Şandeya BDP û KCD çûne Rojava

Şandeya BDP û KCD çûne Rojava

Şandeyeke BDP û KCD ji bo taziya mala Salih Mûslim çûne Rojavayê Kurdistanê. Di şandeyê de hevserokên BDP’ê Selahattîn Demîrtaş, Gultan Kişanak û hevserokên KCD’ê Ehmed Turk û Aysel Tûglûk jî hene.

Şandeya BDP û KCD ku di nav de hevserokên BDP’ê Selahattîn Demîrtaş, Gultan Kişanak û hevserokên KCD’ê Ehmed Turk û Aysel Tûglûk cîh digrin, ji bo taziya malbata serokê PYD’ê Salih Muslim ku kurê wî Şervan Muslim di 9’ê Cotmehê de jiyana xwe ji dest dabû çûne Rojavayê Kurdistanê.

Li deriyê sînor yê Murşîd Pinar berî ku şande here Roajava leşker û polîsan hatine bicîhkirin. Hevserokê KCD’ê Ehmed Turk dema beriya here Rojava got ku armanca çûna wan ji bo serdana sersaxiyê ya malbata serokê PYD’ê Salih Muslim e. Ehmed Turk got: “Me divê em nîşan bidin ku di têkoşîna azadiyê ya gelê Rojava de em li gel wan in. Gelê Kurd gelekî êrîşkar nîne. Lê belê di mijara yekitiya xwe de gelekî berxwedêr e. Ji bo em nîşan bidin ku em li cem têkoşîna gelê xwe yê li Rojava ye û bi wan re ne, em diçin sersaxiya malbata Şervan Muslim.

Piştî demeke kurt, heyeta ji 10 kesan ku di nav de Hevserokên BDP’ê Demîrtaş, Kişanak, Hevserokên KCD’ê Turk û Tûglûk jî hebûn, bi 4 wesayîtan ji Deriyê Sînor ê Murşît Pinar derbasî Rojavayê Kurdistanê bû. Di dema derbasbûnê de Parlamanterê BDP’ê yê Wanê Nazmî Gur ê ji Têkiliyên Derve Berpirsyar agahdariyeke kurt kir û anî ziman ku bernameya wan dê saet di 17:30 de bi dawî bibe û ewê ji Deriyê Sînor ê Murşît Pinar vegerin.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, heyet dê ji aliyê girseya gel ku di nav de endamê Konseya Bilind a Kurd Enver Muslim û Serokê Meclîsa Gel Ehmed Şêxo jî heye, were pêşwazîkirin. Ji aliyê din ve, dema heyet li benda derbasbûnê bû, ji binê xetê dengê sirûda neteweyî ya Kurd hat bihîstin.

Jêder DİHA