Şandeya BDP’ê çû Îmraliyê

Şandeya BDP’ê çû Îmraliyê

Şandeya BDP’ê ku ji hevserokê BDP’ê Seleheddîn Demirtaş û seroka koma BDP’ê Perwîn Buldan pêk dihêt, ji bo hevdîtina digel Abdullah Ocalan de çûne girava Îmraliyê. Piştî tengezariya pêvajoya aşitiyê çavê rayagiştî li ser vê hevdîtinê mabû.

Piştî ku PKK’ê diyar kir ku ew paşdevekêşandina hêzên xwe radixwestînin û pêvajo xetimiye çavê rayagiştî li ser daxuyaniyên Îmraliyê mabû. BDP diyar kiribû ku divê ew zû biçin Îmraliyê. Îro piştî nîvro ji bo hevdîtina dehemîn hevserokê BDP’ê Seleheddîn Demirtaş û seroka koma BDP’ê Perwîn Buldan çûne girava Îmraliyê.

AKP jî di nava hefteyê de civînên amadekirina pakêta demokrasiyê encam dabû û hatibû gotin ku MİT’ê ev pakêt bo Îmraliyê jî biriye.

Çavli rê ye ku piştî şande ji Îmraliyê vegere dê nêrînên Ocalan yên der barê rojev û pêvajoyê de ragehînin.