Sê parlamenteran ji BDP’ê îstîfa kirin

Sê parlamenteran ji BDP’ê îstîfa kirin

Parlementerên BDP’ê Sirri Sureyya Onder, Sebahat Tuncel û Ertugrul Kurkçu ji bo derbazî Partiya Demokratîk ya Gelan HDP’ê bibin ji BDP’ê îstîfa kirin. Parlamenteran belgenameya xwe ya îstîfayê pêşkeşê serokê parlamenê kirin.

Beriya kongreya Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) parlementerên Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder û Sebahat Tuncel, parlementerê BDP’ê yê Mêrsînê Ertugrul Kurkçu ji bo derbazî HDP’ê bibin îstîfa kirin.

Yekemîn Kongreya Awarte ya HDP’ê dê dawiya vê hefteyê li  Enqereyê pêk bê. Di kongreyê de dê bi li hevhatina koordînasyona hevpar ya HDK û HDP’ê namzetên Meclisa Partiyê û Hevserok bêne aşkera kirin û pêşkêşî kongreyê bikin.

Der barê îstîfayê de Ertugrûl Kurkçû daxuyand ku ew dê xebatên xwe di bin banê HDK de birêve bibin. Kurkçû got bi vê armancê ji partiya xwe îstîfa kirine.

Piştî van îstîfayan di parlamenê de hejmara parlamenterên BDP bû 26 û yên serbixwe jî bû 9 kes.