Şam şekire, Welat jê şêrîntire - 4

Şam şekire, Welat jê şêrîntire - 4

Min carekedin jî gotibû, ez tucarî naxwazim bême Nisebînê û li Nisebîne bijîm, çimku rojeke xweş ku ez dikaribim bibejim min li Nisebîne derbaskiriye û le jiyame tûneye. Evya nayê wê wateyê ku ez ji Nisebîne acizim û kêfa min jê re nayê, bê çawa her bohista axa Kurdîstanê didilê min de şîrîne, Nisebînê jî wisa bi min şêrîne, lê mixabin çi kûç, kolan, ax, av, bax û bostanên Nisebîne û derdora Nisebîne bîranînên min tênê bîra min, bîranînên min jî hemû êş, kûl, xem û birînên ku bi tû awayî nayên jibirkirin û dermankirin, jiber van sedeman ez naxwazim werim Nisebîne û li Nisebîne bijîm. Ez hîna li ser xanî bûm, min li derdora xwe li bajarê Nisebîne dimeyzand û lê difikirîm, ji sala 1958 an heya wekî vê kêliya ku ez li ser xaniye xwe ji piyan sekinîme, qederê pênceh û heft salên derbasbûyî, rewşa bajarê Nisêbîne û jiyana xwe ya ku ez bi salan li Nisebîne jiyame min dimejiyê xwe re derbas dikir, di sala 1958 tan de tê bîra min bajarê Nisebîne bajaroke kî pirr biçûk bû, şêniyên weya hamû bajarî bûn, bajariye ji xwe re digotin em erebin, çiqasî ereb bûn ez wêya nizanim, di wî wextî de malbatên kurdan yên ku li Nisebîne dijîn tiliyên destan derbas nedikirin, ava çemê newala bûnisra li pişt girê girnewas de dibû sê şax, şaxa herî xilbe dinava bajarê Nisêbînê re, şaxa duyemîn dibinya gundên şanîşê, gundikê Xêlit û dirojavayê Nisebînê re, şaxa sisêyan dibinya gundê bawernê, di gola xanoq, girê mohriz, di rojhilatê Nisebînê re bi ser bajarê Nisebînê re diherikîn, sînor derbasdikirin û diherikîne binya xetê. Wê avê jiyan dida Nisebîne, Nisebîn û derdora wêya zindî dikir. Li ser van şaxên avê yên ku bi ser bajarê Nisebînê de diherikîn heft aş û du dengên birinc hebûn, herema ku dikete navbera van her sê şaxên avê de hamu spîndar, darê fêkî, bax, bexçe û çandinî bûn, vê şînahiya derdora Nisebîne, Nisebîn kiribû qoziyek ji qoziyên buhiştê. Lê wexta ku niha ez jixwere li Nisebîne dinerim ew dar, şînahî, bax û bexçe hemû hûndabûne, gundê ku ez lê ji dayik bûme “weysîke” bûye taxek ji taxên bajêrê Nisêbîne, Nisebîn boş û fereh bûye, ji aliyê bakurve gihiştiye gundê bawernê û xwe paldaye quntarê çiyayê bagokê, ji milê rojhilat ve diber rê ya hevrîşim re girê mohriz qulaptiye gihiştiye çeta girhesin. Ji aliye rojava ve çiftlika Mahmut kê, gundike Xêlit, gunde şanîşe xistiye nava xwe û bi ser rê ya hevrîşim re şaxên xwe vedaye. Ji xwe bajarê Qamişlo li başurê Nisebîne raserî min xuyandikir. Bajarên Nisebîne û Qamişlo bihevudinvene, tenê têlên sînor dinavbera wan de heye. Gaza ku şeva derbasbûyî polîsan avêtibû nava bajêr hîna jî têsîra wêya hebû, ne wekî şevêdin be jî, lê dîse hinekî çavê min dişewitîn û nefesa min diçikiya. Wekî ku kesek li bajarê Nisebîne najiyê, Nisebîn di nava bêdengiyekê de bû, wisa xuyandikir ku serhildana 6, 7 û 8 tê cotmehê a jibonî berxwedana Kobanê şeniyên Nisebîne westandibûn, ez hîna neçûbûm nava bajêr, lê ligorî ku malbata min qala serhildana 6,7 û 8 tê cotmehê ji min re dikirin û digotin, ev cara yekemîne ku em laqî tiştekî wisa hatine, bi kurtasî ku yek bibeje jiyan bi carekê re rawestiyabû. Werhasil ez li ser xanî çend caran li derdora xwe zîvirîm heya ku ji min ve xuyandikir min têra xwe li bajarê Nisebîne û derdora weya meyzand, min ji xwe re digot, heye ku carekedin ev fersanda nekevê destên min, cîh û warên ku ez lê ji dayik bûme, zarokatiya xwe lê jiyame nema bibînim, bi şûnda ez ji ser xanî daketim û min berê xwe da nava bajêr. Waxta ez li nava bajarê Nisebîne geriyam, yekî dizanîbû ku şerekî mezin li van kolanan qawumiye, çi wargehên Dewletê yên fermî û Benqeyên ku hebûn hemû hatibûn şewitandin tenê kavilê wan li ser piyan mabûn, bêhna gazê, şewat û barûdê xwe li pozê mirovan dixist. Yekî dizanîbû ku gelê Nisebîne pervira xwe bi cîh aniye.

