Şandeya BDP ji Îmrali vegeriya

Şandeya BDP ji Îmrali vegeriya

Şandeya BDP Serokê giştî ye BDP Selahattin Demirtas û nunerê serokatiya komê Pervin Buldan piştî serdana Serokê PKK Evdille Ocalan vegeriyan û civîneke çapemeniyê lidar xistin.

Selahattin Demirtas dazanîna Evdille Ocalan rasterast ji bo rojnamevana xwend.

“Berî hertiştî silav û hezkirina xwe rave dikim.

Pêvajoya ku me dayî destpêkirin bi tevayî giranî, giringî û kurayiya xwe berdewam dike.

Hevdîtin û danûsitandin û di heman demê de kurbûna me li ser çareseriyê bi şandeya komarê ve berdewame.

Dixwazim pirtir ji bo pêvajoya çareseriyê bibim arîkar. Lê mixabin derfetên vêderê gelek kêmin. Jiber vê yekê jî xwesteka xwe ya xwe pirtir tevlîkirinê nikarim bixim jiyanê û bidim der. Ji bo ku bêhtir xwe derbibirim di warê avakirina derfetan de divê hikumet pêngavên berçav bavêje. Dixwazim bidim diyarkirin ku ji derfetên bisînor nerehetim.

Di demeke ku li derdorê Tirkî evqas agir heye, afirandina derfetên ku ez dewra xwe ya di warê çareseriyê de bilîzim bêgûman divê rewşeke asayîbe.

Eger ku derfetê min hebe li îmraliyê bi kombuneweyeke çapemeniyê raya giştî rasterast bidim zanîn, wê demê ji bo ku pêvajo bi awayekî saxlem birêve biçe dê bêhtir tevlîkirina min ji bo pêvajoyê çêbibe. Hukumet divê ji bo van gavên biçuk dudil nebe. Di encam de em dixwazin aşîtîya wê pevçûnê 40 salî ava bikin ku 50 hezar mirovên me jiyana xwe winda kiriye.

Di wê xwestekêdeme ku di warê pêvajoya destpêka Tîrmehê ya 2. astekê pêk bînin û pêvajoya 3. ya ku em jêre asayîbûn dibêjin bixin gotubêjê de.Neha dibe ku min hêviya xwe winda nekiriye. Ez qala bêçareyî û asêbûnekê jî nakim, lê girêdayî pêşveçûnên Rojhilata navîn divê hikumet bi lezgînî tevbigere. Nêzîkî vebûna parlemenê divê Hikumet edî gavên vekirî û berçev daynê holê. Xweziya min ewe ku TBMM (Parlemena Gel Ya Mezin ya Tirkî) di vê çaçoweyê de ji bo çareseriyeke dîrokî gav bavêje. Di encam de gavên ku bêne avêtin dê bibin gavên wisan ku ji bo berjewendiyê tevayî tirkî guncaw bin.

Di vê deme de tika dikim ku alî bi beramberî ji helwestên ku çareseriyê bixe sextiyê de bi nazikî birevin.

Rewşa min ya tendrustiyê ya giştî herçend pir giran nebe jî, ev rewş û mercên ku ez di navdeme ji bo pêşeroja hevbeş û aşîtîya gekên me hewldidim ku liser piya bim. Dûbare ji herkesî re ji dil hezkirin û silavên xwe dighînim.”

rewanbej.net