Saza kevnar û îlahî… TEMBÛR | Dêrsim Oremar

Tembûr, tenbûr, temûre yek ji sazên dêrîn û irfaniya dîroka kevn a Ariyayî ye ku li gor lêkolîn û şûnwarnasan temenê wê digehîje şeş hezar sal beriya niha.
Girîngtirîn belege ji bo selimandina wê rastiyê peykerê li nêzî goristana Daniyal Nebî li bajarê Şoşê ye. Li ser peyker wêneyê du zilaman xuyaye ku mijûlê jenîna amureke muzîkê ne ku di destê yek ji wan de tembûrek heye.
Dîroka çêkirina peyker vedigere serdema Eşo Zerdeşt, yanî sê hezar sal beriya zayîna Mesîh. Herwisa belgeyeke din jî wêneyên li ser dîwarekî li girikê Nebî Yunis li nêzî bajarê Mûsilêye ku têde tenbûr bi başî diyar e.
Îro ev saza kevnar li seranserê cîhanê tê naskirin û li her dera wê dinyaya pan û berîn de naveke cuda lê hatiye kirin. Ew amûra kevnar bi dengê xwe yê esmanî û melekutî li piraniya welatan bi taybet li: Çîn, Kurdistan, Îran, Tirkiye, Îraq, Azerbayican, Ermenistan û…bi taybet di nava etnîkan de xwedî hurmeteke zêde ye. Xelk di îbadetên xwe yên komî û takî de ji bo raz û niyaza bi xwedê re jê sûdê werdigirin.
Belkî sala çêkirina yekemîn tembûrê bi hêsanî neyê destnîşankirin lê xuyaye ku jenîna tembûrê bi sedan sal beriya hatina ola îslamê di nava gelên Mezopotamyayê de hebûye û piraniya amûrên jêdar li ber wê sazê hatine çêkirin. Hin dîrokzanên Ereb jî kevnatiya çêkirina amûrê vedigerînin bo serdêma qewmê Lut.
Amûra tembûrê di serdema Eşkanî û Sasaniyan de xwedî girîngî û pêgeheke taybet bûye û bi piranî bi amûrên weke (Ud, nay, çeng/harp û mizmarê) re dihate jenîn. Niha jî ev saz di nava gelên asiyaya navîn de weke: ”Dumbra, Çongur, Tunbre, Tenbûra û Tenbûr” ê tê binavkirin û bikaranîn. Li seranserê Kurdistanê jî ev saz bi nav û formên hinek ji hev cudatir weke: ” Temure, Tembûr, Tenbûr û Temîre” tê jenîn û bikaranîn.
Piştî îslamiyetê jî ev amûr tevî çend amûrên din beriya herkesî bala şairan kişandiye û di nava hozanên wan de bikar hatiye.
Di serdema Ebbasiyan de yek ji xweştivîtirîn sazan hatiye hejmarkirin û bi navê taybetirîn û girîngtirîn saza hunera muzîkê hatiye hesibandin û kitjeniya wê amûrê zêdetir cîhê xwe girtiye.
Fomê tembûrê
Dirêjiya wê amûrê di nimûneyên cuda da ne wekheve û bi giştî (85 cm heya 90 cm) e û ji kasik, destik, sefhe, têlgir, pira destik, pira sefhê û 3 yan 4 kokan pêktê.
Kasika wê weke hirmiyê (karçik) ye, destikê wê dirêj û ji 12 yan 14 perdeyan pêktê, navbera wan nêzî perdeyekî yan nîv perdêye û beruvajî amûrên din çarêk perde têda tuneye ku ew yek jî nîşaneya isalet û wek xwe mayina wê amûrêye. Di perdeyên wê sazê de taybetmendiya muzîka ariyayê diyar e, ku vê rastiyê diselimîne ku ev saz sazeke resen, dêrîn û pîroza Ariyan e.
Navê Tembûrê
Derwêş Elî Çengî, şair û muzîknasê sedsala 16 z, dide xuyakirin ku Tenbûr ji du peyvên Yûnaniyên ”ten” ango dil û ”bûre” bi wateya selixandinê pêkhatiye, ango wateya peyva Tenbûrê ” Selixandina dil e”.
Tembûra Quçanî, Şêrwanî, Bexdadî, Tîsfunî, cureyên du tarê, Çugu, Qepoz û…bi formên cuda li herdera cîhanê hene.
Dergûşa perwerdehiya tembûrê Kirmanşan
Li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê bi piranî tembûra Tîsfunî tê bikaranîn ku li herêmên Kerenda rojava, Gehware, Sehne, Mahîdeşt, Dînwer û…a parêzgeha Kirmanşan û gelek gundên Hemedanê tê bikaranîn. Tembûr li cem Kakeyiyan sazeke pîroze ku di piraniya boneyên olî, aheng û sirûdên ayînî de bi rêzeke mezin sûdê jê distînin.
Ev amûr li Kirmanşan û piraniya herêmên Kurdan de amûra bingehîn û herî naskirî ya Kurdî tê hesibandin ku hem bi awayê kitjenî yan jî di muzîka komjeniyê de tê jenîn, bi baweriya hin kesan bêy wê amûrê muzîka irfanî û ruhnewaza Kurdî bê reng û rû û wate ye.
Ev yek jî bûye sedema muqedesbûna amûrê di nava gel de, ku li hin herêman jenyar ku kesên bijartîne û di nava gel de xwedî buha û hurmeke giranin, bêy destnimêj amûrê helnagirin yan najenin.