 

Nisebîn divan çel salên dawî ditekoşîn û berxwedana kurdan de cihekî weya teybet heye, ji sala 1984 an destpêka şerê çekdarî heya wekî roja meyî îroyîn dinava tekoşîn û berxwedanê de cîh standiye û berdêlên herî giran daye. Jiber ku gelê Nisebîne tekoşer bû Dewletê giraniya xwe berda ser Nisebîne, ji destpîka sersala 1991ê heya dawiya1992 yan ji terefê hizbil-qontra ku ji aliyê Dewletê ve hatibû damezrandin ve nêzî heftsed cuwan û welatparêzên kurdan dinava tax û kolanên Nisebînê de hatin şehîdkirin. Di newroza 1991 ên de li ser pira şehîdan hivdeh welatparêz hin bi çekan, hin dibin lingên panzêran de açiqîn, hinekan jî xwe di pirê werkirin di çem de xeniqîn û şehîd ketin, bi hezaran cuwanên Nisebînî tevlî tekoşîne bûn çûne çiyan, her roj yek dudo şehîd diketin û cenazeyên wan bi ser mede dihatin, bi hezaran ketin girtîgehan û bi deh hezarn di eşkencexaneyên Dewlêtê de derbasbûn, hin ji wan seket man û hinek jî heya wekî îro wûndane û hîna çarenûsa wan nediyare. Ez diwê qaneatê de me, divan çel salên dawîde bûyerên ku li Nisebînê qawimîne têra bi dehan romanan dike ku yek binivîse, lê mixabin, ne ew derfet û ne ew hûner bi min re heye ku ez dikaribim xwe li tiştekî wisa bi qawimênim. Yek ê Nisana 1988 tan de şerê çiyayê bagokê bi tena serê xwe destaneke, li ser şerê çiyayê bagokê pirr nivîs û stran hatine gotin û nivîsandin, lê li gorî nêrînên min hîna jî heqîqeta şerê çiyayê bagokê ne hatiye nivîsandin, ev berxwedana şerê çiyayê bagokê dibin fermandariya binavê qod Delîl: Velî Yaşar de sê şev û sê rojan berdewam kir, dive ku hin kes bibejin sê şev û sê roj demeke kurte, lê ne wisa ye, gotineke me kurdan heye peve dibejin ” yen ku ne li şer e şêr e” Dişerde sê şev û sê roj wextekî pirr dûvedirejê, her pîle, deqe û seata wêya dikevê şuna salan de, ji xwe waxta ku dijminê te ne bi carekê an jî dû caran bi sedên caran ji te bi hêztirbe, xwedî balefiran, helîkopteran û teknolojiya herî pêşketî be û ya te tenê keleşkofek, çend cercur fîşekên te hebê, ma tû li pêşberî vê teknolojiya dikarê çibike? Lê dise ji wan qahremanan bi derfetên herî kêm derbeyên mezin li dijmin xistin. Fermandar Delîl dişer de kesekî pispor û xwedî tecrûbe bû, wekî ku em dizanin li ser şerê çiyayê sasonê jî stran hatine gotin, di 9ê adara 1985 ande, dinavbera pêşengê ARGK bi qod navê “Cahît” Ahmet Îbîn, heft hevalên wiya û dijmin de şerekî dijwar diqawimê, dinava vî şer ê ku li çiyayê sasonê diqewimê de garîla yê bi qod navê “Delîl” Velî Yaşar jî heye. Pêşengê ARGK ê Ahmet Îbîn û heft hevalên xwe li çiyayê sasonê heşt şev û heşt rojan dorpêçkirî dinava şerekî bê qiyasde liber xwe didin û şer ê xwe berdewam dikin, didawîde fermandar Ahmet Îbîn û heft hevalên xwe şehîd dikevin, tenê garilayê bi navê qod “Delîl” Velî Yaşar dimênê. Li vira ez dixwazin hin nêrînên xwe bênim ziman, şerên ku li çiyayê bagokê û sasonê qawimîne destanên kurdane, dive baş