Sartirîn şûnê ser rûyê erdê hate peydakirin

Pleya germa sartirrîn şûnê li ser erdee di bin 0 de -93.2 santigrad pleye. Ev der li navenda başûrê erdê ye an ku cemser an ku qutba başûre.
Lêkolîneran ev der bi rêya termalên duvelengan dîtin û her weha dibêjin eve pîvanên yekemin, dibeku cihên sartir jî hebin û ew jî bêne peyda kirin.
Beriya niha di sala 1983’an de li başûrê cîhanê şûnê herî sar di bin 0 de -89.2 ple hatibû dîtin. Ev cih jî li navenda kêşuhewaya Vostok ya Rusyayê hatibû destnîşan kirin. Lêkolînerê Navenda Daneyên Berf û Cemedê ya Amerîkî, Ted Eskambus gotibû ku ev serma pir dijware û hizra sermayek wesa ya li ser erdê pir zehmete.
Ted Eskambus uu hevkareen wî eve 30 salin li cîhanê van lêkolînan pêktînin û Eskambus dibêje dibe ku salên pêşiya me de cihên sartir jî peyda bibin.
Li gor lêkolînên ji termala esmanî germtirîn cihê li ser rûyê erdê jî biyana an jî sehraya Îranê ya Lût e ku dikeve başûrê Îranê. Li gor lêkolînên di sala 2005 diyar kirin, pleya germa vê şûnê 70.7 santigrade.
Ji BBC werger: Hîwa Şew