Şanda BDP’ê ji Qendîlê vegeriyan

Şanda BDP’ê ji Qendîlê vegeriyan

Şanda BDP’ê ya ku di nav de hevserokê BDP’ê Selahaddîn Demirtaş, parlamenter Sirrî Sureya Onder û Perwîn Buldan cîh digirt li Qendîlê bi berpirsên PKK’ê re hevdîtinên xwe encam dan û vegeriyan.

Şanda BDP’ê ya ku ji hevserokê BDP’ê Selahaddîn Demirtaş, parlamenterê Stembolê Sirrî Sureya Onder û seroka koma BDP’ê Perwîn Buldan pêk dihat, doh çûbûne Qendîlê, piştî hevdîtina xwe ya li gel rêveberên PKK’ê şûnde vegeriyan. Şandê nameya Ocalan gehandine Qendîlê. Li gor agehiyan şandeyê digel rêveberên PKK’ê der barê berferehiya hevdîtinên xwe yên Ocalan re gotubêj kirine. Di hevdîtinê de pakêta hikumeta AKP’ê ya demokratîkbûnê û nexwşerêya KCK û BDP jî hatiye nirxandin.

Şandeya BDP’ê piştî hevdîtnên xwe doş derengiya şevê ji Qendîlê vegeriyan. Çav li rêye ku Selaheddîn Demirtaş di meşa Amedê ya bi navê ’ji Ocalan re azadî û Kurdistanê re statû’de biaxive û naveroka vê hevdîtinê jî vebêje.

Ji aliyê din ve Ajansa Firatê diyar kir ku îro di dema ku Erdogan pakêta demokratîkbûnê radigehand, balafirên artêşa Tirk li ser baregahên gerîlayan yên Zap, Xakurkê, Metîna, Qendîl û Xakurkê re bi nizimî firîne.