bêne lêkolînkirin û heqîqeta wan bêne nivîsandin. Jiber ku ev destanan hîn nehatine lêkolîkirin kî çi dibihîze dinivîse, evya çiqasî raste ez jî nizanim, hinek jî dibejin hûn li çi bibin şahid û çi bibihîzin bi nivîsin, kengî be wê rojekê heqîqeta wan bûyeran derkevê holê. Li gorî ku min şerê çiyayê sasonê lêkolîn kiriye û şopandiye bi navê qod”Delîl” Velî Yaşar di vî şerî de derbas nabê, heger derbasbibe jî min nebihistiye,, di sala 1988 tan de hin xizmên min di gitîgeha Diyarbekir de bûn, di rojê cejnan û rojên teybet de hevdîtina vekirî çêdibû û ez di wan rojande li gitîgehê bi xizmên xwe re dihatim cem hev. Vê bûyera ku ez li jêr binivîsim garilayekî ku wî wextî di girtîgehê de bû ji min re gotiye û hîna jî ew kesan saxe, wî garilayî digot ez nêzî heft mehan bi heval Delîl re mame, jiber ku di wî wextîde şerê ku li çiyayê bagokê hîn nû qewimî bû û di rojevê de bû, me qala şerê bagokê di navbera xwe de gotubej dikir, wî hevalî qala vê serpêhatiya “Delîl” Velî Yaşar ji me re kir. Diwî şerê çiyayê sasonê de piştî ku “Cahît” fermandar Ahmet Îbîn û heft hevalên xwe şehîd dikevin, “Delîl” Velî Yaşar bi tena serê xwe dimenê, fişekên wiya jî li ber xelasekêne, min çiyayê sasonê nedîtiye, lê dibejin çiyayê sasonê pirr asêne, ez heya wekî îro neketime tû şeran de û tiştekî wisan ne jiyane, lê pisporên şer dibejin “terefê herî zeyîf yên dijmin cihê herî bi ewleye” çimku dijmin li wura xwe dinava ewlehiyê de dibîne û dibejê cihe min asê ye, tû kes nikarê tiştekî bi min bike. Jibonî ku Delîl xwe ji vê dorpêçkirinê xelas bike serî li tiştekî wisa dixe, wexta ku şev dikevê erdê û tarî dibe, Delîl çeperê herî asê ji xwe re dike hedef, ew çeperê dijmin di serê zinarekî pirr bilind deye, dijmin tû carî xof û fikaran nakê ku tû kes dikaribe di vî zinarî re hilkişe û zirarekê bidê wan. Delîl ji hal ketibû, di şerê heşt şev û heşt rojande bê xew, bê av û bê nan bû, derman di çongên wîya de nemabûn, bi wî halên xwe ve bi saetan bi wî zinarê ku dijmin diserê wêya de ji xwe re çeper çêkiribûn ve dihilkişê û xwe digihênê binya çeperê dijmin, Delîl pirr westiyabû, qaderê pazdeh deqîqeyan hem bêhna xwe diberdê û hem jî bê çend kes di wî çeperî de hene guhên xwe bi ser wan de pêl dike, li gorî axaftina wana Delîl çar kesan di çeper de tespît dike, Delîl bi lez xwe di hilperikînê ser keviya çeperê dijmin û wan gulebaran dike, ser leşkerekî, çawîşekî pispor û du leşkaran di wî çeperî de dikujê, tiştên ku dikaribe rahêjiyê de çek, cebilxane, av û xwarinê bi xwe re hiltîne, bi lez xwe ji wura dur dixe û ji wê çember û dorpêçkirina dijmin xwe rizgar dike. Piştî ku “Delîl” xwe ji wê dorpêçkirine rizgar dike, bi tena serê xwe xwe dighênê Lubnanê aqede- miya Mahsum Qorqmaz, piştî çend mehan bi yekineyek garîla ve dîse der- dikevê bakurê Kurdîstanê, heya 1988 tan tekoşîna xwe berdewam dike, di 3 yê Nîsana 1988 tan de li çiyayê bagokê şehîd dikevê,