Îro dergûşa perwerdeya jenyarên navdarên tembûrê, herêma Goran û Sehne li parêzgeha Kirmanşanê ye, tembûr di nava Goran û Kerendê de weke ”Temuyere” û di Sehneyê de weke ”Temîre” yê û di nava Lekên Loristanê de weke ”Temûr” tê binavkirin. Ew saz, saza mezhebî û oliya civaka ehlê heq (Yarsan) an tê hesibandin.
Ligor baweriya ola ehlê heqî newa û naleya tembûrê ewqas bi ruhê mirovan re têkel bûye ku mezinên wê silsileyê jêra ’’Nêdaolheq’’ ango (dengêheqê) dibêjin. Ehlê heq di wê baweriyê dane ku ruh nedixwest biçe nav cismê insanê yekem (adem) ji bo ku wî karî bike firişteyê mezin(Cibraîl) miqama Terzê (kevintirîn miqama heqaniya Tembûrê) bi amûra tembûrê jenî, ruh bi bihîstina wê ahenga heqanî serxweş bû û mestane çû nav cismê mirov.
Ji ber wê jî fêrbûna jenîna amûra Tembûrê bi giştî ji bo civaka ehlê heq û bi taybet ji bo sadat û pîrên heqîqetê ku berpirsên rêbertiya civaka xwe ne weke erkekî tê hesibandin.
Saza Şahî Xoşinî
Baştirîn serdema ku jenîna amûra tembûrê bi awayekî giştî têde belav bûye hizûra di meclisa Mubarekşahê Loristanî, naskirî bi şah Xoşîn, yek ji pîr û murîdên Baba Tahirê Hemedanî bûye.
Ev seredema şahana di sedsala pênecem a hicrî û di serdema desthilatdariya selteneta Selçoqiyan de bûye, mubarekşah murîd û yarên heyî di orduya xwe de bi desteyên 900 kesî dabeş dikirin, endamên her desteyê lazim bû ji amûreke muzîkê ji bo beşdariya di meclisa zikr û semayê bikar bînin. Rêberê wê nehzeta ruhaniya mezin û 900 kes ji murîdên rayedarên wî tembûr dijenîn. Ji wê demê heya niha civaka ehlê heq tembûrê weke saza Şah Xoşînî binav dikin.
Meqemên tembûrê
Bi giştî miqamên Tembûrê bi du awayî ne:
Kilam yan nezma heqanî ku di boneyên olî û zikrên giştî de têne îcra kirin û nabe li tu derên din bêne pêşkêşkirin.
Miqamên ku Irfanî meclisî û Mexazî binav dikin, ku jenîna wan li derên cuda cuda ne pirsgirêk e.
Miqamên heqanî(Kilam, Yarî): Bingehîntirîn beşa muzîka Tembûrê, ji sirûdên olî yên ehlê heq yan miqamên heqanî ku li cem Parsan weke ”kilam” tên binavkirin pêk tê. Ev miqam tenê bi kitjeniya Tembûr û awazê tê xwendin. Her kilam teksteke taybet heye û ji tekst û gotin û sirûdên mezinên parsan (ehlê heq) in. Teksta kilaman bi giştî menzum û hicayî ne û sirûdên olî ji pirtûknameya Serencam û pirtûkên dinên olî yên Ehlê heq in. Hejmara kilamên serekî heftê û du (72) miqam in. Ev kilam bi navê Perdyurî(2) navdarin ku yên serdema beriya sultan İshaq heya serdema wî ne.
Miqamên Bastanî (Meclisî): Jenyarên tembûrê carna wan miqaman xeynî yarî, xeynî kilam û na heqanî binav dikin, tembûr girîngtirîn saza pêşkêşkirina wan miqama ye. Beşek ji wan miqaman tevî Zirna, dehul, dûzele, balaban û şimşalê jî tê pêşkêş kirin ku mixabin beşek ji wan hatine ji bîr kirin. Piraniya wan miqaman di eyara Terzê de tên jenîn.
Miqamên Mecazî: Miqamên Mecazî weke goranî jî tên binav kirin. Stran û awazên dawetê û gelek ji nimuneyên muzîka Kurdî di vê beşê de cîh digirin. Ev miqam ji du desteyên din nûjentirin, herçend di aliyê olî de rengê ruhaniyetê têde kêmtire lê taybetmendiyên hunereke dewlemend têde veşartiye.
Miqamên Mecazî bi awaz, zirna û dehul, dûzele, balaban û tunbek, şimşal û kemançeyê jî tên jenîn. Ev miqam ji rengîniyeke bê hempa pêk tê yan bi gotineke din berfirehtirîn beşa muzîka Kurdistan û Kirmanşanê digire.
Tembûr karatirîn saz bo xizmeta awaza resena Kurdî û sirûdên irfaniyên Kurdî tê hesibandin, ji ber wê jî lazime ciwan û muzîkkarên me zêdetir ber bi nasîn, nasandin û karpêkirina wê amûrê vegerin da ku dinyaya awaz û muzîka me ya netewî rengîn û zengîntir bibe.
Çavkanî:
Elî Esxer Nesrullah pour / Sazhaye Kurdi( sazên Kurdî). Bi zimanê farsî.
Çend babet ji înretnetê.
Nemir Seyid Xelîl Alî Nijad/ Tembûr ji berê heya niha. Bi zimanê farsî.
Wêne:Fuad Guderzî