata xwe bidest xist, ez bahwerim ku hesret û hizkirina Welatê min jiber van sedeman bi min re çêbûye. Dive ku bedena min bi şêweye ke fizîkî li welatê tirkan bê, lê ji waxta ku min xwe naskiriye heya wekî îro fikr û ramanên min peve li ser welatê min Kurdîstanê ye. Wekî wanîgasyoneke ku rê yên nava taxan, bajaran û navbera Dewletan têde hatiye qeydkirin û rê yan şanî ajokeran dike, a min jî wisa ye, erdnigariya Welatê min jî di mêjiyê min de qeyd bûye, heremên ku ji erdnîgariya Welatê xwe yên ku min dîtine Jixwe min dîtine, yên ku min nedîtîye jî dinava xeyalên xwe de tênim ber çavên xwe û ji xwe re lê dijîm û digerim. Her çiqasî dagirkeran Welatê min ji gel ê min re xistibe wekî dojehê jî, ez Welatê xwe dimêjiye xwe de wekî beşek ji beşê erdnigariya bûhiştê dibînim û dinava xeyalên xwe de li daristan, çiya, nawal, deşt û berî yên Welatê xwe digerim. Ez dixwazim tiştekî ku ji min re balkêş tê li vira bênim ziman, metroyek ji erda Welatê min fermî li ser navê min tapokirî tuneye, lê wekî ku erdnigariya Kurdîstanê hemu li ser navê min tapokiriye û ez Welatê xwe wekî mal û milkê xwe dibînim, gelo ew kesên ku wekî min bi hesreta Welatê xwe ne, ewya jî wisa li erdnîgariya Welatê xwe meyzedikin an na?. Wexta ku ew Welatê te yî ku tu hewqasî jê hizdike û ji te re bûye kul û hesret ku rojek wê werê tu lê azad bijî, dibin dagirkeriya dijminandebe, bi dehan salan şer û pevçûn lê berdewam be û gel ê te dibin zilmê û dinava xizanîyeke pirr dijwar de bê hîn behtir tu dibe evîndarê Welatê xwe, jibonî ku tu gel ê xwe jibin zilmê derxê û Welatê xwe ji dagirkeran azad bike tu xwe berpirsiyar dibîne û tu mecbûr dimîne têkevê nava liv û tevgerekê de. Ew liv û tevgera ku jibonî azadiya Welatê xwe yek xwe berpirsiyar dibîne, ne liv û tevgereke ku yek pesnê xwe pê bide û forta xwe pê bike, ev pervira her Welatperêzeki ye. Lê tenê ez dikarim vêya bibejim, ji roja ku ez bûme xwedî kesayet û min xwe naskiriye heya wekî îro ez nebûme alîgire dijberên gel ê xwe. Li vira armanca min ewe ku kesên wekî min bi hesreta welatê xwe ne û kesên ku derfetên wan tuneye ku li Welatê xwe bigerin û bibînin, ez ê ji wan re bibim çav û pê, li Welatê xwe yî dil birîn û dil kovan Kurdîstanê bigerim û rewşa Welatê xwe ji aliyê civakî, siyasî, aborî û ol î ve em ê bihevudin re parve bikim.

 

Berxwedana Kobanê ketibû roj a şêst û pêncan de, her çiqasî qetlîyama Şengalê êş û kul xistibin dilê me jî, têkçûna Kobanê dibû sedema binketina bi salan tekoşîna gel ê kurd, jibonî vê yekê rizgarkirin û serkeftina Kobanê jibonî gel ê Kurd pirr girîng bû. Kobanê bûbû man û nemana Kurdan, çi Kurdêkî Welatparêz û hestiyar yên li Kurdîstanê û yên derî Kurdîstanê dev ji hamu xabatên xwe yî tekekesî berdan, jibonî ku Kobanê nekevê bin destên hovan de ketin nava hewldanan de. Wisa xuyandike ku didemeke nêzde wê Kobanê azad bibe. Direwşeke wisa de ez ketim ser rê û min berê xwe da Welatê xwe Kurdîstanê. Rêvîtîya min wê nêzî neh-deh saetan berdewam bike. Waxta ku ez li otoboza rêvîyan suwarbûn û dikursiyê xwe de runiştim berbi Welatê xwe ve meşiyam, bi ramyariyeke kur û giran ketim navan xeyalande, ji aliyekîve pirr kefxweş bûm ku ez berbi welatê xwe ve ketime ser rê, ez ê cardin Welatê xwe bibînim, bêhna axa pîroz wê têkevê pozê min, bi çol, çiya, deşt, newal, bexçe û av a Welatê xwe şa bibim. Ji aliyên dinve jî ez diketim nava xemginiyekê kur û dijwarde ku Welatê min dinava agir de dişewitê, li herdeverên Welatê min şer, pevçûn û serhildane, Welatê min talan û wêran dibe, darbestên wan agîd û pêhlewanan wekî rêze flîman diber çavên min re derbas dibin, jixwe ya herî girîng ku agir bi kezaba min dixist, bi sed hazaran zarok, jin, pîrejin û kalemêrên kurdan di vê sir û seqama demsala çile de ji cih û warê xwe bûne û li ser axa Welatê xwe koçberin, li çol û çiyayên Welatê xwe dinava perîşaniyeke pirr dijwar de dijîn. Tu caran ez bi şev nakevim ser rê yan, jibonî ku ez li çiya, deşt, newal, çem, daristan, bax û bexçeyên Welatê xwe baş meyzekim peve rêvîtiya xwe bi roj dikim. Êz hîna dinava wan xeyalên xwe de li gel û Welatê xwe difikirîm, min meyzand ku ez gihîştime serê lotkeyên gawur daxê, şêst km. Mane ku ez bighêjim bajarê Dîlokê, çi cara ku ez di çûme Welatê xwe û dighêştim lotkeyên gawur daxê, rahma xwedê lêbê û cihê wîya bûhişt bê, parêznameya birêz Seîd Elçî dihate bîra min, birêz Seîd Elçî disala 1972 yan de digirtîgeha bajarê Antalya de bû, waxta Seîd Elçî derdikevê pêşberî Dozger, pirsa Dozger ya herî pêşî ku ji birêz Saîd Elçî dipirsê evyabû? De ka bibeje tu dibejê ez kurdim û navê Welatê min kurdîstane, kanî sînorê Welatê xwe kurdîstanê ji min re bibeje? Birêz Seîd Elçî ji Dozger re dibejê sînorê Welatê min ji bahra spî destpêdike, dibinya bajarê Antaqya re derbasdibe, disilsileyên gawur daxê re bajarên Mereşê, Meletê, Çewlike, hinek ji erda bajarê Sêwazê û Erzinganê, bajarê Erzorom û Qarsê dinava xwe de dihewîne, ji wura û wurde aliyê rojhilat Welatê mine û navê wêya jî kurdîstane. Divan sîh û pênç salên ku ez li nava tirkan jiyame, bi sedan caran ez dilotkeyên gawur daxê re derbas bûme, çi cara ku ez gihîştime lotkeyên gawur daxê, birêz Seîd Elçî hatiye bîra min û ji wura pêve dizanim ku ez dikevime nava axa Welatê xwe, bi lêvkirine birêz Seîd Elçî ku dibejê navê wêya Kurdîstane. Li vira ez birêz Seîd Elçî bibîr tênim û bejna xwe li ber şahadeta wiya ditewînim.

 

Hîn berdewame,