Şandeya KCD û BDP’ê ji Qendîlê vegeriyan

Şandeya KCD û BDP’ê ji Qendîlê vegeriyan

Hevseroka BDP’ê Gûltan Kişanak û hevserokê KCD’ê Ahmet Turk piştî hevdîtinên xwe yên li gel berpirsênKCK’ê yên li Qendîlê vegeriyane Hewlêrê û der barê hevdîtinên xwe de daxiyaniyek kurt dan.

Di çarçoveya pêvajoya aşitî ya Tirkiye û Bakûrê kurdistanê de şandeya BDP û KCK’ê ya ku çûbûne Qendîlê vegeriyane Hewlêrê. Di vegerê de Gultan Kişanak daxuyaniyek da çapemeniyê û diyar kir ku li ser geşedanên dumahîkê pêdivî hebû ku ew biçin Qendîlê û berpirsên KCK’ê bibînin. Kişanak wiha got: ’di dumahîka hefteya borî me di gel rayedarên  hukumetê hevdîtinek pêkanî bû. Piştî wan hevdîtinan em hatin Qendîlê û me hevdîtinek encam da. Me bi berpirsên KCK’ê re li ser geşedanên dumahîkê axivî. Hevdîtina me bi erênî derbaz bûn. Em hêvîdain ku piştî van hevdîtinên me yên di gel hukumetê û KCK’ê bibe sedema pêşde birina pêvajoya aşitiyê. Em ji bo vê yekê hewl didin.

Kişanak da zanîn ku hêjta gelek pirsgirêk hene ku divê bihêne çareserkirin û weha pêde çû; ’Der barê pêngavên demokratîk de dê hevdîtinên me bidomin. Em hewl didin ku bi Ocalan re jî hevdîtin bihêne encamdan. Hevdîtinên din jî li gor pêdiviyan dê bihêne berdewam kirin.

Li ser pirsa rojnamevanekî ya sebaret bi rûdanên provakatîf Kişanak got; ’Di pêvajoya aşitiyê de metirsiya provakasyonan jî hene. Lê divê hemû alî pêdiviya berpirsiyariyên xwe bi cîh bihînin. Lê niha jî rewşekê wesa nîne ku bendewariyan pêşwazî bike. Bi taybet bendewariyên gelê Kurd û berpirsên Kurd vê rewşa heyî bes nabînin. Em vê aşkira dibêjin’.

Çav li rêye ku şande di gel serokê herêma Kurdistanê Mesût Barzanî re jî hevdînekê encam bide.