 

Ez diwê bahweriyê de me, “Delîl” dikarîbû dişerê çiyayê bagokê de jî xwe ji wê dorpêçkirin û çembera dijmin rizgar bike, lê mixabin berpisiyarê yekîneyê bû û hevalê wiya yên birîndar hebûn, nikarîbû dev ji wan berdê. Li gorî ku tê gotin bi hezaran cerdevan tevlî vî şerî bûbûn,li ser gotina wan şahidên bûyerê qîz a bi navê qod “Rojîn” Ayten Tekîn şer ê ku bi rêve biriye nê tê gotin û ne yek dikarê bênê ziman, hewqasî çeleng û jêhatî bû, li gorî gotinan dû helîkopter wêya anîne xwarê û didawiya şer ê sê şev û sê rojan de tenê “Delîl” û “Rojîn” dimênin, “Delîl” berya “Rojîn” şehîd dikevê û herî dawî ” Rojîn” şehîd dibe. Dişerê çiyayê bagokê de sê helîkopter hatin xistin, sê fermandarên leşkeran, nêzî sed leşker û tîmên teybet hatin kuştin, ez di wan rojande li Nisebînê bûm, ji xwe mala me li saysonê nêzî tabura leşkeran bû, waxta şer bi dawî bû cenazeyên bist şehîdan bi helîkopteran anîne tabura leşkeran, pêdewî pê ne didîtin ku helîkopterên xwe deynin erdê û cenazeyên wan daxînin, nêzî du sed metroyan helîkopter li hewa di sekinî û cenazeyên wan şoreşgeran yek o yek o diberdane xwarê. Bîst û heft sal diser bûyera şêr ê bagokê re derbasbûye hîna wekî vê kêliyê ez wê helîkoptera ku li hewa yê sekinîbû û cenazeyên wan cangoriyan dihatin xwarê li ber çavê min e û heya ku ez saxbim ez wê rojê jibîranakim, çimku min wê rojê baş fam kir ku, bê mirov çawa ji mirohiyê derdikevê û ber bi hovîtiye ve di çê. Ev nivîsa min ya çar a ye ku ez bi ser navê ” şam şekire, Welat jê şîrîntire” dinivîsim, armanca min li ser hizkirina Welat bû ku ez binivîsim, lê mixabin bûyerên ku li Welatê min qewumînê yêkî berbi xwe ve dikişênê û dikê ku yek bi hin cîhêndînve bi pekê, Welatê ku ev ked û berdêlên herî giran ji bona vêya hatine dayîn ma çawa yek hij jê nakê, li ber dilê min Welatê min ji Şam ê jî û ji şekir jî şîrîntire.

 

Welato, ma heya kengî tû yê bindest bê,

Xweska roje kê min bi dîta tû azad bûbû ya,

Bila wê rojê darbesta min ber bi goristanê ve,

Bi meşiya û ez azad bimra me Welato