Şandeke BDP’ê diçe Qendîlê

Şandeke BDP’ê diçe Qendîlê

Piştî du hefteyan ya hevdîtinên di gel serokê PKK’ê Abdullah Ocalan şandekê BDP’ê xwe amade dike ku here Qendîlê. Di şandeyê de hevserokê BDP’ê Selahattin Demîrtaş, cîgira serokê koma BDP’ê Pervîn Bûldan û parlamenter Sirri Sureyya Onder heye.

Li Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyê pêvajoya aşitî û diyalogê bersiva daxwaziyan nade. Ji ber vê jî qonax di bin siya daxuyaniyên sar de birêve diçe. Aliyê Kurd li benda gavên hikûmetêne. AKP dibêje ku ew amadekariya pakêteke berfereh ya demokratîkbûnê dikin û dê pakêtê jî îro an sube ragehînin. Lê belê li gor daxuyaniyên berpirsên BDP naveroka vê pakêtê vala ye. Ji ber ku mijara ziman di nav de nîne. Ji xwe serokwezîrê Tikr Erdogan di daxuyaniya xwe ya doh de jî diyar kiribû ku ew dê cardin bêjin ’yek welat, yek al, yek ziman’.

Di nava atmosferek weha de şandeya BDP’ê dîçe Qendîlê. Li gor agehiyan şande ji deriyê sînor yê Xabûrê derbasî Başûrê Kurdistanê bûye û dê îro li gel berpirsên KCK’ê hevdîtinê bikin.

Hevserokê BDP’ê Selahattin Demîrtaş, cîgira serokê koma BDP’ê Pervîn Bûldan di 15 Îlonê li gel rêberê PKK Abdullah Ocalan hevdîtinek encam dabûn. Ocalan ji bo pêşde çûna pêvajoyê pêşniyarên xwe kiribûn. Çav li rêye ku di hevdîtina Qendîlê de nirxandina vê hevdîtinê bihête kirin.